Rezoyê Osê
Durv û nîşanên navan di civaka Kurdî de *
Navlêkirina zarokan ( çi nêr û çi mê ) di civaka Kurdî de, li "
Binxet "ê, wilo jî li hemî parçên Kurdistanê, di gelek êtapên dîrokî
re derbas dibe. Lê, mirov dikare sê êtapên bingehîn ji wan bibijêre
û berçav bike û li gorî vê parvekirinê, berxwedanên civakê
dorpêç bike :
I. Êtapa bandora Misilmaniyê di lêkirina navan de :
Bi ser ko min ti pirtûk û lêkolîn, di vî warî de, ne pelandine, lê
ev war hêjayî rawestan û lêkolînê ye. Ji ber, dema mirov koka
guhertinên civakî / di çi warî de be / ji hev vewejêre, mirov
desthilatê nasîn, nîşankirin û binavkirina êş û janên civaka xwe ye.
Hinga, mirov dikare destê xwe deyne ser birînê, derman binase û
saxlemiyê biçesipîne.
Bi ser ko ti pisporiya min, di vî warî de, nîne. Lê, ez dixwazim bi
vê hewildanê, vê mijarê di bîra pisporan de bînim. Ji ber ev mijar,
di behweriyên min de, piraniya guhertinên civakî, di warên hizirdarî,
ramyarî, psîkolojî...û yd. dorpêç dike. Lewra, nasîn û vekirina
razên vê yekê wê dergehekî fereh li ber me veke ko mirov bigihîne
serê nexê regeznasiyê, tanî mirov bi êtapên dîrokî re xwe bigihîne
destpêka demên gelnasî û miletperweriyê.
Belê, dema Kurdistan ji hêla leşkerên Misilmanan ve hate dagîrkirin
û Kurdan / bi piraniya xwe / Misilmanî pejirand, gel kete bin
bandora ola nû de. Vê olê jî, li ser bingehên ko li ser hatibû
avakirin, dest avête hemî movikên hebûn, behwerî û jiyana civakê.
Wilo, sinc û rewiştên civaka Kurdî, li gorî ayîna nû, ketin bin barê
guhertinan û hatin talankirin. Bi vî rengî, nav jî, xweber, ketin
ber talanê û kirasê ola nû bi ser xwe de berdan.
Ev kiras jî, di warê navlêkirinê de, li gorî pergalên ola nû hate
fesilandin. Pergal jî dibêje : " خير الأسماء ماحَُِّّمد وعُبد" .
Ango , pîroztirîn nav ew in, yên li Pêxember û Xwedê vegerin. Kurdan
jî ev kiras, bi kêfxweşî, bi ser bejna xwe de berdan, bê ko ji xwe
bipirsin, ka li wan tê yan na. Lê, diyar e ko wê demê, vî kirasî,
xwe li bejna civakê dixwar.
Bi vî rengî û di bin bandora ola Misilmaniyê de, çend grûpên (komên)
navan li civaka Kurdî bar bûn û hin bi hin, navên gelêrî ji civakê,
bê ko hest bike, hilatin.
Bi hilatina navên gelêrî ve, civakê durv û nîşanên xwe, di warê
navlêkirinê de, roj bi roj, winda kirin. Wilo , ziyan gihişte tevaya
kelepora gelêrî, dema sînor di navbera kelepora gelêrî, berî û piştê
Misilmaniyê, nema hatin cudakirin û mane nebîna. Hinga, çîrok,
çîvanok, metelok, serpêhatî, sinc û rewiştên Kurdî, bi tûnca
Misilmaniyê hatin kutan û çîsandina gelêrî, di wan de, melûl bû. Lê,
dema mirov bi hûrbînî guloka rîsê dihevalayî bipelîne, dişê serê
nexê vê gulokê bigre û şopa gel û kelepora wî, di hemî êtapên dîrokî
de dorpêç bike.
Navlêkirin, di civaka Kurdî de, li "Binxet" ê wilo jî li piraniya
herêmên Kurdî, di gelek pêpelûkan ve derbas dibe. Lê, mirov dikare
ji wan, li ser çend êtapên bingehîn raweste û li gorî koma navan van
êtapan berçav bike :
1. Navên pîroz :
Koma van navan bi destpêka dagîrkirina welatê Kurdan ve tê girêdan.
Di vê demê de, navên şêrîn, pîroz û yên ko ji hêla gel ve dihatin
pejirandin, navên Xwedê û Pêxember bûn, ew navên ko Kurdên nû
derbasî vê olê bûyî, hîna ji wan ne ditengijîn û bê dudilî, li
xwe dikirin :
a. Navên Xwedê : El-Ezîz ; El-Kerîm ; El-Mecîd.......û y.d.
