PÊŞGOTIN
Ehmedê Xanî helbestvanê kurdan yê netewî ye.
Xanî di sala 1651 de li navça Hekariya
hatiye dinê, di sala 1707 de li Bazîdê
anjiyan buye.
Berî Ehmedê Xanî hozanên wek Elî Herîrî,
Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê
Teyran bi zimanî kurmancî berhemên hêja
afrandibûn, Xanî ne kesê yekemîn e ku bi
kurdî helbest nivîsandine, lê ferqa wî ji
wan hebestvanên berî xwe ew e ku wî doza
azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber
xwe. Berhema wî ya sazkêş "Mem û Zîn" wek
sertaca toreya kurmancî ya klasîk tê
pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye
çavkaniyeke netewi ya giranbiha. Xanî ji bo
afrandina nasnama netewî, ji bo bilindkirina
ala yekitî û azadiya kurdan ev berhem
nivîsandiye. Herçend ew dastan-çîrokeke
evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya
wê çîrokê fikir û ramanên xwe, daxwaz û
pêşniyazên xwe pêkêşî gelê xwe bike.
ji bilî "Mem û Zîn" du berhemên wî yên din
jî hene, "Nûbar" (Nûbahara Biçûkan) û "Eqîda
îmanê".Wek tê zanîn Nûbar ferhengoka
kurmancî ya pêşîn e, wî ji bo zarokan
nivîsandiye.
Va ye Xanî dîsan diqîre û kela dilê xwe
dertîne..
Ez mame di hikmeta Xwedê de Kurmanc di
dewleta dinê de
Aya bi çi wechî mane mehrûm Bilcumle ji
bo çi bûne mehkûm
Kurmanc ne pir di bê kemal in Ema yetîm
û bê mecal in
Fîlcmle ne cahil û nezan in Belkî
sefîl û bê xudan in
Ger dê hebûya me jî xudanek
Àlî-keremek, letîfedanek
Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî Mem û Zînê
de, bi min be, mirov dikare bibêje ku Xanî
ne tenê xudan kitêb e. herwaha Xanî pêxember
e jî.
Pêxemberê Ola me ya milî, pêxemberê ola me
ya nijadîn e.
Xanî di demeke waha de, rabû ko beriya niho
bi sêsed û neh salan di heyameke welê de,
Ehmedê Xanî bîra gelê xwe, bîra kurdayetîya
xwe birî bû û ji kurdan re goti bû hûn berî
her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke
kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.
Eslê wî ji êla hekariyan ji eşîra xaniyan e.
Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê de
rûniştiye . Di zimanî kurmancî de, Mem û Zîn
nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek
lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê
Nûbihar e. Zarokêd Kurdistanê hemû di piştî
Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û
helbest û malik bi zimanî kurmancî gotiye. Û
di zimanî erebî û farisî û tirkî de,jî pir
jîr û zana ye û xudan irfan e. belkî ji hemû
helbestvanan jî zanatir e. Û di hezar û şêst
û sisîyan de, jî anjiyan bûye û di nav
Beyazîdê de, mizgeftek jî bi navê xwe ava
kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê de
binaxe.
Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û
şêst û yekê hicrî de, hatiye jiyanê.
24/12\1650 zayînê
II. Sala temamkirina nivîsandina Mem û Zîn
22/8 1694
III. Sala mirina Ehmed Xan
14/4\1706 z
Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû
Îsal gehişte çil û çaran
Ev pêşrewê gunahkaran
Xanî ji Mem û Zînê pê ve hin berhemên din
hene.
Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî.
Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:
Ji paş hemd û selewatan Ev
çend kelîme ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî Nav
lê Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê di kurmancan
Eqîda îmanê:
Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweşî, şîn, zanîn, vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam
Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê
de dersa zarokan bi kurmancî digot. Di pey
mirina wî re şagirtê wî Smaîn bîst salên din
li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurmancî
tê de gotin.
Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn
ji xwe re kirine behane û bi vê berhemê kula
dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe yê
ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.
Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên
Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî
dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi
zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi
rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên
nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên
miletên din û bi vî awayî û bi rêva
bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:
Sazî dilî kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit
Şerha xemê dil bikim fesane Zînê
û Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê derînim Zînê û
Memî ji nû vejînim
Derman bikim ez ewan dewa kim Wan bê
mededan ji nû ve rakim
Meşhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihib û mehbûb
Ewreng bikim ji nû serefraz Da
bêne temaşeyî nezerbaz
Dilber li Memî bikin girînê
Aşiq bikenin bi derdê Zînê
Ev meywe eger xirab e ger qenc Kêşaye
digel wê me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî şirîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev
tifl e bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb û libas û gûşiwar e Milkê
di min in ne miste'ar e
Ez pîlewer im ne gewherî me Xudreste
me ez ne perwerî me
Kurmanc im û kûhî û kenarî Ev çend
xeber in di kurdwarî
Ehmedê Xanî berî 311 salan jiyana îroyîn
jiye û zaniye ku kurd qet û qet lev nakin
hertim jev pijiqîne û ne li ser hev in,
heryek dibêje ez û nekes . ango: nexwaşiya
ezokiya qirêj û genî ketiye xwîna
ez-ezokiyan !???
Ji berê û paşê de, bav û kalên me waha
dibêjin
" GER EZ BÊJIM EZ Û TU BÊJÎ EZ GURÊ TÊKEVE
NAVA PEZÎ !!!???"
Eger gur kete nava pezî jî xwînerino wîn
dizanin ewê çi bi serî wî pezîwîne wek çawa
li DÊRSIM,PALA GÊNCO, MAHABAD Û ZÎLAN an jî
weke HELEPÇEYA NEMIR
We hovîtîya segê Bexdayê ewê ku gilêz bi dêv
ketibû dît û mîze kir
Vêca kurdino çima em lev nakin?
Gelo ma gava neyar me bombebaran dike dibêje
ev filane û ew bêvan e
Gelo ma dibêje ev partî ye û ev nepartî ye ?
helbet na lê ema kursi gelekî bi serokan
şîrîn in
Lê gelo ew kursî ji KURDISTANÊ şîrîntir in
helbet na
Lewra waha diqîre
Lew pêkve hemîşe bêtifaq in
Dayim bi temerud û şiqaq in
Ger dê hebuya me itifaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me îlim û hîkmet
Rom û Erep û Ecemêd ferman Meşhûr
e bi navê Mîrê Botan
Bextê me ji bo me ra bibêt yar
Carek bibêtin ji xew hişyar
Rabêt ji me jî cihan-penahek
Peyda bibêtin me padişahek
Ger dê hebuya me serfirazek Sahib
keremek suxen-newazek
Ger dê hebiya me padîşahek laiq
bibiya xwidî kelahek
Ez mame di kitmeta xwedê de Kurmanc
di dewleta dinê de
Aya bi ci wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo ci bûne mehkûm.
Her mîrekî wan bi bezlê Hatem Her
mêrekî wan bi rezmê Rustem
Yanê her mêrekî Kurd bi gernasî,
cîwanî,camêrî ûcomerdiya xwe weke Hatem
e.Hatim mirovekî ereb bû(Hatim eltayî) A
lîkariya belengazan pir kiri bû.Her
mêrxwazekî Kurdan jî di şer û cengan de, bi
pehlewanî û qehremaniya xwe
Dev jî Kurdîtiya xwe bermedin, di xew de
memînin, şiyar bin
Lê gelekî mixabin! Di dema ku Xanî êşa
bindestiya gel dikêşand de, gel guh nedida
axaftin û gotinên wî. Tenê weke hozanvanekî,
yan jî dengbejekî lê dinêrîn û ew
dinerxandin. Nedizanin ku Xanî ji azadiyê
re, ji rojeke serfîraz re dibêje.
Rizgarkirina Kurdistanê ji Xanî re derd û
kuleke giran bûye. Di dilê wî de Kurdistan
weke guleke geş bûye, her demê li ser dinalî
û keserên kûr dikîşandin.
Di demeke wîsa de, ku bi hemû rengî welat
dihate dagîrkirin, bilindkirina navê Kurd û
Kurdistanê ji aliye Xanî ve, karakî gelekî
mezin bû. Gava ku em qala Kurdperweriye Xanî
dikin, bi taybetî em wê niştimanperweriyê bi
wê demê ve girêdidin û dinerxînin.
Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de, dîlî û
bindestiya gelê Kurd weke wêneyekê rûnî
kiriye.
Xanî dixwaze bêje ku Sefewîyîn û Osmaniyan
biqasî ku pevre dikirin şer û ceng kurd di
nava şerên wan de, dimirîn û dihtin kuştin
Ev Qelzimî Roma û behrî Tacîk Hindî
ku dikin xiruc û tehrîk
Kurmanc dibin bi xûn muletex Wan
jiêk ve dikin mislalê berzex
Camêrî û himet û sexawet Ew
xitma ji bo qebîlê Ekrad
Hîndî ji şecaetê xeyûr in
Ew cend ji minetê nefûr in.
