|
Di vê
dema dawî de, di malper û belgeyên
Enternetî de, me destekên rêvebir;
nivîser û xwênerên kovarên Kurdî,
yên bi tîpên Latînî li Sûriyê têne
weşandin, peland, ku êrîşeke bêtam û
bêbingeh, ji hêla Dr. Ferhadê Şakilî
ve hatiye ser Bedirxaniyan, nemaze
li ser Mîr Celadet Bedirxan. Ew Mîrê
ku jiyana xwe, hiş û ramanên xwe,
bîr û boçûnên xwe di ber pirsa Kurdî
de, di ber çand û toreya Kurdî de,
di ber ziman û rêzimanê Kurdî de
terxandine.
Bi ser ku em, weku kovarên Kurdî,xwe
şaxek ji dara " HAWAR " ê dibînin û
jîndariya vê kovarê berdewam
dikin.Wilo jî nivîser, xwêner û
rewşenbîrên me, bi tevayî,di warê
netewnasî, zimanzanîn û bîrgeşiyê
de, xwe suxteyên Bedirxaniyan
dinasin. Ji ber ku Malbata
Bedirxaniyan sembnola wêje û zimanê
Kurdî ye. Lê, em napelînin, ku
Bedirxanî li hêviya bergîrî û
bervedêriya me ne. Na, bi kêmanî, li
ba me, ev mijar çareserkirî ye û ne
gerekî guftûgoyê ye. Ne tenha wilo,
lê dîroka kar û xebata wan, sranserî
Kurdistanê, wan diparêze û wan
rûmetdar dinase. Bi ser vê tevî de
jî, em behweriyên li ser bingehên
zanistî û rasteqînî dipejirînin û
xwe, di gemkirina xwedan behweriyên
resen û petî de, mafdar nabînin.
Wilo jî, em hewil nadin ku perda
evrayî bi ser kesekî de
berdin.Lêbelê,dema mebest, ji
hewildanên bi vî rengî, hêrivandina
bingehên dîroka çand û toreya Kurdî
bin, destavêtina hebûna navnas û
navdarên pirsa Kurdî bin, em bi
tundî hemberî van karên arzan û
bênirx radiwestin û wan şermezar
dikin. Ne tenha wilo, lê em
pûçkirina dîtinên bi vî rengî erkên
xwe dibînin.
Eger mebesta Dr. Ferhadê Şakilî ji
van behweriyên çewt û arzan,
tevrakirina hêrizên zarperestî bin,
hêviyên gurkirina nakokiyên herêmane
bin, yan jî berxwedanên zaravperestî
bin, ji xwe Kurd ji vê qonaxê
derketine û nema lê vedigerin. Ango,
bîr û boçûnên wî, eşkere, ziyandar
in, kesek bi wan napîve û dem di ser
wan re derbas bûye. Ew jî,bi vî
awayî, pûşekî vala dikute.
Dimîne em bêjin, ku berçavkirina
asteng û problemên ziman û zaravên
Kurdî, wilo jî rengên Alfabêyên
Kurdî, bi van dîtinên xav û bedbîn,
yên bê bingehên zanistî û akademîk,
çareser nabin. Belê, çaredîtin û
çareserkirina van pirsan, wilo jî
pirsa zimanekî" yekgirtû" di prosesa
lêkolînên zanistî re, di gêra nerîn
û guftûgoyên rêzdarî re û di riya
konferans û kongireyan re têne
bidestxistin.
Kovarên Kurdî :
Aso ; Deng ; Gelawêj ; Hevind ; Jîn;
Newroz ; Perwan ; Pirs ; Roj ; Vîn û
Ziman
|