Brahîm Mehmûd
Erê, wiha ye û teqez gerek wiha be!
Wê dîrok, Rojekê ji rojan çavê xwe veke, wekû ew herwiha çav vekirî
dimîne,
lê weke pêlên geverê, geh bi pêş û geh berepaş ve diçin û pê re wê
guhê
xwe herduwan miç bike, ji rexê ku yek xwe nas bike, bi çi afrêdeke
dîrokî
entîxane ye, wê derziyê bi dar veke jê re û ji xwe re jî.
Tu kes xwe nikare li ber ba û bahoza wê bigire, wê pêçan û pelgên
xwe
Raxîne.
Ew bi xwe dadgeheke! Yê navek li xwe kiriye, wê li gora navê xwe
rexin\nirx
bibe, devşilîtî ji xwe dixwe.
Bêgûman ev derbirîneke dîrokî ye, xurû kurdî ye, li ser kesên ku
petrîşok bi
xwe de teqandine û bê hayin, hevîna wan di serê bêvla wan de ye,
mêranî ji
wan çênebû û paşbûna xwe zîvirandin, diyarkirin pêşbûnek ji xwe re û
li ser wê rêbazê ala nivîsiyê dihildin û di sawêrên xwe de
digevizin.
Ez ne li ser xwe tenê dixeyidim, ez xwe dixim pêxêra dîroka kurdî bi
xwe û ev bi xwe ne xeyd e, ev peyveke deng dide li ser wan sînariyên
nivîskarên kurd yên herî dijwar, yên xwe bi xwe hevdû bi nav dikin,
lê li
ser kavilên ku kund bi xwe, dev jê berdaye.
Weke dibêjin û tête gotin. Ew ne lîstika zaroka ye, di lihevketin û
avakirina
dîrokê de.
Ev ne hawareke, ne qêrîneke, ne giliyeke, ne dilşewatiyeke ne..ne..
Ev tûşeke bi xwe ye, guştinek seranser e dibe, dema ku ez yekî
tawanbar bikim bi sociliyekê ne gunehkarê wê ye.
Ez çi nivîskarê kurd ku heye\hebe, xam di destê wî de dijene û bi
xwe
dikene, datînim ber berpirsiyariya wî ya dîrokî, ez wî li ser bê
dengiya wî
gunehkar dikim ku xwe kerr dike ji rexê gotinek xwedîkirî valî walî,
ew e(xinizî), ku xurt dibe weke infelwenza balindan.
Ev agahnameyeke bi xwe ye.
Bêdengî bi xwe bûye pîlanek, divê tişt bi nav bibin, divê em li hev,
bi hev
re, pev re, mikur bên, an divê em xwe ji pirsa nivîsiyê yek carî
bişon, xwe jê
derxînin. Ma nivîsîn bûye guhestina gotinên ling rêsînî ji çi kesê
ku heye
û tune ye re?
Ez dixwazim nas bikim, dema ku xwe bi nav dikim, bê çawa cidabûnek
di
navbera yê niştimanperwer û yê dûrî pirsa xwe xuya dibe, an emê çawa
karekî
rewşenbîrî bikin, eger em xwe bi nav dikin nivîskarin bi serê xwe
ne!
Weko ez şaşmûşî dimam, wiha didomînim ta niha, ji rexê çi yekê xwe
bi nav
dike: Kurd, ji ber pirsa ku yek xwe tê de qulopazî dike û bi nav
dibe
leheng û ziman di dev de dişkê , dev qefilî dibe ta li ser xwe, ne
kesî din
û ew bi çavê xwe neyarê gel û welatê xwe dibîne, xwe diqurnisîne di
qalikekî tenikontkî derizî, xwe disêwixîne, dibe ber dilê xwe,
dibêje: Ev lê
ne hêja ye ku yek xwe pê bike û ew bi xwe dike û dijmin wî bi nav
dike, bê
nav dihêle( ma kêlîka ku gelê yekî barketî bibe, serî jê bê standin,
ne
wateya wê , ketina wî bi xwe ye?).. Xwe haş dike ( bê hiş dike), bi
gotina:
Divê yek xwe giran bike, bêdengî ji dengiyê çêtir e di vir de…?
