Qehwa sibehê
Westayî di qermîçokên wext de
Li deriyê bajaran didin
Dengên melul
Bê vedan
Şikestina çavên wan
Di çavên wan de dimîne.
Nikarim hebûna li pişt derî bibêjim
Raz ji vekirinê bihtirin
Bêbiniye nezanebûna me
Pepelîk tenê pepelikin
Û xelek her tim di xala pêşî de ye.
Ketine li ser çokan, roj
Li ber xwe nadin
Bêbext û tehlin
zayînên mirovatiyê.
Tayan diqetînim
Gulên li ber tenga xwe vedikim
Dê guldankan deynim ser devên wan
Û koda rengan bişeliqînim.
Bêhedanin nikilên çerxanê
Wêneyên gêj direvin
Xîzên wateyan xelekan dirijînin hev
Kêlîk dubare nabe
Û em bê dilovanî wextê xwe direvînin girî.
Derbas dibin
Li ser milên wan navên jiyanê
Giranbar û bi çavne dûr
Bêdengiyê dipêçin
Di xewnên xwe yên şikestî de.
Jiyana sed alî
Nema li dil disekine
Evîn korane li xewnekê digere
Dergeh di zîqîna xwe de dûr diçe
Pirtikên li ser pepelîkan
Têra perwazê nakin.