Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

21 July 2007 14:18

 

Siyamed Sîpan

 

Hezar hest

Siyamed Sîpan

Hezar kanî
Di avzêma neqşa dilê welatê bê sînor de şîn tê.
Hezar hest
Di bêdengiya biyanîbûna min de tazî dibe.
Hezar gul
Dikeve pêşbirka bi rûkenkirina xemsariya welatê min.
Hezar dil
Hêviyên xeniqandî ku di bêrîkên xeman de dinale bi jiyan dike.
Hezar hêvî
Berbi azadiya welatê min ve difire.
Hezar hêvî
Kaniyên rondikên şadbûnê di dilê zarokên welatê agir û rojê şîn dike.

Niha di bêdengiya bextewariya hezar hestan
Bi hêvî me, ji herdemê pirtir.
Bi hêvî me
Ku cardin li ser axa me sosin bê fedî û bê şerm
Şaxê bera nav dilê xwezaya welatê min de.
Bi hêvî me
Ku êdî hew dayik li dû cangoriyên xwe hesiran biwestîne.
Ew hêsirên ku mîna xencerek reş di dilê min de diçike.
Bi hêvî me
Ku êdî zarokên hîna xewnên xwe bi dawî nekirine
Bê tirs û xof mezin bive.
Bi hêvî me
Ku qîzên me êdî bê fedî û tirs keziyên porê xwe
Li ber bayê azadiyê bixe.
Bi hêvî me
Ku êdî çavê ti kesan nebe kaniya rondikên bêzariyê.

Bi hêvî me
Ji ber ku hezar hêvî di dilê min de ye.
Bi hêvî me
Ji ber ku hezar dil li ber fira ji hêlînê û ketina refên dîrokê ne.
Bi hêvî me
Ji ber ku roj êdî bê xem dixwaze ji xewa xwe şiyar bive.
Bi hêvî me
Ji ber ku baweriya min li ber teqandinê ye.

Ez îro bi hezar hêvî me…








 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1