Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê topên zeman
Kes nebên Kurd dimirin
Kurd jîn dibin .
Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan
.........................."
DILDAR
Bi kêmasî her Kurdek dizane ku berê çend
sedsalan bavpîrê xwe eyzîdîperest bû, û
eyzîdî olek ji olên pêşîn bû ku bi xwedayekî
bawer kirin. Piştî ola îslamî bi riya
pêxember Mohemed tête ragiyandin û ew ola li
nik pir gelên cîhanê bi riya cengan tête
pejrandin, gelê Kurd jî bi piraniya xwe mîna
gelek miletên din, di bin zor û setemê de
ola îslamî, ya ku li girava erebî dest
pêkiri bû, bawer kir, yan xwe bi bawerkirin
dida .
Weke pir rind di dîroka îslamî de tête zanîn
ku bi dehan û sedan Kurdên îslamperest
navdar in, ewanan navê ola îslamî pir bilind
kirin û paya wan di serketinên cengan de zor
bilind bû. Selah eldîn Eyobî eniya dîroka
îslamî bi qehremantî û serketinên xwe
xemilandiye. Em naxwazin li vir pir dûr
biçin, bi kurtî beşek ji gelê me li
Kurdistanê xwe radestî îslaman nekir, ewî
beşî ji bo parastina ola Kurdan ya resen bi
pîdarî berxwedanên dijwar kiriye, evî beşî
72 fermanên tevkujî û setemkariyê di bin
navê îslamperestiyê de dîtine, û rûberek
mezin ji deşt, newal û çiyayên Kurdistanê bi
xûna van pakrewanên "Eyzîdayetiyê " hatine
avdan û bi saya van Kurdên bawermend ola
Eyzîdî mîna beşek ji felsefe û şaristaniya
jînê ta niha hatiye parastin.
Eger em vekirî bêjin; Kurdên eyzîdî ne tenê
setemkarî ji aliyê milêtên biyanî dîtîne, lê
gelek mixabin ewanan pir zordestî û hêrişên
hovane ji aliyê hin birayên xwe, Kurdên
musliman jî dîtine, dijminên netewa me pir
caran hin Kurdên musliman xopandine û ewanan
li dijî birayên xwe çav sor kirine, lê li
aliyê din divê ez pesnê gelê me yê eyzîdî
bidim ku piraniyên wan tucarî nexwestine ji
welatê xwe Kurdistan birevin û koçberî
welatên din bibin, ewanan herdem li cihûwarê
bavpîrê xwe mîna çiyayê "Araratê" û çemên "Feratê"
û "Dicle"cîhwest mane û herdem welatê xwe
KURDISTAN û OLA xwe bi vîneke netewperestî û
bi baweriyeke olî bilind parastine.
Di mêjoya nûjen de neyarên gelê Kurd û
Kurdistanê dîsan bi awayên ne zanistî û ne
mirovane berxwedane ku nasnama Kurdên eyzîdî
ya netewî bi riya hin noker û xwefiroşan
biguherin, lê dîsan bi saya Eyzîdiyên
Kurdistanî helwestên wan yên mêrane pîlanên
dijminên gelê Kurd bi serî nebûn ango bi
serneketin, ronakbîrê û welatparêzên me yên
Eyzîdî bi qehremanî û bi şehrezayî dek û
dolabên neyaran pûç dikirin, li aliyê din jî
mîna birayên me Eyzîdî baş dizanin ku bi
melyonan Kurdên musliman bi çavên rêzdarî li
ola xwe ya kevnare temaşe dikin, birayetî û
hevaltiyên xwe li ser bingeha netewayetiyê
bi Kurdên Eyzîdî re dikin.
Ez dibêjim belkî ne zêde be ku ez li vir
tenê birek ji helwesta xwe wek nimûneyeke
zindî ji xwendevanên rêzdar re hûnim zimên;
gava ez di sala 1993 an li Kurdistana Îraqê
bûm û min mîna mamosteyê zimanewaniyê di
beşê kurdî li zankoya Selaheldîn kar dikir,
di wê salê de jî navenda Lalişê li Duhokê bi
alîkariya desthilata kurdî hate damezrandin,
min jî weke her kurdekî ronakbîr bi
mamosteyê nemir Hemîd Surî re serdan li
navenda Lalişê kir û me pîrozbahiya
rêvebirên navendê kir, li wir min seydayê
mezin pîr Xidir Sulêman nas kir, ewî gote
min; mîvanê me ji Kurdên Rosiya henin,
ewanan dixwazin seredanê li LALIŞÂ NURANÎ
bikin, ma tu jî dixwazî bi me re biçî wir ?.
Min bi wî re got; mamoste , te daxwaza dilê
min anî zimên, diyar e te hestên min di
çavên min de xwendin, ma çawa ez naxwzim
herim şaristaniya bavpîrên xwe bibînim û
hinekî çerxa dîroka setemkar hûnim bîra xwe.
