|
Jîr Dilovan
Feylesofê mezin Ehmedê Xanî di
helbesteke xwe de weha dibêje:
Ez mame di hikmeta Xwedê de
Kurd çima bindest e di dewleta dinê de
Ez jî dibêjim:
Ey kalê Xanî qet neke gazin
Bi karê xwe dizane Yezdanê mezin
Min carekê gotiye, heta em Kurd wiha dilzîz, reben û diltenik bin,
ên mîna Mahsê û
Îbo dê li ser nirx û kesayetiya me pîkolê bikin.
Dê were bîra we, beriya çend heyvan Mahsê çûbû Başûrê Kurdistan û
qiyametek
rakiribû. Vê carê jî Îbo çû û erdhejeke bi şideta 8,5an pêkanî.
Kurdên me yên Başûr
wêne û posterên wî di stûyên xwe re anîn û xwe mîna şebekên Efrîkayê
li erdê xistin.
Niha ez dixwazim hinekî Îbo bidim naskirin, rewişta wî tehlîl bikim
û sedema çûyîna
wî ya Başûr binivîsim.
Îbo ji Ruhayê ye. Dayîk Kurd û bav Ereb e. Bavê wî bi çêkirina
cegerê debara xwe
dikir. Îbo hê di zaroktiya xwe de dixebite û di çêkirina avahiyan de
cîh digire.
Piştî ku ber bi xortaniyê ve çû, Yezdanê mezin destê xwe li pişta wî
da û got: „Bi
meş e ya beniyê min!“ Îbo stûyê xwe xwar kir û got: „Min ne xwendin
e û ne jî
sermiyan û mal û mewdan e, ez bi çi bimeşim ya rab?“ Yezdan got:
„Min deng daye te deng!“ Îbo hê bêhtir stû xwar kir û got: „Ya rab
deng heye, lê ez ê çawa bi kar
bînim? Lewra sermiyanê min ê stranan jî tine!“ Yezdan bi hêrs bû û
got: „Ya beniyê
min i nezan! Tu di nava deryayeke stranan de yî! Ma stranên Kurdan
ji çi rojê re ne?
Weke Celal Guzelses, Mûkîm Tahir, Hemzayê Keçel û çêjikên wan ên îro,
tu jî nava
stranên Kurdî vala bike û bi Tirkî dagire!“ Îbo mîna dîtinekê bibîne
xwe berda nava
stranên talankirî. Strana Tahsîn Taha yê nemir ku li kolanên
xerîbiyê ji birçîbûn û
ji qehran jiyana xwe ji dest dayî wergerande Tirkî û bi „ayaginda
kundura“ kete
rêyeke nû ya dûr û dirêj. Bi heman qundereya di lingê xwe de, beriya
du-sê rojan axa Kurdistan a pîroz ku ber bi azadiyê ve diçe jî
lewitand!
Em werin rewişta Îbo, ango karakterê wî. Tava biharê ye… Geh dibe
terez dibare, geh dibe ba û bapeşk, geh dibe baran û lehî, geh jî
dibe xûnaveke hûrik û dibare. Di şovên (!) xwe de, di yek deqîqeyê
de werdigere deh şêweyan. Tê bibînî ku serdilk çû û hat ji kena
piştezik bû. Tê bibînî ku rû lê girijî û ji nişka ve dest bi girî
kir, lîk û girêza wî tevlî rondikên wî bû.
Tê bibînî ku di rex Edîp Bucak ê sercerdevan de, tê bibîni ku destê
Mehmet Agarê ku di xwîna hezaran Kurd de maç dike û li ser serê xwe
dike. Tê bibînî ku ji nişka ve, digel ti eleqey tine jî, rabû ser
xwe û got: „Heft xwezî bi wank u bibêjin ez Tirk
im! Ey Ata yê min, ey Atatirkê mezin ez qurbana te bim!“ Careke ku
bi şaşî got -ji
bo serbestkirina stranên Kurdî- „dewletê gavek avêt çi qewimî, êdî
ma gava duyem ku aştiyek pêkwere.“ Êdî dewleta Kûr, ya tarî, colên
faşîstan û çêjikên guran êrîş
birin ser. Carekî din, Îbo yê me kete nava hewldanan ku xwe paqij
bike. Dîsa ala ya
Tirk di stûyê xwe re anî, wêneyê Atatirk hilda jor û maç kir. Di
şovên xwe de qîriya
û got: „Ez Tirk lawê Tirka me.“
Dema em li helwesta Îbo dinihêrin, ti kesî rewişteke wisa mîna
kaxizên kardiyografî
nîşan ne daye. Wisa zîkzak û xwarûpêçk çênekirine.
Gelo kê Îbo şiyand Başûr? Dewleta Tirk ku navê Kurd û Kurdistan,
dewleta Kurdistan û Kurdistana Federal weke xêzikên xwe yên sor îlan
kiribû, bi pêşveçûnên dawî û pêşwazîkirina serokên Kurd ên Başûr li
Emerîka, Ingîltere, Îtalya û derên din, kete nava diltepîniyeke
mezin. Di van rojên ku reklamên konserên Îbo hatin weşandin de,
rayedarên dewletê -ne hikûmet, lê dewleta li ser kar- çûyîna Îbo ya
Başûr da rawestandin û hinekî paşvexist. Îbo kişandin hêlekê û şîret
lê kirin. Gotin: „Tu ji aliyê Başûriyan ve tê hezkirin. Pêwîste tu
li wira propagandaya Tirkiyeyê bikî. Tu Tirkiyeyê li ber dilê Kurdan
şîrîn bikî. Tu ala ya Tirkiyeyê hildî û di vê navê re
jî bibêjî Tirkiye ji we hez dike…“ Ev şîreta bi vî rengî di helwest
û axaftina Îbo
yê çeqleqî de xuya bû.
Bawer dikim ew Kurdên ku Îbo dibin mişka ezmên, baş dîtin ku
kesayetiyeke wî ya
stewayî û rûniştî tine. Herwiha ew hezkirina xwe ku nedane kedkarên
muzîka Kurdî
didan Îbo, dê rûnin û hinekî bixwe de bihisînin, bihizirin û bibêjin:
„Gelo em
giyana Mihemed Arif û Hesenê Cizîrî, giyana Kewîs Axa, Seîd Axa,
Meryem Xan, Mihemed Şêxo û Tahsîn Taha, di bin erda sar de naêşînin?“
Lewra ev hemû dengêbêjên me yên delal ku yên mîna Îbo bi muzîka wan
bi nav û deng dibin, dibin xwedî firoke û mal û mewdan, di nava
hejarî, tineyî û bêkesî de çûn. Êdî gelê Kurd jî pêwîste li
hunermendên xwe xwedî derkeve. Ne li yên mîna Îbo ku kew e lê dibêje
ez qijik im…
|