DE KA EM PEVRE TÊKEVIN HUNDIR DESTANA XANIYÊ
NEMIR(MEM Û ZÎNÊ)
Xaniyê nemir û zana wek hemo kurd û gelên ku
ketibûn bin şûrî ola îslamî ta ku wî dê
helbestek an namak jî binivîsanda bi navî
xudê an bi pesna wî dest bi nivîsa xwe
dikir. Bi kêmanî û roja îro pir kes hene
gava
nameyekê dinivîsinin di serî de, vê
pêşnivîsê dikinê
(bi navî yazdanê dilovanê dilovîn)
Lê tabî xudê ne yê muslimanan bi tenê ye ew
ê hemo olan e ,lê pêximber(pênameber) cuda
ne ,di van malkên jêrîn de, ew yekbûna wî
dide xuyakirn
Ey şukrê te cewhera zebanî
wey zikrê te sîqla cenanî
Ey wahidê bêşerîkê yekta
wey wacidê bênezîr û hemta
Ey baqiyê bêzewalê dayim
wey hadiyê bêfenayê qa'im
Ey xaliqê erd û
esimanan wey xaliqê
cumle ins û cinan
Mulk, melek û felek bi carek
Bil-cumle te çêkirin tebarek
Subhanek kule ma feleqit
Ehsente fekeyfe ma xeleqet
Bê husnê te nîne wan wucûdek Bê
nûrê te nîne wan numûdek
Sorgul te kir ji xar
peyda Bilbil te kirin
hezar şeyda
Ronahî te de ser şemalan
Perwan kirin bi şewqî talan
Totî bi xwa ma şekir
dirêjin Herçî dibhîsin wê
dibêjin
Zebanî: ziman Sîqla: Ewê ku zingarê ji
ser şûran paqij dike
Cenanî:Dil yekta: tenê, jê
tuneye hemta: jê heye
Yekta#hemta numûdek: mexloqat\jînber
Şema:şeme totî: bexbexa
XANÎ DI NAKOKIYEKE BELÛQ DE
Lê di van malkên jêrîn de, em dibînin ku
Xaniyê me yî musliman xwe dide aliyê Iblîsê
ku limêj ji adem re nekir û fermana xudê
nebihîst.
Bi rastî ev nakokiyeke diyar û belûq e, Xanî
çavên me lê vedike, çawa ku xudê ew ji
roniyê çêkir û adem jî ji av û kîlê çêkir û
ew dê limêjê ji adem re bike.
Ya din xudê bi xwe gotî divêt tenê wîn ji
min re limêjiyê bikin çawa dibêje
melaykan(firişteyan) nimêjê ji adem re
bikin, Xanî dixwaze vê nakokiyê zelal bike û
bîne ziman, û bersîvê dihêle ji xwîneran re.
Lê bi bîr û baweriya min Xanî ev malkên
jêrîn ne ji bo Îblîsê rast nivîsandine
Ewî zanyarî ji me kurdan re nivîsîne.
Wek çawa ku mirovekî kurd di saziyekê de kar
bike, xebatê bi şev û rojan bike
Piştî demekê ji xebata wî mirovî ji ber
sedemine curecur ew neçar bimîne ku karî
berde û hinek din rabin karî wî bikin.
Dev ji saziyê berde belkim ji sedema
nexwaşbûnê an an !?
Êdî divê- helbet li gor nirînên heyî- dîrok
û xebata wî kesî bête jibîrkirin û ew kes
reş bête boyaxkirin, ger nebêjin bûye filan
an bêvan..???
Yanê tim keda mirovî wanda ye û sipasbûn
nîne
Iblîsê, feqîrê bêcinayet
hindî te hebû digel inayet
Her roj dikir hezar taet
lewra ko te de wî istitaet
Wî secde nekir li xeyrê mebûd kir
te ji ber deriyê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêşê exyar Qehra
te kire muxellide nar
Elqise ji hîkmeta te agah
Ferdek me nedî tebareke Elah
Zanan telebî xudan îdrak Der
heqê te gotî: ma erfnek
Xanî bi nezaniya xwe de heqê Gomrahî
bibêt ne dûre elheq
Gomrah: wandayî,nezan xudan îdrak:
pêximber
QÊRÎN,GILÎ,GAZÎ Û KELA DILÊ XANÎ
Ehmedê Xanî bi dilekî şewitî û çavên tijî
histêr û girî hawaran dike û waha girîniya
xwe bi zimanekî helbestane daxive herwaha
Xanî hal û rewşa miletê xwe daniye ber çavên
xwe û paşmayîna kurda bi nirîneke konevanî
dinerxîne û wê rewşê dike erik û sitibariya
axa û began û wek serok û rêberên
îroyîn(naha) û lavêjan ji xwe diweşîne,
herwaha
Ehmedê Xanî bi xwa şoreşek bû, ango ne
şoreşvan an şoreşger na ew bixwa şoreş û
ceng bû.
Ala serefirazî û serbixwabûnê bilind
kiribû.û digot em jî miletik in em jî xudî
ax, ziman, dîrok û netewak in vêça divêt ku
em jî xudî dewlet bin.
Lê pirî çaran jî li têla tembura
nelihevkirinê jî dide ta ku kurdan şiyr bike
ji xewa giran xewa nelihevkirnê û perçebûnê
xwazî tenê çarekê wan şiyar bike lê ew tim
bê pêkanîna wê hêviyê mabû ta roja ku çav
damirndin û ji nava kurdan barkir.
Lê mixabin û biborînin xwînerino hîn em lev
nakin.em hemî gotinên Xanî dixwînin û
dibêjin divêt ku em vê destanê li mêjiyê
rêberan xînin, ta ku wan em bikin yek
Ew jî waha diramin, lê nakin !!!?????????
Herwaha xanî nedixwast zêde bi ser kurdan de
bibase carina dibêje ku xudê em wîsa dan lê
çira xudêyo tu li me waha dikî gelo em ne li
yaqî welatekî ne !?
