Di hevpeyvîneke xwe
de, di rojnemeya Hêvî de, ya ku li bajarê
silêmanîyê derdikeve, hejmar 52-18.06.07 de.
Luqman Mahmûd wisa li xwe mikur tê:
http://hevi24.org/wutar/6-7-1.htm
Ji ser û berê Kurdistana Rojava ya toreyî re
yek şêx, yek serokêl-weke ku ji hêla civakî
û siyasî ve, pir caran, mixabin wisa ye-
dibîne û hemû helbestvanên ku bi kurdî
dinivîsin mirîd û azep û koleyên wan
takekesan li qelem dide.
Ev bersivên Luqman yên li jor derbasbûyîn,
ji xwendevanan re dihêlim daku ew bi xwe evê
bobelata ku ew bi xwe, bi dest û lingên xwe,
xwe bê serî diajoyê temaşe bikin, gengaz e
ku guneh û giriyê wan bi halê wî bê!?
Ya din xweska rojnamevan Yassin Hussên hewl
bidaba xwe ku pirsa ka Luqman bi kurdî
dizane yan na, bi kurdî çend pirtûk xwendine,
çend helbestvanên ku bi kurdî dinivîsin
şopndine, ta ku maf dide xwe bi evê kurdîya
vekirî û eşkere rewşenbîrên kurd bi
unalfabêya çandî tewanbardike, û li xwe
mikur tê ku ji salên notî de piranîya
helbestên kurdî wergerandine erebî da ku
diyar bike ku helbesta kurdî ne tenê
helbesta cegerxwîn e. Ji xwe navên pir
helbestvanên ku bi soranî dinivîsin rêz
dike!? Gelo Luqman ji xwe pirsîye ku di wan
salan de bi soranî dizanî yan na!! Yan ji
xwe pirsî bê ta çi radeyê serkeftî bû di
wergera wan helbestvanên ku ew navê wan rêz
dike ku yek ji wan jî ne kurmacînivîs e û bê
ku wan şaş bigihîne xwendevanên ereb!? Yan
niha ji xwe bawer e ku soranî baş dizane?
Tevlî ku dibe bi kurmancî jî unalfabê be!!
Luqman wisa pê de diçe: ( Weke ku berê
helbestek bû, mebest helbesta cegerxwîn…ev
nexweşî dûbare dibe, tek helbest, helbesta
Selîm Berekat, Berekatê ku di çavê Luqman de
sihirbaz e û bandora wî li ser piranîya
nivîsên helbestî û pexşanî yên kurdî heye
….!?
Bi gumana min Luqman Hallucinationa xwe û
rewşa xwe ya heyî, ango ku çawa ta niha
nikare Luqman bi xwe be -weke helbestvan- û
nikaribe ji bandora S.Berekatê „sihirbaz“ li
gora Luqman, derkeve, û bibe xwedîyê xwe û
helbesta xwe û şêwazê xwe, piranîya
helbestvanên kurd yên Rojava bi evê yekê- bi
bandora Selîm- tewanbardike!?
Ji ber vê yekê ez nimûneyekê ji helbestên
xwe û ne yên tu kesî din deynim ber destên
Luqman û xwendevanan- ji xwe wê Luqman ev
helbest nexwendibin, ji ber ku bi kurdî ne-
da bizanibe, ka ta çi astê rast diaxive:
http://www.rojava.net/17.09.2005abdulqadirmusa-helbest.htm
Min dixwest tenê têbigihêm gelo Luqman piştî
xwendina çend berhemên helbestvanên Rojavayê
kurdistanê gihiştiye vê ancama ku hemû ked û
xebata wan li ser navê şêxekî yan serokêlekê
tapo dike û ewan hebestvanan bi mirîdîtî û
koletî ya takekesan tewanbardike, ev
nexweşiya ku ew bi xwe pêketiye weke kurdekî
erebînivîs ku xwe mirîd û koleyên navên
navdar dibînin!?
Ev jî Luqman e, xwe bi xwe, li xwe mikur tê,
lixwemikurhatineke pîwîst nîne bi serêşana
şîrovekirinê, ji ber ku her xwendevanak
dikare bi hesanî bigihêje ewê encamê…
Wê pir baş bibe heger Luqman, tu guhê xwe bi
vir de bîne, ji bo dengê min xwesh bê te :
Ê min ez ne kurê Cegerxwîn im û ne jî yê
Selîm Berekat im, ez vê yekê jî bi
pozbilindayî û serbilidayî dibêjim, ez xwe
dinivîsim û helbesta xwe dinivîsim.
Û weke helbestvan ez pîç im û helbesta min
pîç e, û weke ku ez kurê çandeke pîç im,
helbesta min jî berhema çandeke pîç e…!?
Di dawîyê de gelo çend helbestvanên din yê
ku Luqman wan tewanbardike dikarin weku min
Pîçîtiya xwe êşkere bikin, wilo deqerû xwe
bêjin, da ku ta bi rêya poşmanîyê jî, li ber
kesên xwedî helwestên dijminane dij bi
bizava helbesta kurdî a Rojavayê Kurdistan
nemîne.
Û rê li ber evan êrîşên bêçêj yên nivîskarên
kurd-ereb, yan jî ereb-kurd, yên ku ji
nivîskarên serdestan jî kambaxtir û
dijmintir in, venebe. Da ku nikaribin
hewlbidin ku bi kesayetîya xwe ya çandî ya
tekçûyî û tunebûyî, her nivîskarekî ku bi
kurdî dinivîse bidim ber êrîşan.