Bi kurtî ez bi birayên xwe re çûm "LALIŞÊ",
li wir ez li dîroka bavpîrên xwe vegerîm,
min rêdan ji seyda Pîr Xidir Sulêman xwest
ku ez jî dixwazim li vir mîna we bikim, û
rêzê li vê cihê pîroz bigrim, ewî gote min
tu çi dikarî wê bike ! Di rastiyê de, mîna
ku tête bîra min, min pir gav weke birayên
xwe eyzîdîperest avêtin û min rêzeke bê
sînor li "LALIŞA NURANÎ" kir. Ev wêneya di
dil û serê min de herdem zindî ye, ez xwe bi
wê serdanê pir serbilind dibînim û herdem ji
xwe re dibêjim, eger ez welatparêz bim yan
mirovperwer bim, ev serdana min li "LALIŞÊ""
beşeke ji welatparêzî û mirovperweriya min
e……Ez hêvîdar im ku bi van çend rêzikên xwe
li ser wê serdana dîrokî, min nama xwe gihan
dibe birayên xwe musiliman û eyzîdîperestan.
Rola piraniyên Ezîdiyan di dîroka tevgera
azadîxwaza Kurdistanê û her weha jî di
pêşvebirina çand û behemên zanistî de ji me
hemûyan re gelek diyar e.Lewra jî dijminên
gelê Kurd û bi taybetî rêcîma partiya Bes li
Îraqê gelek tawanên mezin li Kurdên eyzîdî
kirin û beşekî mezin ji Eyzîdiyan li navça
Şêxan û li derdora wê, di sala 1992 an de ji
herêma dayik "Kurdistan" veqetandin û li jêr
destên xwe de hêştin .lê dîsan
niştimanperwerên eyzîdî xwe ji tevgera xwe
ya netewî veneqetandin û ewanan bi hemû
awayan piştvaniyiên xwe çi bi dizî û çi
eşkere derbarê herêma xwe Kurdistan ya azad
derdibirîn.
Piştî ku di 9.04.2003 an de rêcîma Sedamê
dîktetur hate rûxandin, dewleta fêderal li
Îraqê ava bû, xala 140 î di destura Îraqê de
bi saya cemwerên Kurdistanê, di nav wan de
Eyzîdiyên welatparêz li navça Şêxan û
deverên din, û bi saya nûnerên hêzên
Kurdistanê, bi taybetî P.D.K bi seroketiya
kek Mesud Berzanî û P.Y.N. bi seroketiya mam
Celal Telbanî di perlemana Îraqeê de hate
pejrandin… Hêviyên birayên me Eyzîdî hatin
vejandin ku ewanan piştî pêkanîna yasya 140
î têkevin bin siya destlata xwe ya kurdî û
ya resen …Ev daxwaz û armancên Kurdên Eyzîdî
li nik neyarên Kurd û Kurdistanê zor zelal
bûn, lewra jî dijminên me, ango dagîrkerên
Kurdistanê dîsan mîna hercar bi hev re
pirojeyên xwe li dijî armancên gelê Kurd bi
dizî bi alîkariya têrorîstên îslamî û
nijadperestên miletên serdest li ser rêça
xûnvexwer Elî Kîmawî berdewam kirin û di
sêşemeke reş, 14.08.2007 an de bobelateke
gewre bi ser Kurdan ve anîn, ewanan carek
din Helbceyeke duhem di eniya dîroka xwe ya
tarî û qirêj de çandin û bi sedan Kurdên
Eyzîdî pakrewan bûn û bi sedan jî birîndar
bûn .
Armanca neyarên me pir diyar e, ewanan
dixwazin gelê me li Şingalê çavtirsiyaî
bikin ta ku ewanan ji welatê xwe awere bibin
û beşek ji welatê xwe ji biyaniyan re
bihêlin .., lê ez kanim bêjim ku dijminên me
ta niha hîn tênegihîştine ku vîna gelê Kurd
di pêvajoka mêjoyê de tu carî nehatiye
tewandin, gelê me xawên pêşbîniyên zor
dewlemend in, niştimanperwerên Kurdistanê
pêşda zanin ku qelengê azadiyê tenê qurbanî
û pakrewanî ye û di pend û şîretên kurdî de
hatiye; "Her bostek erd temenê xwe tasek
xwîn e .", dêmek pêwîst e, neyarên me vê
rastiya me baş bizanibin ku gelê Kurd,
Kurdên îslam û eyzîdî perest tucarî ji ber
dijminên xwe axa xwe ya pîroz bi chi
nehêştine û ne jê dê bi chi bêhilin, eger ne
weha ba, dê gelê me ji zû de mîna hin
miletên din dêrînî li Rojhilatanavîn bihata
pişaftin û bê xak û welat bima ..
Di encama van gotin û nirînên xwe de ez
dixwezim hest û helwesta xwe li ser
tevkujiya bêzar derbibirim û ez jî mîna her
kurdperwerekî dixwazim bi malbetên Kurdên
Eyzîdîperest re azerî û janên wan ji dil de
parve bikim û ji wan re bêjim ku derd û êşa
we beşek ji bêzariyên me ye, birîn û zamên
we, birîna gelê Kurd e, nirx û buhaya axa
Şengalê mîna buhabûna Amedê, Muhabadê,
Dohokê, Efrîn û Qamoşliyê ye û bila serê we
û gelê Kurd sax bin û hûn herdem bimînin
Kurdistanperest û qehreman.
Almaniya 20.9.2007