Gelo çira te em sêwî û bêkes ji dayîk
dan!!??
Bila bersîv a xwîneran be
Saqî tu jibo Xudê kerem ke Yek
cureyê meyê di camcem ke
Da cam bi meyê cihan-numa bêt Herçî me
irade ye xuya bêt
Da keşf bibin li ber me ehwal Kanî
dibêtin muyeser îqbal
Qet mumkîne ev ji çerxê lewleb Tali’
bibitin ji bo me kewkeb
Rabêt ji me ji cihanpenahek Peyda
bibêtin me padişahek
Ger dê hebuya me serfirazek Sahib
keremek suxen-newazek
Ger dê hebiya me padîşahek laiq
bidiya xwidî kelahek
Te’yîn bibuya ji bo wî textek
Zahir vedibu ji bo me bextek
Hasil bibuya jibo wî tacek
Elbete dibû me jî rewacek
Ema ji ezel de xudê wîsa kir Ev
Rom û Ecem li ser me rakir
Pirsî ji dinê min ev bi hîkmet
Mehra te çiye gote min ko hîmet
Ez mame di hikmeta xwidê de Kirmancî
di dewleta dinê de
Aya bi ci wechî mane mehrûm Bil-cumle
ji bo ci bûne mebkûm
Lew pêkve hemîşe bêtifaq in Daim bi
temerud û şiqaq in
Ger dê hebuya me ittifaqek Vêkra
bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl
dikir me îlim û hikmet
Rom,Ereb û Ecem temamî Hemîyan
ji me re dikir xulamî
Saqî: Meyîger
Camcem: Piyala Cemşîd padîşahê firsa.
Cîhan-numabêt: cîhanzelalker
Îqbal: Şansa rind cihanpenahek:
rizgarkarê gerdûnê
Suxen-newazek: zimanxwaşek
Çerx: felek pêkve: pevre
Hemîşe: Giş, hemî
Inqiyad: taeet, gulêkirin, guhdan
Namdar:navdar\ serkêş
Tawan: sûc rûs:teezê
pêkve:bi hev re\pevre Hemîşe:giş\hemî
Herwaha Xaniyê gorbihuşt li ser zimanî Zîna
çeleng daxive, diqîre û dibêje ku felek û
aso hertim bi me kurdan re xayîn û xinize,
daxive xudê û dibêjiyê te dewrek ji me re
nekir serfirazek an azadiyek,layîq nedîn te
serbestiyek ji bo gelê min ê jar û perîşan
gava dibêje
Dewrek te nekir demek jibo min Pir dî
te Memik jibo min
li ser ezeziya serkêşan jî dinale, wa
ezokiya qirêj genî û pîs gava ku dibê
Bilindiyê ji xwe ra dixawzêt
Sufliyê ji me re nîhan dixwazê
fermo em pevra van malkên jêrîn bixwînin
Mehra felekê ji ezel de edîme
kîna felekê ebed qedîm e
Herçî we go ji erdê raket
Elbete ewî di erdê daket
Bilindiyê ji xwe ra dixawzêt
Sufliyê ji me re nîhan dixwazêt
Nabînî ko her-roj avtabî
davête mixareta turabî
Xasima ko digel qebîlî aşiqan Him
xayîn, xar û him minafêq
Elbite dilî me aşiqî bazan
Ewel dibêtin bi xenc û nazan
Axir dikêtin melûl û meyûswekî Memê
zelîlî mehbos
Davête mehbesê bênakam
Datîne merqedê bêserencam
Herlehze digo çerxî dewar
Eyî zalimê bê eman û xwînxwar
Min qesid û xered digel te nîne Aya
te digel min ev çi kîne?
Dewrek te nekir demek jibo min Pir dî
te Memik jibo min
Norek di riwê min kir te peyda
Sohtin li Memê te pê sewda
Şewqek di roxê Memê te hilkir Qelbî
min bi wê te sohit û kul kir
Ew te waha li min eyan kir
Paşê te çira li min hinda kir
Sohtin te em bi agirî fîraqî
Kuştin em bi derdî iştiyaqî
GUYANA NETEWÎ LI NIK XANÎ
Xanî li ser destana Mem û Zînê radiweste û
dixwaze bi xwe wê binerxîne
Lê ya rast ew ne destinê dinerxîne ew
dixwaze bêje ku wî bi kurmancî ew nivisîye û
wê demê wî dikanî ku bi Farisî, Erebî û
Turkî binivîsanda lê kurdî vebijart
Safî şemirand foxwarê durdî
manendê durê lîsanê kurdî
Da xelik nebêjin ko ekrad bê
merifet in bênijad û binyad
ta ku zimanî kurmancî jî derxe holê û
dibêje bila wê pîs nenerxîne jiber ku bi
kurdî hatiye nivîsandin .Na bila wê bi û di
wateyên wê de, binerxînin.Ango: bila
rexnegir jê re ne tixumperest an nijadperest
bin
Ev name ger xirab ger qenc e
kêşaye digel wê me dused renc
Nobare ye tîfle norsîd
e Herçend ne hîn
qewî gezîd e
Norestê gulistana yî fuad e
Bêguneh,nazlê û xanedan e
Nobar e ger şîrîn ger taal
e Xwaş e ji rengê etfala
ye
Min hêvî heye ji ehlê
halan Teqbîh nekin evan
tifalan
Ev meywe eger ne şîrîn
e Kirmancî ye, ew
qeder li kar e
Ev tifle eger ne nazelîn e nobar e
Bi min qewî şîrîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifle bi min qewî ezîz e
Name: pîrtûk, destan renc: zor,
westan nobare\norsîd: fêkiya teze
Gezîd: baş, rind, dilkê
Xanî xwastibû vê çîrokê bi zimanî kumancî
binivîse û sedema wê jî ango bersîva pirsa
çira wî wergî xwastibû jî di helbestên jêrîn
de, diyar in, di vir de em guyana netewî li
nik Xanî dibînin, wî dikarî bi zimanî Turkî,
Farisî yan bi zimanî Erebî ev destana
binivîsanda lê wî zimanî xwa yî zikmakî de
pêşiya hemo zimanan
Ji lewra jî ew kurdperwerekî zor hêja ye.
