Li vir min navê hinde wêneyên dilşewat yên
bûyera Şengalê ya ku li 14.08.2007 an qewimî
bidim berçav, ji ber ku ne fikir dikare wê
komkujiya hovane di hevokan de bi cî bike û
ne ferhenga peyvan jî ew çend peyvên watedar
di xwe de hembêzdike ku mirov bikare hêsan
hastên xwe derbibire.
Beriya min gelek heval û hogiran nivîsên pir
hêja nivîsandin û gelek pêşniyarên xweşik,
ji bo çareseriya vê rewşê pêşkêşkirin,
naxwazim gotinên wan dubare bikim, lê pêwîst
e bibêjim ev bûyera li Şengalê çêbûyî beriya
wê li Şêxan û Behzanê jî weke tevneke
raçandî û bi dakokî ji hêla pir aliyan ve ev
tevin hat hûnandin, ji bilî armanca nehêlana
nifşê êzidiyan bi egerên olî û neteweyî ti
armancên dî nînin, li vir ez dê hewilbidim
eger û çaresriyên vê bûyerê li gorî dîtinên
xwe di dû beşan de şirovebikim.
Bi dîtina min niha li Îraqê şûna qayidekê sê
qayide ( Qeyda Usame Bin Ladin, Qyîda Îranê
û Qayida Amrîka) hene, ev her sê hêz axa
Îraqê weke qada safîkirina hinde fatoreyên
xwe yên kevin dibînin, hêza li îraqê
biserkeve wê devera rojhilata navîn temamî
têxe jêr kontrola xwe. DYA xwe xwediya van
dû Qaydeyên navbirî dibîne û her çende li
pêşberî raya giştî nakokiyên hebin jî lê pir
caran, li ser hinde meselyan li hev dikin û
haya wan ji hev heye.
DYA ê Sala 1979 li dijî Şahînşahê Îranê ku
dostê Yekêtiya Sovyetê bû Xumeynî (yê Şîî
Mezheb) û şoreşa îslamê li Îran anî ser
destelatê, DYA Bin Ladin (yê sûnî mezheb) li
cem xwe perwerdekir û hêz dayê dûre rewaney
Afganistanê kir, ji boy miletê Afganî li
dijî dagîrkirina Yekêtiya Sovyetê serî hilde,
DYA li rojhilata navîn li dijî bilokê
Sovyetê ne tenê Xumeynî û Binladin kirin
xwedan hêz lê pir qulip li kembera xwe dabûn
weke Tirkiye, Israil û htd.
Lê ji ber ku bilokê Sovyetê ji ber hev çû û
niha eniyek nû li dijî DYA vebû ye ew jî
îslama siyasî ye, gelek hisab hatin
guherandin, dostên duh bûne neyar û neyarên
duh bûne hevalbend, ger mirov li gor hesabên
îroyin hesab bike DYA ê bi destê xwe agir
xistiye damana xwe.
Bê bandorkirina hêzekê û bestina girêbestên
dostane li ser bingehê berjewendiyên hevbeş
bi hin aliyên din re pêwîstî bi xapandina
stratîjîk û qadek şer heye, wate pêwîst e
hêz û alî yên kevin û yên nû li ser perçeka
erdê cîhanê bên cem hev, da ku yên kevin xwe
ji hev safî bikin û yên nû jî destebiratiya
hev tecrube bikin û paşî rol û erkan li gorî
berjewendiyên dûr û nêzîk li hev parvebikin,
ji ber vê ye iro em dibînin li ser axa Îraqê
şerekî bê hempa heye, êtûna vî şerî dewletên
derdor jî gerim kirine, mixabin sotmeniya
agirê vî şerî jî xelkê Îraqê ye bi gişt
netewe, ol û mezheban ve.
Ji sala 2003 û vir ve bi gelek awayan ev şer
hat meşandin, lê ji ber ku miletên Îraqê bi
giştî ji dû tayên mezin pêk tên ( Erebên Şîî
û Sunî - Kurdên Milsilman û Êzidî ), bi her
awayî Îranê şerê xwe yê li hember DYA weke
şerê parastina mezhebê Şîî ragihand û dest
xiste nav karûbarê hikumeta vî welatî û Al
Qayide jî xwest şikestina xwe ya li
Afganistanê weke gurzekî giran ku bi gişt
Îsalma Sunî mezheb ketî li qelem bide.
Di zanista siyasetê de hevalê timî tine ye
lê berjewendiya timî heye, roja ku DYA yê
piştî şerekî navxweyî yê giran her dû
partiyên Kurdistanê PDK û PUK li koçka sipî
anîn cem hev û bi darê zorê aştî xistî
navbera wan, wî çaxî geleka go aha aferim
mêzekin çawa DYA ji Kurdan hez dike, wî çaxî
DYA biryara xwe ya li dijî rûxandina rejîma
Saddam girtibû û berjewendiya wê xwest ku
çekan li başûrê Kurdistanê bêdeng bike û rê
bide pîlana nû ya DYA li Îraqê.
Îro gerek e Kurd vê siyaseta DYA li Îraqê
dimeşîne fambikin, baş e bila em biçek fikir
bikin gelo rast e DYA bi vê hêza xwe ya
mezin ve eve 4 sale nikare rewşê li Îraqê
konrtol bike? Gelo rast e ev şere wekî ew
dibêjin bi merema rizgarkirina xelkê Îraqê
re ye? Gelo çend mafên Kurdan li Îraqê di
bin banê UNê de piştrastkirine ? vaye xala
140 jî heya Gulana 2008 an hat paşde xistin,
bawer bikin heya wî çaxî wê gelek tiştên
balkêş rûbidin û pir berjewendî wê bên
guhertin , Çavdêrên siyasî ne li wê baweryê
ne ku DYA tiştekî ji Kurdan re bike, metirsî
heye ku DYA weke carên berê li Kurdan
biqelibe, jiber ku çareserkirina kêşeya
Kurdî herî hindik ne di qonaxên berçav yên
siyaseta Amrîka de ye û di agendeyên giring
û sereke yên Amrîka de jî cî nagire, Eger na
kî yê bawer bike li Îraqê Kurd mafdar in, li
Tirkiya Terorist in û li Iran û Sûrisyê tine
ne.
Iro ji hemû dema pitir Iran dixwaze bibe
xwedî hêza Nuklerî, li roja 03.08.2007
serokê Îranê Ahmedî Necat got, ji her rojê
zêdetir Îran nêzîk dibe bibe xwedî hêza
Nûklerî li cîhanê û got bi mebesta kar zû bê
meşandin Îranê 3000 cîhazên meyandina
navendî xistine kar.
Li hêla din Al Qayde ya Bin Ladin dixwaze
nameyekê ji erebên Sunî (94% ji cîhana
islamî) re bişîne û ji wan re tekuz bike ku
vaye em li Îraqê dixwazin we hem ji Îranê û
hem jî ji DYA biparêzin, mirov dikare li vir
vekirî bêje heya radeyeke bilind Al Qayde di
vê siyaseta xwe de bi serketiye, belge jî
vane li ber çav in çawa welatên êreban yên
Sunî mezheb harîkariyê ji wan re dişînin û
weke mucahid û parêzvanên erebên Sunî mezheb
li Îraqê wan li qelem didin, bi milyonan
Dolar jê re tên şandin û bi sedan qîz û xort
ji derveyî Îraqê tên perwerdekirin û derbasî
nav axa îraqê dibin û dikevin bin xizmeta
fermanên fermandarên Al Qayde ya Bin Ladin.
Bi dîtina min DYA di çareserkirina
pirsgirêka miletên Îraqê de ne cidî ye me li
jorê jî baskir bo nimûne ger rast dibêjin
dixwazin pirsgirêkan çaresrbikin pêwîst bû
ew deverên di xala 140 ji destûrê Îraqê de
hatîn ji hêla hêzek mezin ya leşkerên xwe ve
parastiban, pitir ji her devereka dî ya
Îraqê asayş lê ber qirar ba û proje li wan
cîyan hatiban çêkirin û xelk li deverê ji
aştiya civakî re amadekiriba, mixabin ev yek
nekirin û rê jî nedan Kurdan asayşa deverên
nakokî li ser heyî kontrol bikin, baş e heya
ku çareyek ji van deveran re hatiba dîtin
çima hêzek navneteweyî weke terefek bê alî
li wan deveran bine cî nedikirin.
