| |
Enfal,
Sedam û berpirsiyariyên din
Selîm Biçûk
21.08.2006, Sedam Husên û hevkarên xwe yên
enfalkirin û tevkujiya gelê kurd li pêşiya
dadgehê ne. Tawan: Binaxkirin û windakirina
182.000 kurdên sivîl bi saxî, kuştin û
şewitandina 5000 jin, zaro û kal û bi hezaran
candar û xwezaya kurdistanê bi çekên kêmawî,
şewitandina 4500 gundên kurdistanê û berî wê
windakirin, kuştin û binaxkirina 8000 kurdên
berzanî …!!!
Kujer li pêşiya dadgehê ye lê bîr û ramanên wî
serbest, li derve kuştin û talanê dewam dikin.
Bi navê Islam û Xwedê serî tên jêkirin, komên
mirovan dibin armanca giyanên nexweş ku ji
jiyanê tenê dikarin mirin û kuştinê wek pirekê
bibînin daku bigihin çavbelek û horiyên bihiştê
û nexweşiyên xwe yên giyanî çareser bikin. Li
hêla din jî, hîn bangên Baas: „Netewa erebî yek
e, xwediya peyamek bêmirin e“ li derveyî dadgehê,
pêl dide û ber bi Enfal û Helbçayên nû ve diçe.
Ramana nijadperestiya erebî û takedîtina islamî
ya ku her dîtinên derveyî xwe gawir û hêjayî
kuştinê li qelem dide, yekîtiyek bênîşe ava
kirine û dixwazin bibin nûnerên Xwedê li ser
zemînê. Bi navê Xwedê kuştin û talan û
serjêkirinê rewa dikin. Mirina her kesê ne
ereb-misilman helal û zelal e û ew jî bi navê
Xwedê.
Seranserî kolana erebî û islamî jî, ragihandin,
rewşenbîr û civak di seferberiyê de ne. Ji van
bîr û ramanên kujer re dîlana hovîtiyê li dar
xistine. Li kolanên Bexdayê kuştina mirovên
bêguneh dibe sedema şahî û semawendan û kolan û
ekranên erebî bi sema û dîlanê sermest dike. Ji
xwe kuştina kurdan ku hevabendên „ Cihûyên bê
Xwedê ne“ deriyê bihiştê li ser tanê piştê
vedike û horiyên çavbelek bi kom û qeflan
pêşwaziyê dikin.
Ev yekîtiya nijadperestiya erebî ku Partiya Baas
bi herdu hêlên xwe Sûrî û Îraqî nûneriya wê
dikin û ramanên gawirkirinê yên islamî wek bayê
mirinê pêl dide û li cihanê belav dibe. Hişk û
ter li pêşiya xwe dişewitîne. Zarokên li kolanên
Europa û deverên dûr dilîzin gerek e bên kuştin,
rêwiyên balefir û tirênan bi kar tînin gerek e
bên kuştin, jiyana nûjen û azad gerek e bi
tevayî bê kuştin … û bendewarên bihişt û horiyên
çavbelek ji xwînê têr nabin û ew jî bi navê
Xwedê.
Sedam li pêşiya dadgehê ye, lê pirs, pêwîst e
piralî bin. Ne tenê Sedam tawanbar e. Eger
dadgeh dûr û dirêj li kujer û berpirsên vê
tevkujiyê bigere dê di serî de û pirsa yekem
arasteyî cihana islamî û bi taybetî ya erebî
bike: Cihê we, di vê tevkujiyê de, li ku bû û
niha li ku ye?
Pirsa duyem gerek e arasteyî kurdan bibe: Piştî
kuştin û windakirina bi sedhezaran, şwitandina
bi hezaran gund, binpêkirina şeref, namûs û
rûmeta kurdan û bêdengiya cihana erebî û islamî,
cihê we li ku ye? Pirsa sêyem ji civaka cihanî
tê kirin, gelo dema we Sedam bi çek û kêmawî
dikir, we bawer dikir ku bi wan çekan nêçîra
çivîkan bike? Pêwîst e ku bersiva van hersê
pirsan bi kurahî bê dan û her aliyek
berpirsiyarî û tawanên xwe di vê tevkujiyê de
berçav bike. Li ser vê bingehê dadgehkirina
Sedam û hevkarên wî dikare rê li pêşberî Enfal û
Helebçayên nû bigire û bibe sedema hêminiya gelê
kurd. Metirsiya mezin ew e ku nîşan û rêveçûna
kolana erebî û islamî bi ragihandin, rewşenbîr û
piraniya xelkên xwe ve, berê herêmê û bi taybetî
kurdan dide gelek Enfal û Helebçayan. Rewşenbîr
û berpirsên cihana ereb û misilman ne tenê li
hember van tevkujiyan bêdeng diman, herwiha jê
re çepik û lîlan didan û niha ew helwest dewam
dike.
Beguman, ti tol û ceza li cihanê nîn e ku têra
sûc û tawanên Sedam û hevkarên wî bike. Ne
kuştin bes e, ne bidarvekirin û ne jî zindan.
Yek tişt tenê dikare giyana qurbaniyên Sedam û
xizmên wan vehesîne ew jî, misogerkirina
pêşeroja gelê kurd e. Ev pêşeroj bi avakirina
civakek hişiyar, jixwebawer û demokrat, li ser
bingeha nirxên mirovahî û mafên mirovan tê
misogerkirin û ev yek berpirsiyariya hemî gelê
kurd e û di serî de berpirsiyarî û hişiyariya
pêşeng û rêber û rewşenbîrên kurd e.
|
|