rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

21ê sibatê roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye

 



21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye. Ev roj her sal, bi çalakîyên pirreng, li welatên ku endamên UNESCOyê ne tê pîrozkirin.
Armancên vê rojê ev in:
1. Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî
2. Bilindkirina famdarîye ji bo civakeka pirçandî
3. Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng

Ev roj ji aliyê kê ve û kengî hat îlankirin?

Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û bi seremonîyekê hat îlankirin. Mudûrê Giştî yê UNESCOyê Koîcihiro Matsuura beşdarî seremonîyê bû û konferans vekir. Serokê NY (Neteweyên Yekbûyî) Kofî Annan jî mesajek şand vê  konferansê.

Çima 21ê sibatê û ne rojeka din?

Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, bengladeşîyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdu, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.

Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşîyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.

Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand


Çalakîyên li Swêdê

Ev roj dê îsal li Swêdê jî li hemû şaredarîyan bi semîner, axaftin, pêşengeh, muzîk, dans, pêşpirke û hwd. bê pîrozkirin. Bi munasebeta vê rojê, hem bi çalakîyan hem jî bi medyaya netewî û herêmî dê awira giştî li ser girîngîya zimanê zikmakî bê agahdarkirin.
Dayreya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê (Myndigheten för Skolutveckling), girîngîyeke mezin dide çalakîyên vê rojê.

Şagirdên kurd jî dê li şaredarîyan bi helbest, axaftin, stran û govenda kurdî vê rojê pîriz bikin. Em ê çalakîyên şagird û mamosteyên kurdî di malpera xwe de biwesînin.

Kurd û roja zimanê zikmakî

Ev sê sal in ku em di malpera xwe de cihekî fireh didin vê rojê. Ku mirov rewşa zimanê me bîne ber çavên xwe, divê kurd ji her kesî pirtir di vê rojê de çalak bin û di qada navnetewî de balê bikşînin ser mafê perwerdeya bi kurdî. Lê mixabin ev roja girîng heta niha bala kurdan nekişandîye ser xwe. Em hêvîdar in ku di vê rojê de medyaya kurdî bi awayekî ciddî li ser girîngîya mafê perwerdeya zimanê zikmakî raweste.

Çavkanî: dibistanakurdi.com












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE