| |
Seqema
Bîrê
Ehmed Huseynî
Her ku destên min dihingivîn lawaziya birînê,
Tu di seqema bîra min de vedilerezî,
Rexên roj û şevê bi te re bûn
Tu bi ser asoyan de,
Bîna şînekî dijwar î!
Û bi ser dilê min de
gulav û sirûdê direşînî!
Gelek tişt hene lê
em nizanin ka çima dimirin?
Gelek tişt hene lê
Em nizanin ka çima ji dayik dibin?
Reng e, çunkî jena dilê te dûr e!
Reng e, ku careke din dergeh di rûyê rûbarî de
tên girtin,
reng e, ku careke din, dil bi tena xwe li ser
bendan dimîne!
Di nermika destê min de toz radize,
Û babelîsk jî ji gavên te ditirsin
Dilê min berbi sîbera te ve direve,
Ewr, bi dilxweşî di ser serê min re difirin
Û gumlekê min ji bêrîkirinê vediçire,
Dergehan berbi banga te ve bilind dikim
Cîgehan di xwîna xwe de dinejinînim
Tu barana dilovan bûyî!
Tu di zuhayîyê de dara dûr bûyî,
Min tu di neynikê de dîtî,
Te şînê dijwar li xwe dikir,
Min tu di dilê xwe de dîtî
Te şînê dijwar ji xwe dikir,
Çavên te dil dibijandin helkehelka min,
Rûyê min di çavên te de dibişivî,
Bi tenê, li paş derî
gumlekê te yê şîn di destê min de,
Li ser lêvên min jî stirana êvara şîn,
Min bi destê te digirt,
Daristan li ser sînga min vedilerizî,
Reng diherikîn
Balinde li ser zikê te bêdeng diman
Tengerêyên laşê te mişt dibûn
Û firişte, di serdana hevrêşima gewriya te de,
dudil dibûn!
|
|