Kerem Berhîm Yûsiv
keremyusiv@hotmail.com
Anuha bandora Jiyana çi kesê kurd li paşerojê heye, ew paşeroja ku
her kesê kurd ji ber wê dinale û her ew yekemîn kul û azerên wî ne .
Tê gûmankirin ku ji ber paşeroja kurdî tevî hemû qurbanên wê bo
azadî û serxwebûnê negihîşt wan armancan, îroj kesê kurd ji ber
negihiştina wan armancan azeran dixwe, lewra distirêne, dinivîsîne,
şêwekariyê dike ….
Ne ji xisletên min bû ku ez bibim pesindarê tu romanê lê ez dibînim
ku ji mafê mirov e eger romanek hêja xwend bi qencî behsa wê bike,
romana "Ew aşê derav lê wergêray " a romanvan Nacî Taha Berwarî hat
da ku li ser paşeroja kurdî bibe bawermendiyek nivîsî, wêjeyî û ne
siyasî.
Hilbijartina romanvan ji dem û êşên romanê re dihêle ku mirov hinekî
li ser wê paşerojê birame, çimkî nivîskar riyek din dît bo xwe
bighîne dilê xwendevanê xwe ên ku ez yek ji wan im .
romanvan, tawergehê romanê her û her bi kevnesalan girêdide ên ku di
nerîna wî de, demek baş bûn bo pêşerojek kurdî dewlemend û tijî
pend, di vir de ez dikarim bêjim: ku çi milet li ser rûyê vê qadê,
eger pendê pîremêran di dîroka wî de nebin dîroka wî jê bi fedî ye,
lewra wî xwest ji ser miletê xwe rahêje vê fediyê dema ku wî her
çend rûpel bi pend û metelokan mîna :" dewê çerpandî baştir e ji
mastê ne çerpandî " nîşan dikirin.
Dema ku romanvan dîrokê derbasî romanê dike, tê gûmankirin ku
xuyanekirina rastiyekê di dûv wê de heye û pêdivî ye li ser romanvan
ku wê bide xuyakirin, çendî derfet teng be , wî Mîdî bi hespên wan
ku li ber çavên xwendevan hê û hê dibezin derbasî romanê kirin, ta
bighin armanca siwarê xwe yê kurd, dema dibêje : kurd binyatêd
Mîdiyan e"
Romanvan her dixwaze ku kesê kurd li ser dîroka xwe bipirse û xwedî
lê derkeve, dema ew ji birayê xwe, li ser Mîdyan dipirse, ew wiha me
vexwendî dike ku em xwedî li dîroka xwe derkevin:" Mîdyan zordarî li
kesî nedikirin, bitenê ji bo mana xwe dikirin …"
Rengê sor ê ku nîşana alên gelek miletan e, nerînek romanvan cuda tê
de heye, nerîna wî ew e ku ev reng bo zordariyê ye, bo şer û kuştinê
ye, dema ew li ser vî rengî dibêje : "Rengê sor ê qirêjî".
Romanvan dixwaze ku ji nû ve cîhanekê ava bike lê cîhanek ku kurd tê
de serbest bin û roleke din tê de bileyizin, herweha ew nimûneyên
sax diyar dike mîna: Mele, axa, berjewndevan, eger van nimûneyan kar
bo kurdayetiyê kiribana, dê rewşa kurdî anuha ne ev rewş ba belê di
kurahiya hevokên romanê de ew bêhna şoreşî heye, ev nimûne ku rolek
neqenc lîstin, rola wan dîsan heye û romanvan bi pênûs û dilekî bi
şewat dinivîsîne, dema dibêje : " Demên alozî di tevnî jiyanê de
peyda dibûn, da bi sanahî şîm jêk vavêrim, hertiştekî, her kesekî li
cihê wî deynim, gelek ya bi zehmetî, ez xwedanê vî sere biçêk bişîm
hemi pêzanînên gerdûnê kom bikim û kar yê bikim, ev demên em tê de
dijîn, her demjimêrek kirasekî diguherêt …" bêhna gerdûna nû ji
hevokên wî ên nema di hundirê sînoran de dijîn dibare.