Xuya ye hevîrê dîmukratîzekirina Îraqê li
gor berjewendiyên DYA ê dê gelek xwînê vexot,
ji bilî çend kesên mişexor û berjewendiya
wan di mana rejîma Seddam de hebûn hemû
miletên Îraqê pêxoş bûn ew dîktatorê xwînmêj
nemayi, lê her eynî ev xelk iro pirsiyar jî
dikin ka mirovayetiya DYA ji bilî kuştin û
dûberekiyê çî ji xelkê Îraqê re anî ?.
Heke her rojnamevek, nivîskarek,
siyasetmedarek, mamosteyek, hunermendek û
xudan ocaxekî dûr ji berjewediyên xwe yên
kesayetî yên teng dest xistiba ser wijdanê
xwe û rûyê rastiyê derxistiba pêş, niha
bêgûman li başûrê Kurdistanê em dê di rewşek
din da ban e. Mixabin gelek kesan qelemê xwe
hilgirtiye û ji abînkirina jiyana xwe re, ji
boy peydakirina nanê rojê li gorî dilê
berpirsê xwe bûyeran şirovedikin û lewma di
gelek waran de em hest pêdikin coreyê
diholqutanê ne li gorî selîqa dilê dîlankera
ye, berî her kesî diholqut bi xwe hest bi
selîqa şaş dike, lê ji bona şabaş zêde jê re
bên mecbûre berevajî kaşokî li daholê bixe.
Kî heye nizane eve ji roja rejîma dîktator
Seddam ruxyayi û ver ve li Îraqê ku başûrê
Kurdistanê jî dinav de pir guherînên balkêş
derketin holê yek ji wan guherînan jî bi
hêzbûna astê baskê tundrew yê olpewerî û
olperistiyê bû, mixabin ev êş bi harîkariya
dewletên derdorê Îraqê roj bi roj bi şêweyek
nenormal gihişt qonaxek metirsîdar.
Nemormale dema nifşek ji mirovan bi
piştbestin bi zagonên xwe yên ayinî
komkujiya nifşek dî yê mirovan ji xwe re
rewa bibînin û helal bikin, ya matmaytir ewe
dema ev zilim û zorî dihembêza hikumetek/hikumetên
nûhatî û ji xwe re dibêje/in pêşkeftîxwaz de
pêktên.
Dema mirov bi wêrekî û bi wijdan bixawze
destê xwe deyne ser birînê û karibe rastiyan
bi lêvbike, gereke bêje her dû hikûmet hem
ya Îraqê û hem jî ya Kurdistanê her yek bi
coreyekê di kuştina şengalê de beşdar bûn,
hikûmeta Îraqê bi bê berpirsiyarî nêzîk
kêşeyên gel û olên xwe dibe vê yekê rê li
ber hêzên îslamî yên tundrew û şofenîzim
vekir da ku derbekê li êzidiyan xin, ji
aliyekî hêzên Îslama siyasî li gorî baweriya
xwe êzidiyan, kiristiyan û sabiyan kafir û
ji rê derketî dibînin û dibêjin kuştina wan
bi cî înana beşek ji erk û erkanên me yên
olî ye, ji aliyê dî şofeniyên ereb dixwazin
waneyeka displînê bidin ber wê civakê ya ku
bûyî egerê erêkirina destûrê Iraqê, ew
destûrê bo yekemîn car di dîroka komara
Îraqê de, dan bi mafê fedraliya Kurdistanê
dayi, dan pê dana mafên kurdan di qanûna
bingehîn ya Îraqê de li ber hebûn û tinebûnê
bûn, lê wekî her car êzidiyan bi hestê xwe
yê netewî singê xwe da guleyên şofenîzim û
terorîstan û ji destûr re gotin ERÊ, tenanet
destûrê Îraqa federal bi ferqa dengên
êzidiyan li Musil hat erê kirin û ya niha tê
serê êzidiya jî baceya wê ERÊ ye.