Û şervanekî bêrawestan e ji bo pêşxistina
zimanî kurmancî, herwaha ew dibêje ku
kurmanc ne cahîl û nezan in lê bêkes û
bêxudan in.
Fil cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl t bêxwadan in
Û dizane ku gelên derdor ji wêjeya kurmancî
gelek tişt dizîne ji lewra jî helbestvanên
pêşî xwe tîne zimên û bîranîn ta pê
bicespîne ku kurmancan ji berê de helbest
nivisîne û xudî tore ne…
Binve riha Melê
Cizîrî Pê heyî
bikira Eiliyê Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran ta
bi ebed bimaya heyran
Dîsan diqîre û dibêje:
Ger dê hebtya me jî xwidanek
Alî keremek letîfe danek
Ango : bila yê me jî heba xudanek û
piştgiriya zimên û toreya kurdî bikira
,hîngê me yê ziman pir û pir li pêş xista lê
biborînin hîn em bi zimanine dîtir
dinivîsin daxivin û dixwînin!!??
Biborîne nivîsakirê min î delal gava ku tu
bi kurmancî nenivisînî mebêje ku ez kurd im,
û xwe weke kurdan mejmêre
Eger em dîroka wêjeya kurmancî birûpelînin,
emê bibînin ku berhemên wêjeya me bî çar
zarawan hatiye nivîsandin ew zarawe jî ev in
: Lorî, kurmanciya bakur,goranî û soranî
Yekemî zarawe jî ya lorî bû.
Lê Xanî bi kurmancî destana xwa ya zêrînî ya
Mem û Zînê nivisî bû . Herwaha ew di destanê
dibêje
Safî şemirand foxwarê durdî
manendê durê lîsanê kurdî
înane nîzam û
intizamê kêşaye
cefa ji bo wê amê
Da xelik nebêjin ko ekrad bê
merifet in bênijad û binyad
Hem nebên ko kirmanc
Eşiq nekirin ji bo xwe amanc
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Ema di yetîm û bêmecal in
Fil cumle ne cahil û nezan
in Belkî di sefîl t bêxwadan
in
Ger dê hebtya me jî xwidanek
Alî keremek letîfe danek
Durdî: cureyeke ji cewherê giranbuha û
binerx manend: nîmune (mîsal)
Amanc: armanc, daxwez yetîm: bêkes,
bêxudan
*******************************************************************
Xanî dixwaze bêje, baxive û razên dilî xwe
biderîne lê ew ji sedemine nediyar(belkim ji
tirsa hakimdaran be jî lê ev ne sedemeke
rast diyar e. ev nirîna min e.lê biqasî ku
dijmin hertim zimanî me qedexe dikin wî
dixwast serxwûş bibe pêra çen rastiyan
baxive—Rizgar Kurdaxî) dixwaze bi meyê
gelekî serxwaş û mest bibe ango: Teles
bikeve pêra biçe nava dost û hevalên xwe, û
ji wan re binale .lewra dibêje meyîfiroşan
kanî bila piyal li pêş min her tim dagirtî
be wê ji min bidûr mexin ta ku ez ji we re
gotinên cewherî bêjim. Ta ku pê va dilî
agirpêketî bihênikînim û aram bikim ???
Saqî bike camî
esimanî Roha we go
canî cawdanî
Da em bikin dimaxê can ter
Yek lehze bi meyê canî perwer
Saqî tu birêje camê mîna
Ava ku dikit demîrî bîna
Şadî bikira qelbî mehzûn
Medhoş bikira eqlî mecnûn
Saqî bike kaseya micewher wê
şîrî mueserî paqijker
Durtene yî xwe birêje navî
Yanê meya wekî gulavî
Dem dem bide destê meyperestan Xelqê ko
hinik ji dîl di destan
Yanê bikêfte canî şewqek
Heta bighête qelbî zewqek
Sed xunce yî dil jiber bikeribin
Sûsin biziman û bixeber bin
Bişkuj bipişkivin ji
xaran Xwînrêzî bibin dûvî
hezaran
Saqî bide min şerabî gulgûn Bê
dengî def û sedayê qanon
Teşwîş biçin ji qelbî mehzûn
Dîsan bibim ez ji nû digirgûn
Mexmor bibim bi kelamê lafan
Serxwaş bibim bi kelamî guzafan
Bê keyîf neşîm çi ez bêjim
Dîwane bibim duran birêjim
Bedhal bibim siran biderdim
Bêqal ji batinî xeber dim
Bêdeng ji xordil bê aheng
Sedrengî seda bidim wekî çeng
Şerha xemî dil bikim fesane
Zînê û Meme bikim behane
Nexmê waha ji perdê derînim Zînê
û Memê ji nû vejînim
Roha: meyî canî: guyan
durtene: tenên lolo
dem dem: hinek hinek
Cawdanî: nemirtî (xilud) xune:
gupik bişkuj: gulgupi, gupikê gulan
Xaran\xar: stiriyên tayî gulê
xwînrêz: rondikên xwînî hezar: bilbil
Gergun: dilnearamî, xemxwarî lafan:
gotinên am neşîm: nikarim
Xordil: kuftê dil, hundir dil
hezar: Bilbil
Xanî jî weke hemî kilasîkên kurd peyvên ne
bi kurdî bi kar anîne lê ew peyv jî li gor
rêz û rêçikên zimanî kurmancî bi kar anîne
Kurdî, erebî, dur û
tazî Terkîb kirin bi
lez û bazî
XANÎ Û ZAROWÊN KURMANCAN
Xanî li hember serkêş û rêberên kurmancan ên
wê demê bêhêvî dimîne û tu omdiyan ji wan
nahîve.
Lewra hêviyên xwe yên pêşerojê di zarokan
de, dibîne
Herwaha xanî dibêje zarowên kurmancan fêrî
Quranê bikin
Lê bila armanca wê fêrbûnê ne ya dawî be na
û ne jî jibo jibîrkirina zimanî kurmancî be
dîsan na.
Armanc bila vekirina mêjiyên zarokan be, û
di rêya zimanekî alîkar re, ne zimanekî
şûngir ra.
Îro roj em dibînin ku kurmancên me yên
ketine bajarên mezin zarowên xwe fêrî
zimanine dîtir dikin. Di malan de, tev
zarowên bi Erebî,Turkî,îngilîzî û h d.
Û dibêjin em di mal de, tev zarowên xwe bi
vî zimanî daxivin ta ku ew çûne dibîstanan
zehmetiyê di zimên de nebînin.
Lê ev bi xwe kuştina zimanî kurmancî ye,
bila zaro li kolanan bi zimanî wa welatî an
bajarî baxivin ne xeme, lê di malan divê ku
tenê fêrî zimanî kurmancî bibin , û ne tu
zimanine dîtir. Ev ger ku em xwe kurmanc
dibînin???
Lewra Xaniyê nemir mîrê hebestvanan waha
dibêje:
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo zarokêd kurmancan
Wekî ji Quranê xelas bin
Lazim e li sewdê çavnas bin
Da bi van çend reşbelekan Li
wan tebî-yetî melekan
Derê zihnê vebêtin
Herçî bixunêt zehmetê nebîtin
Zarok simbol in, diruşme û stêrên pêşerojê
ne, ew rêber, mamoste û xebatkarên siba ne.
Gelo eger siba wan jî wek hin serokên îroyîn
bi zimanî kurmancî nikaribin namak
binivîsandana yan bixwandana gelo ma ne me
malik li xwe xera kir
Gelo ma ewê çi li ser me bêjin, ewê tif ser
gorên me bikin ?
An ewê bêjin ciyê we bihuşt be?
Wîn çawa dixwazin ku siba zarokên îro li ser
we bikin an baxivin wîsa jî naha bi kar û
barê xwe rabin,
Wîn sipasiyê dixwazin wan fêrî zimanî
kurmancî bikin
Û ger wîn lêdanan dixwazin wan fêrî zimanî
Ateturkê genî bikin!?
Xanî û bedewtiya keçên kurdan
Xanî dixwaze bedewtiya keçên Kurd derxe hole
çawa jixwa xwaşin çawa riwê wan hergeşin, û
çawa bidilekî paqij û safî hezdikin û
fîdekarî xortên ciwan dikin,
Tevî ku her tim jî perdên şerim û fediyê
hebin jî lê ew di yar û dilberên xwe qet
naborin.
