|
„Kurdistana
Şêxan“:
hindek pirs û hindek Kurd?!
Hoşeng Broka
(1)
„Kurdistana Şêxan“: Pirsa Bûyerê
Bûyerên 14,15,16.02.07 an, ku li herêma Şêxana
Kurdistanê(ku zorbeyî zorî nişteciyên wê Kurdên
Êîzîdî ne), bi şêweyekî terorane, û li jêr
duruşmên „cîhada pîroz“ û „Allah-û-ekberan“, bi
destên hindek Kurdên Misilman(eşîreta Mizûriyan
û peyayên wan), rû dan, dan diyarkirinê, ku dem
êdî nema dema „yan Kurdistan yan neman“ e.
Kurdên wexta „yan Kurdistan yan neman“, Kurdên
hev bûn, bi qasî ku ew Kurdên Kurdistanê bûn; ew
Fileh, Êzîdî, Elewî, Feylî, Kakayî, û Sunniyên
hev bûn, bi qasî ku ew hevalên „çiyayên heval“ û
xwîna hev bûn; û ew „kesk, zer, sor û sipiyê“
hev, û sirûda „hey reqîbê“ hev bûn, bi qasî ku
ew pêşmergeyên hev, gerîlayên hev û şehîdên hev
bûn.
Ma gelo Kîjan Kurd Leyla Qasim Hesen ya ji
Kurdistanê heta bi Kurdistanê(ku di
12/13.05.1974 an de, ligel destgirtiyê xwe Cewad
Murad Hemawendî, li ser destên dîktatoriya Bassa
faşist, hatin daleqandinê) nas nake?
Wê „Leyla Qasim“a wê Kurdistanê, ku navê wê li
keçên bi Kurdî, dihate belavkirinê, ku wêne û
çîrokên lehengiya pêşmergeyatiya wê, li mal,
civat, çiya û cihên bi Kurdî, dihatin
lidarxistinê, wê Kurdistanê, qet Kurdekî ne
dipirsî, ne dizanî, û ne jî dixwest bipirse û
bizanibe, ku „Leyla Qasim“ Feylî ye, Sunnî ye,
Feleh e, Cihû ye, Kakayî ye, yan Êzîdî ye.
Wexta ku bavê min yê „Lalişî“, navê xwişka min
bi navê wê „Leyla“ya „yan Kurdistan yan neman“,
bi nav kir, qet nizanîbû(mîna her Kurdekî wê
Kurdistana xewnan), ku ew(Leyla Qasim) Kurdeke
Feylî û Xaneqînî ye(di 27.12. 1950/1952 an de,
li Xaneqîna Başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye).
Wexta ku Êzîdiyên wê Kurdistana „Leylayî“, milên
xwe didan çiyayên bi Kurdî, li gel hemî Kurdên
xwe yên bi Kurdî, daku bi hev re, xewnan bi
Kurdî bibînin, û bi hev re jî, bibêjin „yan
Kurdistan dê were, yan em dê nemînin“, wê
Kurdistanê û wê Leylayê, Êzîdiyek nedifikirî, ku
rojekê ji rojan „Kurdistana Şêxan“, dê „fetweya“
jiholêrakirina wî û aliyê ola wî, bi „allah-û-ekberên“,
serdema „fitûhatan“, bibe bangdan, bilindkirin û
provokekirinê .
Kurt û Kurmancî, ew bi hev re, wek Kurdên yek „baweriyê“,
diçûn yek dînî: „dînê“ „yan Kurdistan yan neman“.
Lê bûyerên „Şêxana dawiyê“, dan eşkerekirinê, ku
ew „Kurdistan yan neman“, nema êdî ev „Kurdistana
li ber destan“ e. Bûyeran bê şirovekirinên „zirmezin“,
eşkere gotin, ku „Kurdistana wexta xwînên şehîd“,
ne ev Kurdistana wexta „çinîn û parvekirinê“ ye.
Bûyerên „Kurdistana Şêxanê“, vê „meha resh/reşemî“,
bê „belkî“, „dibe ku…“, „lê“, û „Xwedêgiraviyan“,
dan çespandinê, ku teror(modêla Îraqa halê hazir)
êdî, bi kurdî, û li Kurdistanê jî, dikare were
kirinê. Vê teror û terorkirina „bi Kurdî“, ku li
ser destên „Allah-û-ekberçiyên bi Kurdî“, li
dijî Şêxana bi Kurdî û Êzîdî û Xwedayên wan, yên
bi Kurdî, dan eşkerekirinê, ku Kurdistan jî, wek
her parçeyekî din ji Îraqa îroyîn(kêm-zêde), di
devê terorê de ye, û her kêlîk, her „bazdana
jinan“, her „serokeşîr“, her „allah-û-ekber“ û
her „mîrên tariyê“, „Şêxan û „Şêxanistan“,
dikarin herin qewimandin, rûdan û fitnekirinê.
Îraqa halê hazir, ku rojane di kuştinên „helal“
de, tê gevizandinê, heta berî „bûyerên Şêxanê“,
wek „Îraqa kuştina bi Erebî“ ya di navbera „Sunnî“
û „Şîyian“ de, dihate ragihandinê, lê paş „Şêxana
allah-û-ekberî“, rûyê terorê li heman Îraqa „kuştina
helal“, êdî Kurd û Kurd û li Kurdistana wê ya „aram“,
bi Kurdî jî, dikare were xwendin û ragihandinê.
Li gora nûçeyên yekemîn, yên hindek alavên
ragihandina fêrmî, yên Kurdistana „azad“, bûyer
„bi sedema revandina keçeke Misilman, li ser
destên xortekî Êzîdî, bi mebesta zewacê“ hatin
qewimandin(http://www.pukmedia.com/arabicnews/16-2/news6.htm)
.
Bê guman ev nûçe, paş belavbûna gelek
sînaryoyan(çi bi dizî, çi jî eşkere), diyar bû,
ku ew ne tenê „nûçe-dereweke mezin“ bû, belkû ew
„nûçe-fitneyeke mezin“, „nûçe-hukmekî mezin“ û „nûçe-ehmeqiyeke
mezin“ jî bû.
Li ser asta Êzîdiyan, hemî şahidên bûyeran, ev „nûçeya
Kurdistana fêrmî“, derwîn derxistin. Herweha
zorbeyî zorî nûçeyên ku li ser koçkên Êzîdiyan
di Paltalkê de(ku mixabin bûn çavkaniya sêwî, di
navbera derveyê „Kurdstana Şêxan“ û hundirê wê
de), bûyer ne wsia li qelem dan. Van çavkaniyan
diyar kirin, ku „herdu xortên Êzîdî, paş lavlav,
xweavêtin û xwedexîlkirina keçika Misilman a ji
ber gefên mêrê xwe bazdayî, wan ew bi xwe re,
hilgirtiye navendeke hêzên asayişê. Li wir paş
îfadekirina herdu aliyan, xortên Êzîdî serbest
tên berdan, û keçik jî bo xelkên wê tê
radestikirinê, û paşê, bi destên mêrê wê tê
serjêkirinê“
Nûçe û raportên hin ajans û rojnameyên Kurdî,
yên li derveyî „Kurdistana Fêrmî“ jî, ev nûçe
teqez kirin.
Rojnameya „Azadiya Welat“, ku li Bakurê
Kurdistanê derdiçe, di nûçeyeke xwe de(17.02.07
http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1967
) , ku li jêr sernivîsa „Eşîra Muziriyan
êrîşî êzîdiyan kir“, hatiye weşandin, bûyerên
Kurdistana Şêxanê“, weha radigihîne: „Hate
ragihandin ku 2 ciwanên êzîdî yên di asayîşa
Şêxanê de dixebitin, jina ji malê reviyayî, bi
mebesta alîkariyê hildaye wesayîta xwe. Li ser
vê yekê eşîretê biryara kuştina jina reviyayî û
şewitandina wergeha pîroz a êzîdiyan 'Şêxanê' û
gelek malên êzîdiyan daye.“
Heman rojnameya navborî, di anlîze-nûçeyeke din
de(19.02.07an), ku li jêr sernivîsa „Êrîşî
êzîdiyan nekin“, hatiye belavkirin, heman nûçeyê
careke din, piştrast dike.
Herweha di rojnameya „Yeni Ozgur Politika“ de jî,
ku li Elmana(bi Tirkî û Kurdî), tê belavkirinê,
heman nûçeyê(li ser zimanê ajansa DÎHA yê), di
analîze-nûçeyekê de, ku li jêr sernivîsa „Erjengî,
dijmirovî û hovîtî...“(17.02.07
http://www.yeniozgurpolitika.org/index.html?bolum=haber&hid=13796)
, hatiye belavkirinê, rast derdixîne, û weha
radigihîne: „
“Jinek ku hêj navê wê nayê zanîn ji ber zexta
mêrê xwe 2 roj berî niha ji mala xwe reviya.
Jinê li ser riyê ji bo alîkariya wê bikin
wesayîtek ku 2 ciwanên êzîdî yên di Asayîşa
şêxanê de dixebitin, rawestand. Ciwan li ser vê
yekê jinê dibin Asayîşa şêxanê. Piştî agahiya
malbatê pê çêdibe, jinê ji asayîşê dixwazin.
Asayîş piştî hildana îfadeyan, jinê teslîmî
malbatê dike.”
Piştî ku asayîşê jin teslîmî malbatê kir, li
malê li ser mijarê civînek tê lidarxistin. Di
civînê de biryara serjêkirina jinikê tê dayîn û
înfaz bi cih tê anîn“.
Herçende ku tarîkirineke „bi hemd û bi qesd“ ji
hêla ragihandina „Kurdistana fêrmî“ ve, li ser
bûyeran, hate vegirtinê, lê agahiyên cudacuda,
ku heta aneha belav bûne, didin diyarkirin, ku „Kurdistana
Şêxanê“(ku bixwe aliyek ji Kurdistana fêrmî û „azad“
e), li jêr duruşmên „olperestane û tundrew“, bi
destên hindek aliyên „Misilman“, bi serkêşiya
hindek „mîrên tariyê“, li devera Şêxanê,
teroreke mezin li dijî tevaya Êzîdiyên wê
herêmê(ku ew pirranî ne), hatiye meşandinê.
Di serencama vê teror û terorkirinê de, hindek
sîmbol û mezargehên Êzîdiyan(Mezargeha Şêx Mend)
û hindek navendên seqa, rêûrism, û kultûra ola
wan(navenda Hisên Babe Şêx û Bingeha Laliş li
bajarê Êsifnê), hatin şewitandin, jiholêrakirina
û bidarvekirinê.
Herweha tevaya Êzîdiyên deverê û mal û milkên
wan, di serî de, mîrê tevaya Êzîdiyên cîhanê û
serokê meclisa wan ya rûhanî, „Mîr Tehsîn Seîd
beg“, û cihê rûniştina wî, bi rojan di bin gef û
agirê wê terorê de man.
(ji bo dîtina aliyekî ji aliyên vê terorê,
binêre:
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=13608
&
www.shekhan.cjb.net &
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=13744
)
hoshengbroka@hotmail.com
|