|
Serhan Isa
Ez dê bimînim li bendî te
axîna Eyşa Balê,
û peyalên bêbextiyê.
Tirheke arbeniyê,
ku di xavika Silîvî de xunc dide.
Nêçîrvanek,
ku bi vewejartina simikên pezkoviyekî rizî
serjêrî
sîpan
û
xelatên
mirinê dibe.
Kurkirina bisk û berbendên Xecê
bi ser çiftemêraniya
Si
ya
me
nd
de
ez dê bimînim li bendî te,
heta Xilmeteke din li ser Şiharê Şikeftikê ...!!
lê tiştê ku min bi vê pûştexakê ve girê dide...?
rabirdiweke mişt nalîn, tirs û netêr xew e,
ji ber çireçir û zirezira Dergevanan,
ku her tiştî sînor dikin,
Xwarin, Vexwarin, Xew, Xewn. Axaftin,
û...!....!.....!!!
m ê r a n î jî...!?
her tişt bi sînor û qedaxekirî ye,
û tirsa min
Ji dahatiweke bê pencer ye
ku dergeh ji pola û bê kilît be
û careke din mîna caran,
ji bo dermankirina şûna qamçiyan,
bibim bi hesreta gurzek tîrêjên tavê,
BIYANIYO:
çi dibêje....?
ew
zarûzenga
ziktaziyan...?
çingeçinga,
xizêmokên,
navikan,
kewtekewte,
ber û Paxilên,
berebat û qutifî!!!
ew Qehbelêv
çi dibêjin???
Ho...ho...ho!
dengbêjê te
ji qirikê birîndar e
ax sed hezar tifû!?
li wê kêlîkê, li wê demê,
ku em li ser lemelema,
gemî û pêlan,
pistepist û liv û çivên,
karwanên ku ber bi rojava ve dibezîn,
û kûrekûra deverê
bi ser tenhatiya wêna de...?
em pêketin
û nav li me kirin
P...E...N...A...B...E...R
lê eger tu hatî?
êdî di wî kujikê şevê de
di wê rûbera şermezar de
mîna kotekiya pêlekê
bi ser daweke nedestayî de
min vewejêre
û her tiştî
bi ser rûyê wê çifteoxirê de
dernixwîn bike,
Binefşa min?....
........
18.7.2001 Schramberg
|