Tiştê em jê
ditirsyan, qewimî. Terorîstan êrîşek mezin,
ku wek “Mezintrîn êrîş ji dema rûxandina
rejîma Sedamî” hat xuya kirin, li dijî 2
gundên êzîdiyan li herema Şengalê ya başûre
Kurdistanê pêk anîn. Bi 4 erebeyên
bombebarkirî, terorîstên ereb êrîş birin ser
gundên “Til Ezêr” û “Sîba şêx Xidrî” û bi
sedan mirovên bê sûc qetil kirin. Li gorî
agahiyên herî dawî, derdora 400 kes şehîd
ketine û hijmarek mezin jî birîndar hene.
Piraniya van kesan jî zarok û jin in. Hêzên
terorê, sozên xwe yê “Pêkanîna komkujiyekê
li dijî kurdên êzîdî”, bi cih anîn. Ji dema
rûreşiya kuştina wê keca bi navê “Dûwayê” û
heya niha, rêxistinên terora islamî êzîdî
wek hedef nîşan dane.
Bi vê komkujiyê hemleya xwînhelalkirina
êzîdiyan gihîşt asta xwe ya herî bilind.
Hîna jî dê ji bo “Dûwayê” tol ji zarok û
jinên êzîdiyan bête stendin. Ev komkujî ne
ya dawî ye. Êzîdî bi tunekirinê re rû bi rû
ne. Hebûna wan li başûr di metresiyek mezin
de ye. şingal ji her aliyekî rastî êrîşan tê.
Xizanî, nebûna derfetên kar, lîstokên aliyên
bi rêxistinên erebên sunî ve girêdayî û niha
jî teror…
Madeya 140 î jî ya ku wê çarnûsa şingalê
diyar bike cemidî ye. Yek ji armancên
terorîstan rê li ber girtina pêkanîna
refrandomê bû. Dixwazin êzîdiyan teror bikin
û nehêlin dengê xwe bidin madeya 140 û
şingal bi ser xaka Kurdistanê ve neyête
kêşan. Lîstik mezin e. Armanc ew e, ku êzîdî
xwe dûrî Kurdistanê bikin an jî rastî mirinê
bên û warê xwe terk bikin û koç bikin. Wek
çawa ji bakur reviyan û welatê Xalitka û
Deşta Sirûcê ji bawermendê vê olê vala bû,
weha dixwazin bînin serê şingalê jî.
Hikûmeta herema başûrê Kurdistanê derbarê
êzîdiyan de xemsariyek mezin nîşan da. Ji
dema rûxandina rejîma Bexdayê di 2003 an de
û heya niha ne di warê siyasî û ne jî di
warê aborî de tiştek li şingalê û heremên
êzîdiyan kiriye.
Gund û ziviyên kurdên êzîdî hîna di destê
erebên Sedam de ne. Kar nîne û xizanî
serdest e. ji bo ku rojekê dolarekî bi dest
bixin, ciwanên şingalê diçin Bexda û Mûsilê
kar dikin û jiyana xwe dixin metrisyê de.
Hikûmeta başûr jî projeya bi 800 milyon
dolar li navenda Hewlerê ava dike û qayişê
bi mîrgeha Dubay dikşîne. Yek proje li
şingalê nehatiye ava kirin.
Hêzên pêşmergeyan diçin Bexdayê ji bo erebên
sunî biparêzin, lê derdora şingalê berdaye
ye û terorîst bêye ku kes wan kontrol bike
diçin û tên. Ev komkujiya ku li dijî
êzîdiyan pêk hat gerek ya dawî be. Pêwîst e
hikûmeta başûr êzîdiyan ji rêxistinên terorê
biparêze. Pêwîste êzîdî jî xwe bi çek bikin
û gund û heremê xwe biparêzin. Eger
xemsariya hikûmeta başûr li himberî êzîdî û
feyliyan wilo bimîne û ev her 2 beşên civaka
kurd bê parastin û maf be, dê yekîtiya
kurdistanî têkeve metrsiyek mezin de.
Pêwîste hikûmet xwedî li hemû kurdan derkeve
û heremê wan ava bike û di warê siyasî de jî
wekheviyek ber bi çav diyar bike… Rehma
xwedê li hemû şehîdên şingal û Kurdistanê
be..
tariqhemo@hotmail.com