Tenha Bi gotinê, romanvan cîhaneke nû li ser rûpelên romana xwe
avadike, da komara kulan û bendewariyê bi gulan û pîrozbahiyê bê
damezirandin, belê mafê wî heye ku bêje : "dengê damezirandina
komarê, bûye xonav û hemî spîdahiya siwêretî nazikî gul û rihan û
sîsen û beybîna maçî diket, bûye silavê li hemi dîm û rûyan diket"
peyv li nik nivîskar şoreş e û ew bitehna xwe dikare mirovahî û
wekheviyê vegerîne vê gerdûnê lê peyva ku romanvan li ser diaxife
peyva kurdî ye :" ev peyv, girnijîn e, elend e, paşeroj e, ev peyv
…!(şoreş e, berxwedan e, serhildan e li kurdistanê)"
Jiyan li nik romanvan, ji sê qonaxa ye û ew bûn, jinênan, mirin û ne
tenha jiyan mirov diguhere lê :"gelek caran jî mirov jiyanê
diguherêt".
Hevoka ku wî dixwest ji dijminê kurdan re bêje ev bû û ew da ku
dijmin nasbike, ku zindan û mirin, kurdan tune nakin lê her ew hene
û ew dozê bihêz dikin :" ne bieşkencedanê, ne bigirtin û kuştin û
sêdardanê, miletê me yê zindî û resen dimrît, ne şopa wî dihête
guherîn, ne nasnama wî dihête berzkirin"
Romanvanê ku behsa deverên êşê di gewdeya kurdistanê de dike ji bîr
nake ku li ser rûpelên romanê bi destê helbestên Ehmedê Xanê bigre
bo di romanê de beşdar bibin, wiha ew ji kesên comerd re, bo mafê
kurdan dema ew beşên ji helbestên Ehmedê Xanî têne nêzîk ji dilê
rûpelê, biramana xwe dilsoz dimîne:
Da ku xelq nebêjin ku ekrad
Bê meerîft bê esl û binyad
herweha romanvan ji bîr nake ku bi destên roj û heyvên pak ên
damezirandina komara Mehabad bigre da ku ew kêlîk bêtir nêzîk be ji
canê romanê, da ku li ser damezirandina komara kurdî li Mehabadê
binivîsîne: "ev e ji baxê çermisî, gulek geş bû, ev e ji ewrên
sitewr, taveyek barî…"
romanvan xweziyên xwe li ser rûpelan belav dike, xweziyên ku yekemîn
car di nav rûpelan de, ne di gulîstanan de têne çandin:"xwezî ez
şiyabam, bibme perdeyek û min nehêlaba, rondikên çavên zarokên me,
siwêretên wan hingavtan!!
Xwezî ez şiya bam gul û bêhna min barwîta kujek, hemi helkêşaba !!"
Lê dema ew xweziyên xwe bi dawî tîne ji bîr nake ku vê demê, xwezî
tu mafê nade miletan lê li gel xweziyan pêdivîya bi kar heye:"
Belê….ne serdemê xoziyan e, serdemê bikaranîna hizr û bîranînê..! "
Çendî romanvan xwest ku bazde û li gora hêvî û xweziyên xwe romanê
tewaw bike, welat azad bike lê pênûsê zor lê dikir da ku ew romanê
wiha bidawî bîne mîna ku ew hê xwe bi xwena xwe ve girêdide û
naxwaze şiyar bibe:"pêdivî ye aşê xo bêtir û baştir bideyne nasîn,
bi diravên zelal û êk girtî, pêxîne kare, nîşaneke çwar reng
pêvekeyn, li civata bilind korsîka xo danîn, bi navê hêmayad k
biaxifeyn …"