Kurdi
Kurmancî

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

حقوق الأنسان

لوحة الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrechte

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 


 

 


 Ji Duhokê Ta Qamişlokê

rojava.net 21.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 




Seydayê hêja Hasan Silîvanî
Nivîskarên Kurd li Duhokê!
Endamên komîteya Festîvala Duhokê ya rewşenbîrî!
Beşdarên bi rûmet û dilsoz!
Mêvanên delal!

Em birek ji rewşenbîrên kurdên Binxetê yên ku vexwendî festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî bûne, ji dil û can piştgiriya festîvala Duhokê dikin..û ji ber ku tev dergehên hatin û beşdarbûnê li ber me hatin girtin û birîn .. ji ber encamên rewşa awarte ku Îraq têde derbas dibe...
Vêca, wek piştgirî ji bo festîvala Duhokê ku yekem car e wiha festîvala rewşenbîrî li Duhoka Badînan tê li darxistin, emê di eynê rojê de bi navê (Ji duhokê Ta Qamişlokê ), şeveke rewşenbîrî li Qamişlo li darxînin.
Di vê çalakiyê de wê babetê sereke yê mamoste Rezo Osê be, bi navê (Zimanê me hebûna me ye: Nimûneya Kurdên Binxetê)
Di gel ku wê gelek gotinên din jî bêne xwendin ji rex beşdaran ve wek: mamoste Deham Abdulfettah, Konê Reş, Bêwar îbrahîm, Xelşl Sasûnî, Dildarê Mîdî, Xalis Musewer, Ferhadê Îçmo, Seydayê Keleş...
Careke din em serketinê ji we re dixwazin ..bi hêviya ku em careke din, di gel hev, wiha festîval li darxînin. Silav ji we tevan re.

Not: Li xwarê deqa semînera ku wê mamoste Rezo Osê di şevbuhêrka (Ji Duhokê ta Qamişlokê)de bi xwîne.

Bêwar îbrahîm
Deham abdulfettah
Rezo Osê
Ferhad Îçmo
Konê Reş

Qamişlo 20/09/2005