Ji ber ko ev navên pîroz tenha pesn û nîşanên Xwedê ne, gerekbû
mirov bi koletî wan li xwe bike. Lewra navên mirovan, li gorî vê
rêzkirinê, bûne :
Ebdilezîz ; Ebdilkerîm ; Ebdilmecîd ....... û y.d. / "Ebid" bi Erebî
"kole" ye /.
Bi ser ko ev nav, di êtapa pêşî de, ji belavbûna ola nû, dihatin
pejirandin lê civaka Kurdî ev formên nû li van navan, li gorî zimanê
xwe, kirin .Wilo, ev nav bûne :
Ezo ( Ezîzo) ; Evdê (Evdiyo) ; Mico ( Mecîdo ) ..... û y.d.
b. Navên Pêxember : Muhemed ( محمد ) ; Ehmed ( أحمد ) ;
Mustefa ( مصطفى ) .....û y.d.
Ev nav jî, di civaka Kurdî de, nenas bûn, lewra Kurdan ew jî li gorî
zarê xwe û pêwîstiyên bilêvkirinê guhertin. Wilo, ev nav bûne :
Miho (Mihê) ; Hemo ( Ehmê) ; Misto (Mistê).... û y.d.
2.Navên rûmetdar :
Belê , piştî ko ola nû ( Misilmaniyê ) di civaka Kurdî de rehên xwe
berdan û
dara Misilmantiyê bû bi şax û pel, civaka Kurdî kete bin bandora
guhertinên nû de ji navlêkirinan. Ew jî, pejirandina beşekî nû ji
navan bû :
a. Navên serkanên ola nû :
Navên nifşê pêşî, ji hilgirên ola nû jî, cihê xwe, hin bi hin, di
civaka Kurdî de girtin û di demeke kurt de belav bûn, weku :
E`lî (علي ) ; O'thman ( عثما ن) ; O'mer ( عمر).... û y.d.
Lê, Kurdan ev tîpên zengelorkî û gezderîn / yên ko tenha perdên
zengelorê di derênana wan de dikevin kar ( ع ) û yên ko dinan serê
zimên gez dikin, da bi lêv bibin ( ث ) / sirt û giran dîtin, loma ew
jî li gorî zar û zimanê xwe bi kar anîn. Êdî ev nav bûne :
Elî ( Elo ) ; Osman ( Etman ) ; Emer ( Emo ) .... û y.d.
b. Navên navdar û lehengên ola nû :
Hemza ( حمزة) ; Xalid ( خالد) ; E'bbas ( عباس) ..... û y.d.
Erê, civaka Kurdî, di riya dîndarên xwe re, fêrî jînenîgariya van
navdar û lehengan bû, wilo jî sinc û rewiştên wan giranbuha dîtin,
lê ev nav jî li gorî pêdiviyên zimanê xwe guhertin. Ango, navên avra,
li ba Kurdan, bê destavêtin, cih negirtin.
Piştî vê yekê, Kurdan navên dumil ji van navan afirandin, da ji nav
û pesnekî, navekî nû saz bikin. Ev afirandinên nû jî taybetmendiyeke
Kurdî ye û diyardeya bişaftina ( helandin ) civaka Kurdî di ola nû
de ye.
3. Navên afirandî :
Dema van navlêkirinan bû dema cihgirtina ola misilmaniyê di civaka
Kurdî de. Belê, di vê demê de, Kurdên zanyarên ola nû peyda bûn û
bûne xwedî bandor di afrandina navan de. Wilo jî, bûne bilîmentên
navlêkirinan. Hinga, kurmê ola nû, ji dil, kete giyanê civakê de û
demeke dûvdirêj tê de şolivî û bi xwe ve girêdayî hişt, tanî
nasnameya navên herêmane, bi carekê, ji holê hate rakirin û durv û
nîşanên vê nasnameyê, di riya navên nû re bi mij û moranê hatin
pêçan. Êdî, civakê parçekî giring ji taybetmendiya hebûna xwe bi der
da :
a. Navên pesindar :
Muhemedxêr ( محمد خير) ;Muhemedemîn ( محمد أمين) ;Muhemedreşîd (
محمد رشيد ) .... û y.d.
Ji ber ko bilêvkirina van navan, bi civaka Kurdî giran bû, ew li
gorî zarê xwe bi kar anîn. Loma, ev nav, li gorî rêzkirina jorî,
bûne :
Xêro ; Emîno ; Reşîdo .... û y.d.
b. Navên hêzdar :
Koma van navan hêz û xurtiya serkanên ola Misilmaniyê berçav dikirin
:
Seyfeddîn ( سيف الدين) ; Şihabeddîn ( شهاب الدين ) ; Necmeddîn ( نجم
الدين )...û y.d.
Ev nav jî weku hemî navan, li ser zimanê Kurdî ne şêlan û bi
asanî nehatin binavkirin. Loma di axaftin û navhildanan de bûne :
Seyfo ; Şihabo ; Necmo ... û y.d.
Ne tenha wilo, lê Kurdan, berevajî miletên din, di desthilatdariya
xwe de / nimûneya Selaheddînê Eyûbî /, ti qezencên netewî bi dest
nexistin, lê tenha bizav di ber ola misilmaniyê de kirin û bi
çespandina desthilatdariya vê olê, ne ya xwe / weku gel / kêfxweş û
şad bûn. Hinga, ev ol kete hemî movikên jiyana civakî de û berevajî
destpêkê, navên nû, ne tenha hatin pejirandin, lê hatin afirandin û
di civaka Kurdî de, bûne beşek ji kultûra navlêkirinan.
Kultûra navlêkirinê, ne tenha ziyan gihande jiholêrakirina navên
Kurdî, lê ziyan gihande hemî movikên jiyana gel, tanî nasnameya
navan hate windakirin. Ne tenha wilo, lê hizr û ramanên Kurdî di
meşka Misilmaniyê de hatin keyandin û nîvişkê vê meşkê kete hîzê
zimanê pîroz ( zimanê Qur'anê ) de. Ango, kar û westana zanyarên
Kurd, di hemî waran de ( zanistî, fîlosofî, astronomî, toreyî,
hunerî, dîrokî, kultûrî .... û y.d. ) bi zimanê ola nû hate weşandin
û di bin sîwana zimanê pîroz de hate tapokirin. Wilo, di riya
windabûna nasnameya navan re, hizr û ramanên Kurdî jî hatin
windakirin û biderdan. Lê, di dawiya vê êtapê de çiroskên
regeznasiyê, ji hêla hin zanyaran ve, hatin vedan û dora xwe ronî
kirin.
II. Êtapa regeznasiyê di bijartina navn de :
Piştî demeke dirêj, ji behwerpêanîn û xwesipartina ola nû, beşekî ji
zanyarên
Kurd nema keda xwe li ser navê regezeke din tapo kirin. Bi kurtî,
nema hizr û ramanên xwe di meşka Misilmaniyê de keyandin û nîvişkê
bidestxistinên xwe nema xistin hîzê regezeke din de. Ango, regeza
xwe ji regeza zimanê pîroz cuda kirin û bizava xwe, bi zanebûn, bi
zimanê xwe kirin. Diyardeya wan jî, di vî warî de, taybetmendiya
navan bû.
Wilo, di destpêka sedsala yazdehan de, navdarên weku Elî Herîrî (
1009 ), Baba Tahir ( sedsala XI ), Cizîrî ( dawiya sedsala XI ),
Feqihê Teyran ( 1302 ), Bateyî ( destpêka sedsala XV )... û y.d. xwe
bi herêmên xwe dane binavkirin û bandora navlêkirinên olî sar kirin.
Bi vî rengî, vê şopa nû, kulorîkek di dergehê gelnasiyê de, li ber
nifşên li pêş, vekir û ew agadar kirin ko nav yek ji bingehên
nasnameya mirov in / ji ber ev mijar tenha li ser bandora navan e,
em tê de nahingivin zimên û hêmanên din /
û kar û xebat ji danasîna vê nasnameyê re gerek in. Ev danasîn jî,
di pêpelûka pêşî de, di riya şûn û waran ve hate diyarkirin. Êdî
navên pêşî nema hatin hildan, lê paşnav bûne cih û war ( Herîrî ;
Bateyî ; Cezîrî...), bûne xak û erdnîgarî , bûne
welat, bûne Kurdistan.
III. Êtapa gelnasiyê di vejîna navan de :
Dema hêza desthilatdariya Misilmaniyê / piştî desthilatdariya
Eyûbiyan / kete destên miletên din de, ev ol ji xwe re kirin pir, da
di ser ve derbasî gêra bidestxistina qezencên netewî bibin. Wilo,
pişka gelê Kurd, ji vê olê, li gutê ket. Êdî, gelê me, ne tenha baca
vê ligutêketinê, tanî îro roj, dide, lê baca biderdana durv û
nîşanên civaka xwe jî dide. Belê, windakirina nasnameya navan jî,
yek ji van bacan bû.
Di vê rewşa nû de û di bin bandora kela gelnasiyê de, nifşên
jîndarên vê êtapê bi kar û barekî giran rabûn. Ew jî eşkerekirina
gelnasiyê, di riya navan de, bû.Vê êtapê di dawiya sedsala şazdehan
de dest pê kir û zanyarên wê li gelnasiya xwe hay bûn û xwe bi vê
yekê serbilind didîtin.
