Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:02

 

 
 





Kampaniya berhevkirina 100.000 imeze bi dawî bû




DAXUYANÎ

21ê Sibatê roja navnetewî ya zimanê dayîkê, kampaniya 100. 000 imze bi dawî bû

21ê sibatê roja navnetewî ya zimanê dayîkê ye. Ev roj her sal li welatên ku endamên UNESCOyê ne bi çalakîyên pirreng tê pîrozkirin.
Armancên vê rojê ev in:
1. Balkişandina ser mafê perwerdeyîya zimanê dayîkê
2. Bilindkirina têgihîştina ji bo civakeke pirçandî
3. Bilindkirina pejirandina li hember mirovên cihêreng

Dewleta Sûriyê jî endama vê saziyê ye, wê jî hewldanên navneteweyî yên parastina zimanan û taybetmendiya gelan pejirandiye û îmze kiriye. Lê di rastiya xwe de hîn jî bi tundî beşdarî hewldanên tunekirina zimanê kurdî dibe. Û hemi rêçen pêşveçûn û geşpêdanê li ber asê dike.

Di vê demê de, dema UNESCO dibêje ku nivê zimanên vê gerdûnê di gefê û di metirsiya ji holêrabûn û nemanê de ne, rewşa zimanê me di hest û hiş û bîr û dilê me bi gurmîneke mezin diteqe. Û careke din em û tirs rû bi rû li pêşberî hev radiwestin û em dîsa jî li gorî derfetên xwe hewl didin ku temenê vî zimanî dirêjtir bikin û azadiya wî wek erkekî sereke di têkpşîna xwe ya rewşenbîrî de li qelem bidin.

Ji boyî bi cihkirina erk û pêdiviyên îroyîn yên tevgera rewşenbîriya kurdî, H.R.K.R.D, di sala 2006ê de, dest bi kampaniya berhevkirina 100.000 imzeyan kiribû. Û bi hemî derfet û karînên xwe hewl da ku vê kampanyayê bi dawî bike.

Bi vê munasebeta navneteweyî, em dixwazin çend xalên giring bo raya giştî destnîşan bikin:

1. Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, bi dilekî germ, bi rêzgirtineke bêhempa spasiyên xwe pêşkêşî wan leşkerên nenas ên li welêt dike, yên ku di rewşên pir dijwar û tirsnak de, dikaribûn bi wêrekî û cegerdar, him imzeyan ji gund û bajaran berhev bikin û him jî wêneyên wan imzeyan ji me re bişînin. Em naxwazin navan destnîşan bikin lê spas ji bo kes û sazî û dezgehên rewşenbîrî û spas ji bo çend partiyên siyasî yên ku piştgiriya me kirin.

2. Îro H.R.K.R.D kampaniya ziman bi awakî fermî bi dawî dike, ji hemî kesan tika dike, ger formên imzeyan li ba wan mabin, bila bi zûtirîn kat ji me re bişînin.

3. H.R.K.R.D ji serê sala nû û vir ve di gel UNESCOyê di hewldanê de ye daku imzeyên berhevkirî tevî belgenameyekê li ser rewşa zimanê kurdî radestî wê bike. Aniha jî pirsa wergirtina imzeyan li ber destê serokê saziyê ye, hêviya me ew e ku di nêziktirîn wext de bersivek e erênî bide me.

Em di vê rojê de banga xwe bo rewşenbîr û gelê xwe dûbare dikin, daku zimanê xwe û nasnameya hebûna xwe ji hev cuda nekin û her û her ala vê kurdiyê di hest û mêjiyê xwe de liba bikin.

HRKRD kampaniya berhevkirina 100000 imze bi dawî anî, lê pirsa ziman di çaçoveya xebata xwe de pirsa herî sereke digire. Vê pirsê mîna kampaniyeke vekîrî û bêsînor dê bi awa û şêwazên nû û cihêreng berdewam bike. Bi armanca avakirina pirojeyeke netewî bo zimanê kurdî dê di kar û xebatê de be.

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve
Komîteya kampaniya imzeyan
21. 02. 2007





                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1