Ew kesê deng ji xwe derand, xwîn bi xwe ve dît, kir hawar,
desthilanî jê çê
bû, xwe di civaka xwe ya kurdî de bi nav kir, tîr hatinê ji çar
hawêrî wî,
bi çi navên xerab ku hene.
Ev çîroka yê ne berxwedayî, ew dîroka yê berxwedayî û tenha xuya
dibe, bê
kurd li ser bayê çi çîrokê di xewên giran de dimînin, bê li ber bayê
çi
dîrokê li bêjingê dikevin, çawa li hev dizîvirin û xwe li moxilê
dixin.
Ev dîrokeke ji hev veneqetiya ye, ne îro û ne doh û ne ji pêr an
pitî pêr ve
ye, ew ji hezarên salan ve ye, weke bûyerên dîrokê ber bi çav
dikevin.
Lê dîsa ezê vegerim li ser tuxmê vê dîroka hanê rawistim, bê çawa
tevlûhev
dibe, bi navê dengên garankî, tozê bi ser serê xwe dixînin, bi
daxwaza ku
asoya dîrokê tozgirtî bihêlin û mebesta wan ew e: Wê çawa berazîtkî
xwe
berdin dîrokê, bê ku ceger bikin li xwe binerin. Ma li xwenerîn heye
li cem
kesê xwe pûçkirî?
Wê rojekê ji rojan dîrok dengê deng û bê berazît çi ne, wan ji hev
veqetîne,
kesên ku guhestina gotinên vala teqreqonkî gihandine ta mişk û
sirsirk û
marmarokan, çimkî asteya ezweriya wan ew.
Îro ez dîrok bi xwe me! Bera ev jî serxwebûnek çûyî be, dînbûnek be,
çelqbûnek be di mejî de….çi dibe bera bibe lê a ku ev nivîsîn nebe,
tucarî wiha
çê nabe, ma ka li çi û kîjan war, bajar, welatî, xelata talan û
hingivtina
gel û bêdengiya bizdonekî hatiye dan ji wan kesên xwe ji dîrokê
derxistine û yên dijberya wan kirine bi karê xwe hatine
tawanbarkirin, bi
nav bûne sîxur û xiniz, hêêê? Ev li ku avê vedixwe?
Ev ne zirtin, ne tawanbariyeke ji rexê hinekan ve. Yê wiha xwe
dibîne,ez ne
berpirsyarê wî me, bera tu kes stirya bi destê min neçine, ez ne yê
ku
berberiyê bike, ez ceger nakim ku bê gêrikek çiye wê bikujim, lê ez
di mafê
mirovantiyê de kar dikim, ta ji min bê ezê dengê xwe hildim, yê xwe
di ser
dîroka û jiyana kurdan re digire berê min li wî û yê weke wî ye, lê
bê qêrîn û
û li xwe xistin û ax bi serî dakirin, ev karê bê kara ye.
Ezê gotinên xwe bikime heda, an deqmoq ta ku karibim, weke
berxwedanekê di
ber rastî û dirustiyê de bi cih bikim. Divê çavê dîrokê ji şelêqa
xewnên
zingargirtî bê şûştin!
Di dîrokê de, her yek cihek jê re heye: Biçûk, mezin, pîrek, zilam,
mê, nêr,
qîz, xort, kerr, dîn, lal… Çênabe tu kes ji dervî dîrokê bijî. Ev
yasaya
dîrokê ye!
Dibe ez xwe bi nav bikim, ser xwe bixeyidim, dîrokê bi ser xwe ve
bînim.
Dibe gotinek wiha belav bibe. De bera xwedî tomet jî a xwe bi nav
bike,
xwediyê bê xwediyê bi xwe ha! Bera gêrê ji xwe re bike, çimkî dîroka
wî ye
jî, bera here xwe bi nav bike, lê bi navkirin, ne bi ziman tenê ye,
bûyerek
di vir de heye, lepteke, çalakiyeke, bê van nabe dîrok û ez van
yekan
dixwazim!
Îca de ka ew kesê ku karibe xwe li ber bayê rastiya dîrokê ragire,
ku karibe
çavê xwe yê şeliqî, girar bûyî veke!