Partiyên başûrê kurdistanê ev rastî baş dî û
hest bi helwestê kurdên Êzidî kirin, zanî ku
raste weke pêşiyên me gotî „Mirov ji dîn
dibe lê ji xwîn nabe“. Ez bawer dikim ew
lîste, partî yan alîyê mirov di
hilbijartinan de deng dayê, pêwîste wî/ê ew
maf hebe ku rexnê jî ji bo baştirbûna kar lê
bigire û gereke ew jî bi dilekî fireh rexne
û pêşniyarên hilbijêrên xwe qebûl bike, eger
na wê berbijêr li gorî şêwazên demûkratiyê
baweriya hilbijêrên xwe ji dest bidin.
Mixabin hikûmeta başûrê kurdistanê û di serî
de PDK û PUK ê ji sala 2003 û vir ve
nebişêweyek wekhev û yeksan kar û xebat ji
deverên nû rizgarkirî re kirin, dakokîkirin
li ser bi cî anîna xala 140 ji destûrê Îraqê
ji deverekê bo ya dî rengê xwe yê taybet
hebû û heye, gelek caran berpirsên kurdan ji
mediya yê re daye xuyakirin ku ew ne ji bona
petrola Kerkûkê dakokiyê li ser
kurdistanîbûna wê dikin, lê mixabin kar û
xebat berevajî van gotinan hatkirin, başe
eger rast dibêjin çima wan li Kerkûk,
Xaneqîn û Celewla û htd, endamê bolitbîroyên
xwe yaxûd kesên payebilind damezirandine û
bi şêweyek sîstematîk her serê seatê rewşê
dişopînin û ew li wir xwedî biriyarin û
bûdceyek vekirî jî li ber destaye. Lê
mixabin li deverên zaroyên jinbavê rewş bi
awayek dî ye, rêveberê Nahiyê, Qaymeqam û
perpirsê liqê/melbendî xwe wekî Emê Gozê
hesab dikin wisa difikirin her tişt di dest
de ye lê nizanin ku ew neciyê biriyardanê ne,
mixabin piraniya berpirsên PUK û PDK li
deverên êzidiyan ne di şarezayi jîn û jiyara
xelkê deverê ne, bo nimûne PDK li Şêxan
kesek kiriye berpirs xwarina destê êzidiyan
naxo, berpirsê liqa Şengal û çend hevalên wî
navê wan di lîsteya îstixbarat û casûsiya
rejîma Îraqê de aşkirabûne, ka vêca
xwendevanê birêz ku eve bin serkêş û
berpirsên deverên êzidiyan te divê rewş çawa
be!!!
Ji hêla cografî ve her bostek axa welat
taybetmendî û giringiya xwe heye, ji hêla
neteweyî ve jî xwîna kurdan yeke û gereke
gişt welatî ciyê rêz û qedirgirtinê bin, ji
bilî pîvanên niştimanperweriyê gereke ti
pîvanên dî nebin, her kesê pêgîriyê bi van
pîvanan neke kî be bila bibe pêwîste bê
lêpirsîn, me di bûyera Şêxanê de metirsiyek
wek bûyera ku li Şengalê qewimî anî ziman lê
hikûmetê guh nedayê û PDK ev gotin weke
rexne li dijî xwe hesab kirin û sor û sor
her kesê dengê xwe bilind kir jêre go tu li
dijî serokê meyî û tu hevalê parta Baas û
girêday filan û bêvanî, bûyera Şêxan derbas
bû, ne ew tas û ne ew hemam, ne tenê
lêpirsîn nekirin lê kesê dibin çavan de jî
li ser xatira xatiran serbest hat berdan,
kesên ew rûreşî kirîn her wekî ku wan
Kurdistana mezin azadkirî iro xwe şanaz û
mêr hesab dikin. Bûyera Behzanê (biborin
şanogeriya Keçika Êzidî) me got hey hawar
eve pîlane û gelî serok û rêberan di hawara
zaroyên jinbavê werin, wan go na piştrast
bin hûnin kurdên resen heya ku di nevbera
kurdên resen û kurdên reben da bawerî
windabûyi.
