Helîm Yûsiv
Destpêkê divê ez li xwe mikur bêm ku di qada afirandin û
rewşenbîriyê de baweriya min bi karê bihevre ( cemaî) pir kêm e.
Weha jî hêviyên ku mirov dikare li ser encamên vî karî girêde wê pir
hindik bin. Ji ber ku afirandin bi taybetî û rewşenbîrî bi giştî
pirojeyeke tekkesane ye, ango rûdaneke ferdî ye. Bi vê têgihijtinê
mirov dikare ji hewildanên komkirin û civandina nivîskar û rewşenbîr
û hunermendan nêzîk bibe.Wekî din, tenê di çarçoveyeke siyasî de,
mirov dikare van komkirinan giring bibîne û ev nayê wê wateyê ku ev
yek ji bo pêşxistina bizava rewşenbîrî yekcar ne giring e. Lê, em
bixwazin nexwazin wê têgeha ( rewşenbîr ) neyê wê wateya xwe ya
asayî û giran. Ji bo em hinekî dûrî dîtinên giştî bibin û bên ser
mijara xwe, baweriya min ew e ku ev pirsa ku ji hêla komîta kargêr
ve hatiye kirin ( pîvanên rewşenbîriyê çi ne ? )pirseke ne di cihê
xwe de ye. Ji ber vê jî, nîqaşa ku li ser vê mijarê bê kirin wê bê
ser û ber be. Selîm Biçûk jî hatiye ser xefka bersivê û gihijtiye
encamin tevlihev. Selîm weha dinîvisîne: ( Eger di vê babetê de em
vegerin ser pirsa Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava Li Derve
HRKRD û bi pîvanên jor lê bikolin emê bibînin ku ev sazî tenê
hewldanek bû ber bi pirsgirêka rewşenbîriyê ve.) Nizanim çima Selîm
qala vê saziyê di dema derbasbûyî de dike ( hewldanek bû ).Çima ne
hewildaneke, ji ber ku ev hewildan hîna berdewam e. Ne tenê wilo,
belê Selîm ji vê yekê wirdetir diçe: ( Di baweriya min de şaşiya
herî mezin ew bû ku ev bîr û boçûn ji hêla ramanî ve têr guftûgo
nebû. Bingehek dîtiyarî(theorî) ji bo vê avakirinê nehat danîn. ).
Di baweriya min de jî, eger guftûgo li ser vê mijarê bêne vekirin wê
bi salan dawiya wan neyê û çarçova karê vê hevgirtinê tiştekî din e.
Ango, bêyî şîroveyên dirêj, divê mirov têbigihêje ku ev peyva
rewşenbîr, di vê çarçova destnîşankirî de, weke HRKRD, di nav du
kevanan de ye û mebest jê ew kes in yên ku bi karê nivîsandin, huner
û ragihandinê mijûl in. Rast e, ev gav di bin giraniya bûyereke
siyasî de hat meydanê lê ne pêwîst e ev hewildan her û her bimîne
dîl û hêsîra rûdanên siyasî. Ji hêla din de jî, ez dixwazim wê
Idiyalîstî û mîsaliyeta Selîm Biçûk rexne bikim, weke ku şaş mabe,
bê çawa hîn ji kongirê yekemîn de hin kesan dixwestin vê hewildanê
beravêtî bikin.Weke ku jibîrkiribe ku em ji miletekî ne ku ji her
teyrikî bêtir nêzîkî kew e. Di dîroka me de jî diyar e, her ku du
kurd bicivin, wê heft kurd li hember wê lihevkirin û civînê derkevin.
Ji ber vê jî, hinek kesên ku bi navê ( rewşenbîriyê ) hatin kongirê
yekemîn û nikarîbûn xerabikin, berî dan namûs û şerefa endamên
sereke yên vê lihevkirin û hevgirtinê û dest bi karê xwe yê (
rojnamevaniyê ) kirin. Eger Selîm ji xweparastina komîta kargêr yan
hinek endaman aciz bûbe, ev helwest bixwe ji hêla min de nayê
fêmkirin, ji ber ku ev xweparastin beşekî giring e ji karê giştî yê
vê hewildana ber bi avakirin û pêşdexistina tevgera rewşenbîrî ve.
Ji hêla min de jî ew helwestên sist yên komîta kargêr li hember
qeşmer û çop û gemara ku ji kongirê yekemîn derketibû cihê
rexnekirinê ye. Hevgirtina ku nikaribe xwe û endamên xwe biparêze wê
nikaribe wijdan û heysiyeta hemû rewşenbîrên miletekî biparêze. Ev
xal bixwe yekser girêdayî pirsa rewşenbîriyê ye. Xala din jî ya ku
ez tê de ne weke Selîm difikirim ev e, Selîm weha dinîvisîne : (divê
deriyê endametiyê hîn firehtir bibe û hemî beşên zaniyariyê bicivîne.).
