Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

20 April 2008 22:30

 

 

 

Marsîs *

Mehmûd Badilî



Bibûrîne..
ku min nîv himêzkirin
di navbera pêçîyên bejî û çiçikên tî de
ber bi êvareke nîvçe de
bi kuştin da.

Bibûrîne ..
ku min nîv gav ji pistepistê
di ajot ber bi şerekî mezin de
wê gavê ..
heyv ji nav porê te dişemitî
û dilê min
di berxwe de dida,
wê gavê ..
ji tilîyên min
deshilanîn çênebû
taku porê te şehkiriba,
wê gavê ..
min nizanîbû
ku şevê ..
wê porê xwe
bi ser gihaka arezûya min de
kurrkiriba,
wê gavê ..
girêza dilbijandina minî velqitî
li bûnewerên kûrahiya min
dibariya,
û çirûskên wê kêlîka ha
ji çav û tilîyên te
serxweşiya helbestek kêmxew
werdigerand
ez û dîwar diariyan.


Bibûrîne ..
ku wê gavê
perîşanî di hindirê min de
digiriya,
tûtina êvara min jî
ne ya xursê bû
û bêhna tirsê
li tevdîra kiryariyên min
diweşiya,
û mija zayîna min
ji pêsîrên bîreweriya birîneke kevn
hîna şîrvenebibû…
kosteka azadiya endamên min jî
hîna ne qetiyabû…
ku di berrîya te de
bi nehişî xwe berdana .


Bibûrîne ..
ku min ..
nîv danasîn
nîv hevdîtin
nîv pistepist
nîv xatirxwestin
di êvareke bînçikîyayî de
bi kuştin da .


Bibûrîne ..
ku min..
di wê êvara nîvçe de
li ber te..
ruwê xwe sipî nekir
ne nîv maçeke reviyayî
ne nîv dereweke tevizî
ne nîv pêvedaneke bêdeng
wisa..
dilsar û dilşewitî
laşê min bi desmêj
li tenahiyê vegeriya …
û giyan serxweş ma
di nîv bêhna devê te de
xîmava gumaniyê
di nîv êvara mayî de
bi nexurî dimijt
bi nexurî dicût
lê marsîs bilind ma
û pelên xwe
neweşand .

Marsîs : dareke rengê wê zer e , dirêjbûna wê 2 mitr in, darikê ku pê çixarê vedixwin jê çêdikin, hêmaya berdewamî û hevaltiyê ye .
 

                                                      

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1