Herwaha ew dice û wan keçên bedew bi ro û
hêvê re beramber dike bi qasî ku rûgeş û
stêrweş in. Xanî wan bi bedewtiya Zînê û
Stiyê dipesîne
Şehzade du bûn li nik wî şahî
Xorşîd du bûn li nik wî mahî
Yek Seroyê rîyadî rastî bû
Navê wê bi rastî Stî bû
Ya dî ji dil û hunavê mîr bûwê nav
ji nîvî navî mîr bû
Rawî weh gote min bi razî Ew
hor bi nave Zîn bû
Yek zêde şîrîn û zêde mehbob Yek
roh û horî dila bû
Yek esmer û ya dî zerî bû
Yek Horî û ya dî pêrî bû
Zulfên mîsalî tayî sunbul
Xedên ji rengî riwî sorgul
Sorgul ji xwa li ser rihestî
Sunbul bi xwe pêkve daheristî
Herçî bidiya rox û bina goş
Fîlhal biderdida ji ber hoş
Zahir dikirin zend û baz in
Êdî nediman gilî û gazîn
Herçend Stî we nazelîn bûlê Zîn
ji mîsalî horçav bû
Herçend Stî stêrweş bûlê
Zîn bi rox heyvageş bû
Herçend Stî wekî qemer bû Zîn
mehir sîfet zêde têr bû
Şehzad: emîr, patşe xorşîd: ro
mah: hêv riyad: bihuşt, cinet
Pêrî: firişte, meleyîkê rahestî:
jîn bo, zîl de
Daheristî: tevilhevbûn,
linavhevxistin rox: rûçik bina
goş: qirtik, ustê
XANÎ Û NEWROZA KURDVEJÎNKER
Xanî newroza kurdan cejna sersalê, biharê û
cejna serefiraziyê ji bîr nake ango: Dîsan
wek pir çaran jî ji çîrokê dertê û mijarekê
zelal an derman dike. Çarina xwîner şiyar
dike, tê xuyakirin ji ramanên di vê destanê
de, ku xanî ev pirtûk nivisîye ne tenê ji
çîroka evînê ji me re bêje na ev pirtûk
pîroz û giranbuha ye.
Ew roja newrozê dîne ber çavan çawa ku hemî
ji malan derdikevin deşt, çiya û Newalan tev
kal, pîr, zarok, keç, jin, xotr, xanim,
mamoste û xatûn tev dicing
Seyrangehan dawet û dîlanan digirin pev
direqisin Newrozê pîroz dikin û ta îvaran
dimînin pêra vedigerin malan.
Go:Adeta pêşî zemanî
Ev bû li hemî cih û mekanan
Dema ku şahsîwarê xawer Tehwîl
dikir di mehî azar
Bil cumle diçûne der ji malan Heta
dighîşte pîr û kalan
Roja ku dibûye cejna Newroz Geş
dibû jibo me dilevroz
Sehra û çîmen dikirine masken Beyda û
dîmen dikirine gulşen
Dewra felekê ji bextî fîroz
Dîsan ku nima ji nûva newroz
Mubana li adetî mobarek
Şehrî û sîpahîyan bicarek
Sefbisef dimeşîne koh û deştan
Refbiref dixuşîne seyîr û keştan
Rabûne ev xanim û xatûn wan
jî tiji gul kirine bîstan
Şahsîwar: ro xawer: rojhilat
dilevroz: dilvejînker
Mubana: li ser şehrî: bajarî
sîpahî: artêş, leşger
Ko: til, çiyakî bi çûk
ZEWACA STÎ Û TACIDÎN
Van malikên jêrîn ez naxwazim şîrove bikim
ji ber têde pir dirûşmahên
Gênîtalî (cinsî) hene û ezê wê ji xwîneran
re bihêlim ..
Di van malkên jêrîn de Xanî şeva zewaca
Tacidîn û Stiyê bi hebestan ji me re şîrove
dike ji kêliya ku berive hev hatine ,çawa
gewda wan buye yek ûûûûûûûû
Ji ewil ve li adetî mobahî
Destê dirêj kir surahî
Noşî ji surahiya şekirlêva
Noşîn piyalek ji meya deva
Serxwaş ku bû ji meya zelal
Bîhinkir gul û sunbula lîlavî
Geh nêrgiz û lale geh sorgul
Reyîhan binefiş û geh sunbul
Têk têkve didan û têk dibîstin Hin
buse didan û hin digestin
Ew çendî hevdu radimûsan Nobe ne
didane hev li busan
Almas û cewher cebîn û diranan Tebdîl bû
bi leel û mircan
Deriya mihebetê kiri coş
Dest gerden lêvbilêv hemaxoş
Serxwaş bûn bi wî mudamî Bê heş
diketin ji ser qîyamî
Şekir ji lêv diyek revandin
Sorgul ji rox pêkve civandin
Terkîb kirin jibo xwe gulqend Tezwîc
ku bûn pêkve dîlbendan
Sê roj û şevan bi dil piyabî
Teşnelêvan vexwarin ew meyî
Sermestî bi dest têk heristîn Bûn
kild û kilic daheristîn
Dem liyek pêcan û dem cuda bûn Geh têk
hejiyan û geh dilerizîn
Dem ew du bûn û geh yek bûn Geh cot û
pêkve û geh tek bûn
Tîra ku ji ac berhedef bû
Amac bi sefweta sedef bû
Amac ku bû mehlî pîkan Dûr
dane bedel bi mircan
Nubul hatîve nesil ma di wê de Nisila
xwe ji can û dil bi wê de
Nêrgiz: çav lale: riwê gulgulî
dibîstin: xwelihevpêçandin
Leel û mircan:yanê tena Stiyê tev ji
ramûsanan ji guvdê sipî wergerî sor
Coş: avrabûn hemaxoş:
hevhembêzkirin mudamî: meyî
Gulqend:ji pelên gula û gulav û ji şêkir pev
dikeve Kilic:pênûsa kuldanê
Mircan: di vir de daxwaza Xanî ewe ango xwîn
nîşana zewaciyê
Nubul: tîr nisil: tovav,
jînav hatîve: derket, vegerî
XANÎ Û HEVALTIYA RASTEQÎN
Hevaltiya rasteqîn a dilsojî ya bê armanc û
berjewendiyên kesane tenê li cem kurdan hebû
!.
