rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Kaxezên qeşayê

 


Tengezarê Marînî


Li ser zimanê te lêv bêdawî ne
daristananeke maçan e
diçî, dev ji hev derdiçin
diçî, gulek li ser singa te
çavên baxiziyê
ji evînê diperxînim
masî ye li bejê
çend mar
qûnax in di nêvbera min û te de çêbûne.

Kolan û keçikên ciwan
serî diêşe
tu dûr diçî keleh li wir hebû
şahinşahekî veşartî
di xilmaşeya helbesta min de.

Kezeba min e cih, dest jê berde
diçe
bajo
bifire
serê min giran bû
daxwaza çavên te sema laşê min
agirekî hilî di nav peyv û min de
tu yî
dest li noqê
tirsê li çivîk nepêçe
weha bêdeng

Tarîbajar
destdirêjiya dîwarê Helsingör
peyv
tu
ez
peyv

„ kevir tenê di baranê de
Dengê dilê xwe dike
Avê gote pêlê min vexwe
Pêlê got Çawa dikarim?
Ez devê te me
nikarim”

çipikên dawî dibariyan
li binya wî kaşî
awirên min
hesinê şîn heye li wan kolanan
çuqiliyên şînvekirî zer dibin
mîna masî asîman dike kurtepist


Dêm
karwanê ewrên reşî-tarî
makîna dojehê li ser desmala sipî
kêla gora min
robarê xilxulîna xwînê
carekê bêhaybûn li ser bejna te dijiyam
min çixare ne avêtibû pişt guhê xwe
ji agirê qeşemê giyanê min
li hêla rastê balindeyekî winda
sîtava lal
xewn ya bayî bû
heyv dikeniya berbi jêr ve
carekê şemendefer berf bû, di nav tiblên min de diçû û dihat
nivişta şeveke rût li ser mijgulan

Evro balonek im li ber tariyê dihejim
tu radizî
ez belgên helbesteke payîzane me
li qolicên spêda te
serpêhatî me nema ji bo te digêrim
di her qîrekê de demeke xweş heye
di şevên xemgîn çavên te toz
sinor şev e
terazûya peqpeqonkên sabûnê
birîneke dîgîtal,
bilûreke bêxew
dergeh
heyv tarî ye
ba ducaran girtiye
hespekî spî derbas dibe û diçe











 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE