|
Ezîz Xemcivîn
Fîşeka Şiyariyê*
Peyveke fîşek bû;
ne ji bal dijmin,
belê ji topa devê te bû!!
Ji keleka hêvî û armanacan hat;
Ji pelên tenik,
Şûrê herî tîj û gwîzan bû..!!
Ev rastî ye..
qey tu evqasî sert û sext bî*??
dil bi mayîn û heyînê re
birîndarê nêçîrvaniya gawir bû…!!
Ev rastî ye!!
ne bêdeng im,
ne bêkêr im,
li ber xwe didim
û ne jî serbest im!!
Teyrokê* li pelên bişirîna min daye,
û
kenê min li ber sêdarê qerimî ye!!
Xwestek bê tirs dipeyivin;
Marên hêviyê xwe li gerdenê digerînin…!!
Xan û sera hene
tev divê gorî bibin,
bela bi xatira kenînê kavil bibin;
bê rawan û jî bibin..
kozika wêran dê bipirse:
aramê,
rastî bûbû nerastî
max*du hîm in,
bi hev dikevin
hêz û nêz dizanin wê kî hil bibe,
kî bimîne
“tenê zor gêzeran radike”?!!
Goşiyên stewyayî
pêsîrên guvaştî, meyê derdikîn..
xem li ku derê be
bela li wir serçiçikên geşbîniyê binivin..
bela şûşeyên şevbuhêrkên me
dîsan bi tîsikan şingeşinê bikin*
dixwazin;
destên te di kela dilên xwe de biguvêşin
û nehêlin bi çi tayê bilerizin…!!
Tu tenikî,
hew hilma min mêbûna te xelat dike..
hew
li xewnedariyan bi tac û kolos
padîşahê evînê bi cî dike..
hew çav
ji pêvedana pêşikên*awirên te kul dibin;
hew Sîmir
bi aliyê tavesorkê de difirin,
hew dil bi bal dil de gilolî dibin..!!*
Tehtoşkên geşbîniya min
nema dikarin Kundên kîn û rika te haş bikin..
Endekoyên sawîran
li benda çirisîna stêrên şêt qerimîn;
her ko te berê xwe da Narînê, Nêrgiz û Gulnarê
tevdan ji te bi pirsîn û tirsîn in
ji qîlên Marê evê biryarê,
dizanin ko destê Ronya li bihna wana disû..!!
Ronya
çirayên bizdonek
ji nixumandina rastiyê dibezin..
tê evqasî xwe ker û gêj nekî
xendeya dilgirtinê bê çêj nekî,*
dilê pêlik li ber burcê çardeh movik e
eva ye keysê dibîne;
nêzing xwe ji pala te rizgar dike…
Belbî tu bibêjî:
ma basik ji pêlên ba rizgar dibin?
Kilîta zimanê min
bi Kewa canê te re dîl bûye;
zimanê min dîl e,
bê firyan e
û bê navûnîşan e…
Êvareke belengaz
û tarî bû..
sozin bi ser avê diketin,
ji çavên kînok pirîsk pêdiketin..
du kew in
bê hevcotî neşên biçin hingûrê;
li ber bahoza nakokiyê xwe nagirin..
Çima îro ne yar im?
li fala sawîran ne fêrisê şareza me!!
ne jî ew siwarê li ser hespê spî siwar im..
Çima îro dûrî çav im,
dûrî buhar im
derbûyê Şan im;*
û ne ew Nêrê li nêv Hingên kewar im..!!
ji keysê derim;
şût û rût im,
li penga evînê girêka rîs im,
û li sînga keskesorê tîrêj im…
Nalînek ji ber janê tê;
li cihokên dîliyê dengvedanê dike..
hênkaya ba dibêje:
Yar bû,
bela hêtûna xwemal li dil vêketî bimîne..
bela du canan bi hev re bisojîne
heger te dil ji berbangê nevêt;
bizane
dem li çavên gul diyarî dikirin buhirî…
hêz bê têz bû,*
ar dibe dû
rewanê te jî ne ma baweşîne..!!
Ma dilê te dikare agirekî din geş bike,
Ma dilê te li nama Pêximberekî din cot dike,
Ma dilê te kirasê mar e
buharekê li xwe bike,
buharekê ji xwe bike
dikare bi qatek şima dasîtanekê biseyîne
an
dilê te nema li dûşîziya* evînê pirsiyar dike..!!??
20/11/2005
Alain
Emirates
-Fîşek: gulle, berik
-Sext: ne rastî, ne diristî
-Teyrok: zîpik, terez, gogik in ji qeşayê ne, wek baranê ji ezmên
têne xwar
Max: çîn, qat, an jî rêzek ji rêzên avakirinê
-Tîsk: pehîn
-Pêşik: pêşî, kelmêş, kermêş: bi çerm ve dide û xwînê jê dimije
-Gilolî: gindirîn, xindirîn: cûreyek ji xindirandinê ye: gindirîna
bi teqil e
-Çêj: pir wateyan dide: xweşî, xweşiya ji merov re herî xweş, tiştê
li ser mebest û keyf û xweşiya dil, bi Erebî {zewq} bi nav dibe
-Şan: komela hingan, koma mêşên hinguv
-Têz: ne amadekirî, bê amadebûn
-Dûşîze: keçîn, keçanî, qîz, qîzanî
|