Hikûmeta herêma Kurdistanê, taybet PDK ê di
mesela Kuştina Duwayê de xemsariyek mezin
kir, ew kesê li wî çaxî navrêzik xwendibin û
hest bi germiya ragihana li dijî ayînê
êzidiyan kiribe, wê zanibe ka çend hikûmeta
herêmê û berpirsên PDK ê bi şêweyek nedîrekt
di bûyera şengalê de gunehbarin. Ez li wê
bawerê me hem hikûmeta herêma Kurdistanê û
hem jî PDK hest bi şermek mezin dikin ji ber
ku dinya alem dizane Şengal perçeke ji
Kurdistanê û ji boy cugrafiya Kurdistanê
xwedî kûrayiyek dîrokiye û welatiyên wê bi
sedan sale ji boy bersing girtina neyarên
Kurd û Kurdistanê berdêlek mezin daye û
didin. qeza Şengal nezîk 350 000 e, lê
giringiya wê ji boy hikûmeta Kurdistanê ne
bi qasî giringiya gundek biçûke li devaera
Kerkûkê, ku nifûsa wî ji 500 kesan kêmtire.
Ev yek jî hem di şêweyê rêveberiya herêmî û
hem jî di proje û programê paşerojê de xuya
ye, heke hikûmeta Kurdistanê bixwaze dikare
pir tiştan bike, başe ma damezirandina
qaymeqamê qzayê, rêveberên nahiyan,
rêveberên polîs û asayşê ji xala 140 ê re
zehmetin û girêdayi serweriya Îraqê ne, yan
kolana bîrekê û gihandina xiwarinê ji xelkê
sivîl re. Berpirsên devera Şengal dibêjin em
li ser hêrişek terorî çend roj berê hatibûn
agehdarkirin, tenanet çend seat beriya
hêrişê welatiyekî ev 4 erebeyên barhilgir û
çend erebeyên dî û liv û tevgera çend
mirovên xerîb di binê newala gir Ezîr de
dîtibûn, û dema ku xwestî tiştê wî bi çavên
xwe dîtî bi şêweyek kesayetî ji berpirsê
liqa PDK ê re bêje zêrevanan nehiştiye ev
welatî bikeve hundir û jêre gotine ku seyda
yî razaye.
Başe çima seydayê razayi 500 zêrevan hebin û
bi dehan erebe û tank zirîpoş wî biparêzin û
belingazên gir Ezêr û Sîpa Şêxidrê ku nifûsa
wan zêdey 20 000 kesa ye 50 polîs nebin wan
biparêzin, başe ma hebûna pêşmergeyên
partiyan li deverê tenê bo parastina bejin û
bala berpirsa ye, yan gereke pêşmerge ser û
malê welatiyan biparêze, li gişt cîhanê
wateya berpirsiyê xizmetkariye mixabin tenê
li welatê me wate ya berpirsiyariyê
dizîkirin û gendelî ye, ji ber vê ye ku iro
em dibînin li Kurdistanê bêşermane
gendeliyek mezin heye, gendeliya li
Kurdistanê û milmlana partayetiya berteng
99,99% dê xolîseriyek misoger bi xwe re bîne.
Ez ji vê xemsariya hikûmeta Kurdistanê
sebaret Şengalê di nava fikarek mezin de me,
ez ji pîlana kirîn û firotinek bi qirêj
ditirsim, wate Şengal bibe qurban, berdêl û
pêgihorka Kurdistanîbûna deverek din !!!
Çavê her kesî lê ye ka dê hikûmeta
Kurdistanê piştî karesata Şengal bi merema
rê li bergirtina van core bûyeran çi
pêngavan pavêje, li gor dîtina min beşekî
giring ji xalên çareseriyê evin:
1- Gereke hikûmeta Kurdistanê cidîbûna xwe
li ser mesela kurdistanîbûna axa şengalê
ragihîne, kurdbûn û Kurdistanîbûna êzidiyan
gereke ne tenê di warê gotinan de bimîne.
