Kêfxweşiya we
xemgîniya we ya neniximandî ye. Û heman kanî,
ya ku kenê we jê dizê, pirrî caran tijî
rondikên we ye jî. Û ma ew dikare ne wisan
be? Û her çiqas xemgînî hebûna we kûrtir
birene û biqewêre, dibe ku dê zêdetir
kêfxweşî di we de hebe. Ma ew qedeh, a ku
tijî me ye, ne her heman qedeh e ya ku di
kûreya qedehçêker de hat sotandin û
qijqijandin? Û ma ew ؛ûd, a ku dilê we aram
dike, ne ji heman darê ye ya ku bi kêran hat
bêweckirin? Dema tu kefxweş bî, kûr li dilê
xwe binere û tu dê agadar bibî ku tenê ew
tişt, ê ku xemgîniyê dike para te, herweha
kêfê jî dide te. Dema ketibî bin barê xeman,
dîsan jî li dilê xwe binere û te dê hey jê
hebe ku bi rastî jî bi wî tiştî digirî yê ku
kêfxweşiyê jî ji te re tîne.
Hin ji we dibêjin: „ kêfxweşî ji xemgîniyê
mezintir e.
“ hin jî dibêjin: „ Na, xemgînî mezintir e“
lê ez ji we re bibêjim ku ew nikarin ji hev
bên veqetandin. Ew bi hev re tên û eger yek
ji wan tenê bi te re rûniştî be, bila li
bîra te be ku ya din di nav nivînên te de
raketiye.
Bi rastî jî hûn di navbera kêfxweşî û
xemgîniya xwe de mîna teraziyê dadikevin û
hildikevin. Tenê hingê, ku hûn vala bin, hûn
bêliv, bitewş û parsengî ne. Dema xwediyê
gencîneyê we radike daku zêr û zîvên xwe
biwezinîne, hingê divê kêfxweşiya we yan jî
xemgîniya we hilbikeve yan dabikeve.
Ji pirtüka „ Peyamber“ ya Xelîl Cibran.
Guhestin: Husein Muhammed
Piştî van gotinên bê hempa tu gotinê nikarim
zêde bikim, ji bilî ku ev birtûk ji aliyê
wergerandinê ve pir bi heskirina ji zimanê
kurdî re hatiye wegerandin. Peyvên ji kurdî
biyan tê de kêm in, ne erebî û ne jî latînî,
yê wergervan xwe di ber karê xwe de
westandiye, ji ber wesa jî berhemê çêja xwe
ya hunerî winda nekiriye, di gel ku berhem
di zimanê xwe yê ku pê hatî nivisandin de ne
berhemeke hesan e.
Guhastina ber bi zimanê kurdî ve ji her
zimanên cihanê gerek e. Derfetên kêm yên di
destên nivîskarên kurd de dikarin bibin
behane ji bo destkişandina ji van karan. Lê
heskirna nivîskar ji zimanê wî re, heskirna
wî ji berhema ku hêjayî avdana çanda kurdî
dibîne re, dikare her behanê di şûna wê de
bihêle.
Sibeha we heskirin