M.E.Xanî ( 1591 ), ko xwe bi durvê " Xanî " da nasîn, serkêşiya vê
êtapa nû kir. Wilo, ronakbîrên Kurd hewildanên xwe di ber parastina
gelê xwe de, ji windabûnê, kirin û xwe ber bi doza bidestxistina
taybetmendiyên gelê xwe ve kişandin, da hin bi hin ev doz, di
çarçeva mafên netewî de formule bibe.
Ronakbîrên Kurd, bi şiyan, bandora xwe li vê qûnaxê, di hemî waran
de, kirin. Yek ji vê bandorê jî bicihkirina taybetmendiya
vejiyandina navên gelêrî bû. Belê, di prosesa vejiyandina navên
gelêrî de, ristikeke bê dawî ji ronakbîrên Kurd da pey şopa M.E.Xanî
û civaka Kurdî li navlêkirin û pêwîstiya wan, di durv û nîşanên
gelêrî de, hay kirin.
Navdarên vê qûnaxê Nalî ( 1797 ), Pertew Begê Hekarî ( 1802 – Dîwana
wî hatiye nivîsîn ), Pîremêrd (1807 ), Hacî Qadirê Koyî ( 1815 ),
Wefayî
(1838), Şêx Riza Talebanî ( 1842 ) .... û y. d. bûn .
Lê, roniya qûnaxa bicihkirina navên Kurdî, di civakê de, bi
gêrvedaneke gelêrî, di destpêka sedsala bîstan de, gur bû û roniya
xwe berda her maleke gelperwer. Navên vê qûnaxê jî pir in û karên
wan eşkere û pelandî ne. Ew jî yên weku Bêkes( Faiq ), Goran ..... û
y.d. bûn.
Giringiya navlêkirinên Kurdî, di nav Kurdên " Binxet " ê de, bi saya
zanyar û hişmendên weku Mîr Celadet Alî Bedirxan, Dr.Kamîran Alî
Bedirxan, Cegerxwîn,
Qedrîcan, Osman Sebrî, Namî, Reşîdê Kurd .... û y.d. hate
berçavkirin û bû zîlana gelperwerî û serbilindiyê. Ne tenha wilo, lê
bû durvê kurdewariyê jî. Wilo, di encama kar û xebata vî nifşî de
navan cihê xwe, di civaka Kurdî de, bi tundî girt.
Belê, nav bûne durvên civakî û siyasî. Êdî, di riya navan re, kes û
malbat / car- caran êl û eşîr jî /, bi van durvan, dihatin
nîşankirin. Tanî dîroka kurdewarî û gelperweriya her mirovekî, li
navê wî vedigera, dihate pîvan, dihate nirxandin û dihate
destnîşankirin. Bi kurtî, li " Binxet" ê, nav bûne nasnama her
mirovekî û bûne neynika girêdanên oldarî,s iyasî û kurdewarî. Belê,
dema mirov navên: Azad; Berzan; Serbest; Serdar....û y.d. dibîne,
dikare qûnaxên van navlêkirinan binase û pileya kurdewariya vê
malbatê, di riya wan re, bipelîne. Lê, gava navên: Nehro; Fîdil;
Îvan; Meksîm....û y.d., di ber çavên te re, di malbateke Kurdî de,
derbas bibin, nasnameya vê malbatê ji te ve diyar dibe. Wilo jî,
qûnaxên navên weku : Selam ; Cemal ; Xalid ; Fêsel ... û y.d. ji
herkesî ve diyar û nas in. Ne tenha di van waran de, lê malbatên
olperest jî, bi durvên navan têne çarçevkirin û pileya sistî û
hişkeoldariya wan berçav dibe.
Navan, bi vî rengî, bandora xwe li Kurdên "Binxet" ê kir, tanî bûne
nasnameya girêdanên her mirovekî di destnîşankirinên kurdewarî,
siyasî û oldarî de. Lê, çawa be, prosesa navlêkirinan li "Binxet " ê
kete warê xebat û berxwedanên siyasî de û bûne nîşana miletperweriyê.
Belê, ev nîşan bi şiyan û serbilindî hate çesipandin û hate hildan.
Qamişlo
18.09.05
/ berdewamiya babet, di xeleka bê de :" Ziman û berxwedanên
parastinê " /.
---------------------------------------------------------------------------------------------
* Min, di vê lêkolînê de, navên " mêza " di ser guhên xwe re avêtin
û tenha li ser navên "nêrza" rawestam. Lê, navên "mêza", nemaze di
qûnaxa nû de, kulîlkên rengereng in di nasnameya navan de.