Baweriya min ew e ku di derdorên rewşenbîrî de ev hevgirtin
berfirehtir bibe, ne ku bijîjk û parêzeran jî, weke mînak, bike
endam. Ji ber ku ev beşên din yên zanistiyê rêxistinên wan cuda ne.
Ji bilî mînakên awarte, weke mînak, bijîjkek an parêzerekî ku di
warê nivîsandin an rojnamevaniyê de jî çalak be, dikare bibe endam.
Ev têbîniyên min li ser gotara Selîm Biçûk û ( daxwazên wî yên giran
) hebûn. Ez dixwazim çend têbîniyan li ser gotara ku bi erebî ji
hêla Hoşeng Osê ve hatibû nivîsandin jî binîvisînim.Tiştê di gotarê
de bala min kişand ( xeyal ) bû. Her nivîskarekî kurd û Hoşeng Osê
jî di nav wan de dema li welêt dijî, çiqasî ji rewşê agahdar be jî,
lê dîsa jî dimîne xwedî xeyalin dî, li ser Ewrupayê û rewşa
nivîskariya kurdî, civaka kurd û siyaseta kurdî, li Ewrupayê. Ev
xeyalên Hoşeng jî di pêşniyarên wî yên di derbarê aboriya hevgirtinê
de xwe didin pêş. Ji bilî pereyên endametiyê, pênc aliyên din ji bo
alîkariya aborî destnîşan kirine. Ka em yeko yeko li ser her pêncan
bi kurtî rawestin.yek, partiyên kurdî û kurdistanî. Bêguman dema ku
tu ji endamekî hevgirtinê re vê pêşniyarê bibêjî, wê bikene, ji ber
ku piraniya partiyên kurdî nikarin alîkariya xwe û endamên xwe bikin
û kirya riya endaman ji bo çûna konfiransê partiyê gelek caran dibe
asteng. Jixwe partiyên xwedî imkan jî wê pereyan bidin terefdarên
xwe û wê tucarî nedin vê hevgirtina serbixwe.Ya diduyan, kurdên
sûryê yên li Ewrupayê dijîn. Ez bi sedan nas dikim lê hemû kurdên ku
ez wan nas dikim ne amade ne ku perê xwe bidin bi pirtûkekê yan bi
rojnameyekê yan jî bidin hevgirtineke rewşenbîran. Dibe hinek hebin
lê min bixwe ew nedîtine. Ev herdu xal me dajon ber wê xeyalê ku
civaka kurd û partiyên kurdan li Ewrupayê çêtir in ji welêt. Nizanim
Hoşeng dizane yan na ku him civaka kurd û him jî partiyên kurdan li
welêt, tev hemû xirecira xwe, ji yên li Ewrupayê pêşdetir û bêtir
cihê hêviyê ne. Eger hêvî mabe. Her sê pêşniyarên dî jî ev in,
saziyên Ewrupayî û pirojeyên aborî û buhayê pirtûk û belavokên
hevgirtinê. Jixwe imkanên hevgirtinê ji bo pirojeyên aborî nîn in, û
piraniya endaman li buhayê riya hatina xwe ya kongir dimînin heyirî.
Weha jî imkana çapkirin û belavkirina pirtûkan nîn e û hevgirtin jî
weke sazgeh, heta niha bi awayekî fermî nehatiye naskirin, hetanî ku
alîkariyê ji ti saziyên ewrupayî bistîne. Ev zêdeyî pênc salan e ku
li Elmanyayê dijîm lê heta niha min nedîtiye ku di riya saziyin
Elmanî re, ti pirojeyên kurdî yên rewşenbîrî û serbixwe birêve çûne.
Eger bûbe jî, hayê min jê nîn e. Mebesta min ew e, ez bawer nakim
Hoşeng Osê ev pêşniyar kiribana, eger li Ewrupayê bijiya.
Weke encam, ez dixwazim vekirî bêjim ku baştir e mirov ji bedeneke
biçûçik re li kirasekî mezin negere. Ne ku ez nirx û giraniya vê
Hevgirtinê biçûk dikim, na, berevajî wê, her ku du kurd li kuderê be
bela bibe, li hev bikin, dilê min wê bi wan re yê sisiyan be lê
gavavêtina mirov jî divê li gor karîna mirov be. Armanc û daxwazên
ku endamên vê civatê dane ber xwe diyar in û pêkanîna beşekî be jî,
ji wan armanc û daxwazên giranbuha, gaveke dîtir e ber bi xurtkirina
gotara rewşenbîrî ve, weha jî ber bi bilindkirina dengê peyva kurdî
ya resen ve.