Binirin bû nîmûne jî Xanî ne tim Tacidîn û
Memo anîne ziman tevî ku du birayên tacidîn
jî hebûn yek Erif û yek Çeko bû , lê ew li
ser hevaltiyê rawestîye ne li ser biratiyê
dibêje ku hevaltiya rast ji biratiyê pêştir
e.
Cibran Xelîl Cibran jî waha gotibû
Ye exen lem telîdho omî = eyî birayê ne ji
dê
Herwaha Xanî hevaltî û dostaniya waha
dinerxîne
Yar bi te re bêtin miwafiq Sed
xizmêd xayîn û minafiq
Qurban bike qet mebêje kî ne Bê kîne
bira agir bi kîne
Qurban bike qet mebê mixabin Ci bikî bi
kesan ku bê wefa in
Yarê te ji bo te re bira ye
Him çav ji bo te him çira ye
Lê sed hezar car biborîne Xaniyê nemir ,ew
dostanî û hevaltiya rasteqîn jî me daye der,
Îro ger em kanibin emê jî goştî hevdu bixwin
û bihêrin û nîmune hene lê bila ez wa rûpel
û bîranînên reş nînim ber çavan .
XINIZÎ,XAYÎNTÎ Û XANÎ
Xwînerên hêja û giranbuha xinizî ango:
xayîntî kar û barî kesên bavnenas e
Yanê lawên tolazan ewên ku bafkî wan ne yek
du an sed in, belkim va karî qirêj û gemar
bikin ango: xinizî û nokeriyê li gel û
miletê xwe bikin.
Birayo tu dibînî ku dijimin (Turkiyê) me
dide ber qurşîn, gulan û top û tivingan
Li jêr tang û çekên kîmawî kuştin,
binçavkirin, girtin, lêdan û êşkence
Li jor jî himhima firûk û balefirên şerker û
bombebarandin.
Nabêjin ev kin an dirêj e
Ev xort an keç e
Ev pîrjin an kalemêr e
Çep û rast kurdan didin kuştinê xwîna me li
ser zinar û çiyan
Li nava kolan û gundan ziwa nabe , hertimî
dirêje ta ku em dighiyên roja pîroz roja
serfirazî û azadiyê.
Tevî van hokaran hîn ji me kurdan kesên
bênamûs,şeref û wijdan hene ku kerliqiyê ji
wan dagîrkerên devbixwîn re dikin de bila ew
ker û segina baş bizanibin ku riya xebatê
çiqas ku dijwar be jî lê nebêdawî ye. Tenê
ewana bidawî ne.
Belkim ez gotinên ne wêjeyî yan nesinçî
bikar dînim jî wîn biborînin lê gelo: Ez çi
navî li van guhdirêjan bikim(lawên tolazan
lê cewrik) ger ez çi navî lêbikim dilê min
hênik nabe
Tenê gava bibînim ku segên berdayî ewên genî
û dev bi gilêz bi ser wan de dimîzin hîngê
ezê hinkî yan çîçikî dilhênik bibim
Xanî gotiye Bekir lê îroj bi hezaran Bekirên
me hene, biborîn koçikên me hene ku xizmetî
neyaran dikin.
Hêyî gidî û bênamûso hele carekê veger li
xwe binir ka tu çi karî dikî. Tu xizmet kê
dikî !?
Tu jî li rex neyaran heval,hogir û birayên
xwe dikûjî û bi çekên wan ên mafkuj
Xwînerino bizanibin ku yekemîn xinizê ji
kurdan derketiye Engîdo bû, û ya dawîniyê kî
ye xudê dizane !!?? gelo Xelo ye yan Elo ye
??
De ka em gotinên Xanî pevre bixwînin..
Ew kînewr û xebîsî mudeber Yanê
Bekirî bi dil mizewr
Tirsa wî hebû bidizî ji Tacidîn
Dayîm di dilî wî de, hebû kîn
Tenha waha gote mîr di xif de Mîrêm
te Stî qewî telef de
Navî wî munafiqî Bekir bû &nbs