
Berî 45 salan, êvara 13-10-1960 an, 283 zarokên kurd di sînemeya
Amûdê de, li rojavayê Kurdistanê, hatin şewitandin. Îsal jî ev 43
sal in ko, 300 hezar kurd ji hemwelatiya Sûryê hatine avêtin û ji
hemû mafên mirovanî bê par mane.
Jibo bîranîna giyanê pakê wan zarokan, riswakirina wê komkujiya
kirêt û hovane, jibo ronkirina dijwariya rewşa gelê kurd li Sûryê bi
giştî û ya ”ecnebiyan” bi taybetî, koreke çandî - rewşenbîrî li
Stockholmê pêk tê.
Bi alîkariya revenda kurd û hemû dezgehên kurdistanî li Swêdê ev
kore bi ser dikeve. Em hêviya beşdarbûn û alîkariya we dikin.
Dem:
2005-10-08; 14:00 – 17:00
Navnîşan:
Kista Träff; Sverigesalen
Encûmena Kurdên Sûryê li Swêdê (EKSS)