Ew kesê xwe bê deng dike, xwe ker dike, li ser xwe dinixumîne, ji
ser xwe
dibe, ji dervî çalakî û lept û guhertinên dîrokê ku vedayî dimîne û
dîrok
awira tê de vedide û wî bi ser avê dixe, bi gotinên xwe yên dîrokî:
Tê bi kû
de herî ji dest xwe bi dest xwe çûyo, bazde, te xwe kir bûyerek ji
min re!?
Bera bersiva xwe bide, bersiva ku bi çavê xwe dît qêrîn çilo û çawa
bi gelê
wî ket, bê neyarê gelê wî û ew yek ji wan e, bixwaze nexwaze,
dijmintiya xwe
jê re eşkere kir bêtirî hemû demên çûyîn û wî weke yekî nivîskar ji
xwe
razî, deng ji xwe neanî û xwezî bi bêdengiyê jî ba, wî da xwe, piştî
gelek
ji gelên wî pakrewanê bindestiyê çûn, birîndar bûn, askincî bûn di
hundirê
zindanên rêcîma Sûriyê, ji duwazdehê avdarê û bi vir de, bi nav bûn
û her
yekî yê din nas kir, ew kesên ku bi xamên xwe kurdayetiya wî û bilî
wî bi
nav kirin û xwînmijya desthiladariyê navnîşan kirin, bê ku bipirsin
wê çi
bê serê wan, bi nav dûn û ez di nav wan de, tawanbar bûn, sûclî bûn,
çima
wana wiha xwe bi nav kirin, ev , li cem wan pîlanek desthiladarî ye,
îca
daxwaza wan, ji dêvla ku neyarê xwe bêtir bidine nasîn, ew bû; Divê
ev kesê
berxwedan kiribûn, têkevin dadgeha dîroka ku wan ji xwe re li
darxisti bû,
dijmin bûbûn ew( em) û hew.
Û ta niha ji ya xwe danakevin û hinek baş hene, ji dêvla wan, bi
navên wan,
di ber wan de, dixebitin, di bin gelek navan re, lê wana qet, weke
dibêjin,
ji xwe ne pirsîne, bê ew di bin çi bendê de kar dikin û bi çi navî.
Ez vê yeka hanê dixazim! Divê ev bûyera kirêt xweşik bête naskirin,
çi kesê
ku bikaribe zimanê xwe di devê xwe de bilebitîne, binivîse, bi
sîmekê di rû,
dest, laşê xwe de diyar bike, çi tuxm be, biryareke li ser vê
yekahanê, ya
dijwar bide, ev pirsa miletekî ye!
Yê xwe bê deng bike, xwe vekişîne , gotinan dûrêzî hev bike, pirsê
biqurquçîne, ew eşkere xwe gunehkar dike û ew bi xwe jî babetek ji
babetên
min e, ezê rahêjim wan.
Yê pişta xwe dide dîrokê pêşeroj jê re namîne.
Yê duwazdehê avdarê ji pelên xwe yên dîrokî derdixe, xwe dixe dîroka
dijminê
gelê xwe, gelê kurd.
Yê naxwaze li ser vê pirsê raweste, divê xwe ji navê xwe bixîne,
navekî din
li xwe bike, wê navekî din be ne kurdî be.
Yê naxwaze duwazdehê avdarê bi nav bike, divê navek ji van navan
neyne ser
zimanê xwe: Cezerî, Xanê, Celadet, Cegerxwîn, Zaza, Osman Sebrî, şêx
Seîd,
Barzanî….Ev kesên han û bilî wan, symbol bûn di dîroka kurdî de û
duwazdehê avdarê bi wan ve tête girêdan. Ma ku ne wiha be, wê dîrok
çawa
bête dananasîn?
Yê di duwazdehê avdarê de, kurdîtiya xwe eşkere nekiriye, pê nakeve
wê
di civat û ahingên dîrokî de eşkere bike, weke ew dixawze, ku wî
didine
nasîn bê wî çi kiriye.
Yê îro li xwe mikur naye, kêmaniyê xwe bi nav nake, wê kêmaniyê wî
bi dov
kevin!
Wê rojekê ji rojan termên mirî ji gasîna dîroka kurdî derkevin,
termên
têksên bêrewan û bera yên kê bin jî, bê ewarte, bera bilî min a xwe
bibêje û ezê jî a xwe bibêjim, emê bidine berhev, wê bûyerên dîrokî
tenê
terezûya rastî û nerastiyê bin!