| |
Tirsa bê diran
Romana Helîm Yûsiv ya nû derket
Ji weşanên Avestayê li Stenbolê romaneke nû ya
nivîskarê kurd Helîm Yûsiv derket.Roman bi navê
Tirsa bê diran e.
Ev roman bi giştî li ser bobelat û guhertinên ku
di civaka kurd de, di van salên dawiyê de çêbûne.
Di riya şopandina xeta jiyana sê kesên sereke
re, Mûsa, Qado û Simko, yên ku bûyerên jiyana
wan tevlihev dibin û her yek ji wan dide pey
qedera xwe. Destpêkê li Welêt bi hev re ne, lê
muxaberatên ku her tişt di dest xwe de girtine
berê qedera wan dizîvirînin. Pê re jî serhildana
12 ê adara 2004 an diqewime û siya xwe davêje
ser jiyana her sê kesên sereke. Du kes bi
welatên xerîbiyê de diterqin û yê dîtir jî ala
bêdengiyeke kor di bin konê desthilatdariyeke
ecêb de hildide.
Mijara giştî ya romanê Tirs e. Li ser zimanê her
du kesên sereke tirsa li ser sînorên Tirkî,
Iraq, Îran û Sûrî xwe tazî dike. Roman bi peyva
tirsê dest pê dike, herweha bi peyva tirsê
diqede.
Ev roman ( Tirsa bê diran ) romana Helîm Yûsv ya
duyem e piştî Sobarto.
Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûka nivîskar ya şeşan
e ku bi kurdî derdikeve.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1- Mêrê avis çîrok 1991.
2- Jinên qatên bilind çîrok.1995
3- Mirî ranazin çîrok.1996
4- Sobarto Roman.1999.
5- Memê bê Zîn çîrok2003.
6- Tirsa bê diran Roman. 2006.
Romana Tirsa bê diran ji 182 rûpelan pêk tê.
|
|