Marwan
Othman ( R. Amedî )
Hespkirina şehîdan bo wergirtina pêşbirkan
Dû re kuştina hespan, dema ku pêşbirk bi dawî dibe,
bo ji dest ne derxistina êmên wan
( pendeke pêş dîrok )
Ewên ku ji te re bûn xwedî, tu kuştî û jibîrkirî hiştin
Bi kujerê te re, gora te kirin maseya guftûgoya kirîvaniyê
Ka kengî tê ji kuştina xwe rabî?!
Pîştî çend çepikan û çend rondikan û konekî heftstûnî dîsa te
dikujin.
Ka kengî tê xwe bikujî, bo kes nema karibe te bikuje?
1.
Pîrê
ji elend û hucrikên „xezna“
êvar baş
Pîrê
ji bêhna peyvê û hêsirên kuştinê
êvar baş
Gerdûnek,
Ku bi sawîrkirina qonaxan,
nikare bibe bînerê zayîna xwînê
di bêhna peyvê de
Asoyek,
Ku bi tarîvedana reva hêvîyan,
nikare dîwarên matmayînê, bi nefelê, derbaske
Êvarek,
Ku nikare bibe pelê tuwê ji bêdengî û jibîrkirinê re
2.
Êvar baş!
Gerdûna
ku min di êvarên hêviyan de diçine
û asoyan, bi dengê, ku ne dengê min e,
li ser eniya min têperdike
Asoya,
ku
di destêwerdanên sibehan û xunavên şehîdan de,
li welatê min,
ku min pezeke ne durivkirî
di nav kerî de dibîne,
min di peyvê de mişext dike
Êvara,
ku bi şevnemên êvariyane
nuxumandî
û min bi xwe re peyveke rijyayî
ji nû ve, min dîsa, na afirîne
mirovên,
ku nikarin serê kuştinê girêbidin,
da ku piçekî razê
ji bo ku „Xezna „ karibe bibe
tîrêjgeheke dildariyane
3.
Pîrê
ji elend û hucrikên „Xezna“ û bêhna peyvê
êvar baş
Hespê te ne spî bû
Û şaşika te ne ya Xocayê Xizir bû
Lê destên te dema ku di ser seriyan re
dimehesîn
Dikarîbûn
ji nû ve hêvî û aramiyê di wan de
berhemhênan bikin
Dikarîbûn
nexşeyê buhişteke dunyayî
li şûna „ tizbi “ yên sed û yek lib,
sed û yek jan
bi cî bikin
Dikarîbûn
Rengan di wan de bikin…
kesk û sor û zer
û wan sêrengan wek şahrengan
navend bikin
Dikarîbûn
Xezna bikin çivîkek ji peyvê
Û di sibeha hîn nehatî de bifirînin
Dikarîbûn………………..
Dikarîbûn……………….
4.
Êvar baş
Pîrê
ji Elend û Hucrikên xezna
Li ewê gerdûnê,
Bi ewan şevnemên êvariyane
Rewan ji velûkirin û kuştinan bişo
Û wî bispêrine avê,
yan bêhna xewnê
Ta ku karibe
xunavên dengên mişext
di kûriya nefelê de biçîne
Ta ku karibe, ji nû ve avê li avê vegerîne
5.
Bimîne di êşê de
di xweşiyê de
di kuştina elendê de
Bimîne di sînorên bawerî û matmayînê de
di berzexa gihiştin û ne gihiştinê de
di pirsgirêkkirina xewnê de
Bimîne bahozeke xwedij, di navîna bahozê de
Ta ku Xezna
karibe razê wek Şehîd
û terhikên êzingdaran „
li ber kêlê şîn werin
û karibin şehîdbûna wê
sergirêdan bikin
Ta ku ez jî karibim
li ser wê maseyê,
piyala xwîna te hilnedim
û ne bim vexurê wê
Hannover 20/08/2005