|
kîjan kulîlk çavên te
ne ¬?
Kamran Simo
kurê min
nêrîn
di hawarên min de
fetisî
di hesreta axînan de
qêrîn
winda dibin
li civata
zanên nezan
rastî nehate zanîn
têgihiştina
çawtiyê nedîtin
bi nezanîna daxwaziyê
zanîna xwestina pîroz
şevekorî kirin
kurê min
cefakêşên bargiran
feylsofên nezan
dînên pêşeng
dewlemendên bêwar
derwêşên ol nenas
lehengên tirsonek
kevneperestên hemdem
di nav lêvên wan de
ziman diqermiçe
peyv
pelên êşê diweşînin
kurê min
bêje
tu
di çavên kîjan xoşewîstê de yî
li lûtka kîjan çiya yî
di hêstirên kîjan kaniyê de yî
di bêhna kulîlkên kîjan zozanî de yî
di bin ewrên gulebarana kîjan şerî de yî
li civata pesinê kîjan lehengan î
bêje kurê min
henesa te
di henesa xwe de
dengê te
di dengê xwe de
xeyala te
di xeyala xewnên xwe de
dibînim
kurê min
qêrînên kemînên şevê
hesreta axîna dumahiyê dizanim
awirên min
bi tirs pêl kulîlkên çiyan dikin
dizanin
her kulîlk çavên lehengekî/e bênav e
bêje kurê min
tu kîjan î
dilê min
hesretê bêhn dike
dil hesret e
kurê min
|