2- Heke raste hikûmeta Kurdistanê di mesela
vegera Şengalê û xizmetgîzariya we de cidî
ye, lê ev hewildan wekî ew dibêjin ji bal
DYA ê û hikûmeta navendî ve tên astengkirin,
gelek şêwazên dî hene hikûmeta Kurdistanê
dikare bike, bo nimûne dikare bi hêcete
encamdana hijmarek projeyên bazirganî yaxûd
mirvayetî û xizmetgûzarî bi navê çendîn
kampaniyayên prîvat xizmeta welatiyên xwe
bike û wan ji rapirsa di xala 140 de amade
bike.
3- Bi merema vegerandina baweriyê, pêwîste
lêpirsîn bi sercem berpirsên hikûmetê û yên
partiyên devera Şêxan, Behzan û Şengal re bê
kirin, di serî de pêwîste kadirên PDK û PUK
derkevin pêşberî dadgehê, pêwîste ev
lêpirsîn ne bi şêweyek şanogerî be, pêwîste
gunehbar bi pêşêlkirina serweriya netweyî û
têkdana rewşa asayişa herêma Kurdistanê û
gendelîyê bên tawanbarkirin.
4- Kêmkirina dûberekiyê û kizkirina
milmilana bê wate di nav rêzên welatiyan de,
ev pêngav jî gereke ji bal PDK û PUK bê
havêtin. Mixabin di eniya nakokiyên navxoyî
de kurdan gelek qurbanî dan û ji bilî
malwêraniyê ti encam jê derneketin.
5- Bi hêzkirina fikra neteweyî û mirovayetî
baştirîn dermane, ji ber ku çendîn ev fikir
pêş de here ew qas wê fikirê olî û
olperistiya fenadik û radîkal paş de veger.
Iro ji me re nedîn lê welatperwerî û
prensîpên mafê mirovan giringin.
6- Kirîn û firotina endam û kadiroyan bila
bes be, şermek mezine iro bazarê vê
gendeliyê bi hêz bû ye, xwe firoş jî mirovên
xweperist û bêxêrin gereke di civakê de
riswa û şermezarbin.
7- Ew kesên ku navên wan di lîsteyên caş û
sîxuriyê de hatine gereke bi zûtirîn dem
derkevin pêşberî mehkemek taybet, ne dûre
pêwendîya hind kesan bi teroristan re hebin,
gereke ev kes pleyên bilind û berpirsiyariyê
wernegirin.
8- Gereke Perlemanê Kurdistanê Roja 14
Tebaxê wekî roja li dijî terorê bi biriyarek
resmî ragihîne û her sal salroja karesata
Şengal bi kor û semînaran bê li bîranîn,
gereke Êzidî jî vê rojê ji xwe re weke roja
cangoriyan bizanin.
9- Pêwîste Êzidî vê karesatê ji xwe re bikin
palpişt û tifaqa xwe çêkin û hewil bidin vê
komkujiyê weke derbeyekê li dijî nifşê
êzidiyan li Kurdistan, Îraq û cîhanê bidin
qebûlkirin.
10- Avakirina gundên devera Şengal bi
şêweyek moderin û pêşkêşkirina harîkariya
domdirêj ji nişteciyên deverê re.
11- Çekkirina xelkê deverê ji bal hikûmeta
Îraqê ve, gereke li Bexda hikûmeta
Kurdistanê di vî warî de gavan pavêje, eger
hikûmeta Bexda nekir gereke hikûmeta
Kurdistanê bi merema parastina ser û samanê
welatiyên xwe destpêşxeriyê bike.
12- Bi her behayekî be bila bibe gereke
pirek ji harîkariya locistîk re li ser ava
Fişxabûr bê ava kirin û eve ji boy
kurdistanîbûna Şengalê weke reha xwînê ye.
Berlin, 22.08.007