rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:38

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

12
21Ê GULANÊ

Me xêlî û berbû berbi zemawendên xweliyê ve vedihinartin
û me ji boyî vegera te dest ji nimêjên xwe berda.
Me belge û qoçanên xwe berbi radestiyê ve vehinartin
û me ji boyî vegera te dest ji keskesor û tîrêjê berda.
Me aso û rêçên xwe berbi tavên te ve hinartin
Û me ji boyî vegera te dest ji kuştarên xwe berda

Û min jî
Gulana te ji nikulê hechecîkan direvand
Min daristana te
di hesta xwe de diçand
Min tavsorka êvara te
di dilê xwe de dimeyand
Min zeredeştê xeftanê te
bi lalî dinasand
Min mêkewa zêrîn a dafên te
bi dijminahiyê dialand
Min perwaneya bişirîna te
bi şemalê dixapand
Min pasvanê nalîna te
di barûdê de dikeland
Min Tilmarûfa bendên te
bi zingarê didirand
Min felsefeya kenê te
di hinavên xwe de diqeland
Min bûneweriya wê biyabanê
Jiqidûmketina wê dastanê
Reşgirêdana wê dîlanê
di navenda keserkêşana xwe de
diteqandin,
Û min jî mîna şêxê xwe ji te re digot:

(Mihnetkeşên roz û şebê
Der firqeta şêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew 'edl e em pir pê xweş în
Melayê Cizîrî)

Lê tu çûyî
Li pey te
rûpelên bindestiyê spî man
li pey te
peyamên me tengezar û bêxwedî man
li pey te
helbestên me bê nîşan û bê gilî man
li pey te
payîzên me bê bûk û bê kezî man
li pey te
daristana dozê bê başok û şengebî man…
lê tu çûyî Şêxê mino!!!
Berî te min bi xwe mirina xwe dîtibû, ne kes li pey min digiriya, ne kesî keziyên xwe kur dikirin û ne jî diya min reşgirêdan dipejirand, li wî rexê dûr ê Amûda ji genim, bi tenha xwe berbi gora xwe ve diçûm. Min ji ti kesî şerm nedikir, min li ti kesî nedinêrî, min berê xwe dida çavên qerimî yên diya xwe û min li birayên xwe dipirsî.
Diya min Şêxê mino!
Di himbêza min de mir, du rondikên germ ji çavên wê bi ser dilê min de herikîn, min bangî wê dikir dayêêêêêêêêêê!!!!!
Min nedizanî Şêxê mino ku mirin ewqasî hêsan e....
Min ew bi destê xwe di gorê de bi cih kir, min berê wê da qubleya ku baweriya te pê dihat û min maçî herdû çavên wê kir, min lêbûrîna xwe ji wê dixwest û bi ser kerkerê spî de digiriyam..
Lê min nedizanî ku mirin ewqasî hêsan e...
Min nedizanî ku ez dê wê mirinê ji bîr nekim Şêxê mino !!!
Min nedizanî ku dê xencera wê mirinê hetahetayê di giyanê min de sincirî bimîne
Şêxê mino!
Min lêbûrîna xwe ji birayên xwe dixwest...
Min piyalên poşmaniya xwe pêşkêşî wan dikirin...
Û min ji wan re digot de va ez jî hatim malavano!!!
Û piştre
Şêxê mino!!!!
Min lêbûrînên xwe spartin dilê xwe yê riziyayî û berbi gora xwe ve, bi çavine lawaz, bi bîranînine nîvçe, bi zaroktiyeke qurmiçî, lê bi dilvoniyeke bêpayan, çûm...
Birçî dibûm
Tî dibûm
Wenda dibûm
Bê xaç dimam
Bê maç dimam
Şêxê mino!










Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE