rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Helwesta Navenda PENa Kurd li ser Karîkatûran

 


Navenda PENa Kurd

Navenda PENa Kurd bi tengawî temaşe dike, ku hinde rêjîmên zordar xwepêşendanên req û hişk li dijî Danîmarka û nûnertiyên wê yên dîplomatîk, bazirganî û çandî amade dikin. Bi vî awayî ev rêjîmên paşverû dixwazin kêmasiyên xwe di warê aborî, mafên mirovan, mafên hindikahiyan û mafên jinan de veşêrin. Rewşeke aloz li dor karîkatûrên li ser Muhemmed Pêxember pêk hatiye û wek encam çavtirsandin û terrora li hember rojnamevanên Danîmarkî û komên Xaçparêzan bûne realîteya neqenc.

Di çavên nivîskarên Kurd de, Danîmarka û civaka wê mînakên toleransê, yeksaniya komeleyî û zayendî, lîberalîzma siyasî û geşbûna aborî ne. Em rêzeke mezin didin çanda Danîmarkayê û nivîskarên wê yên mezin mîna Hans Christian Andersen, xelatgirên Nobelê ji bo sala 1917an Karl Adolph Gjellerup û Hernik Pontoppidan û xelatgirê Nobelê ji bo sala 1944an Johannes Vilhelm Jensen.

Navenda PENa Kurd banga hemû Navendên PENê ji neteweyên ji çanda Îslamî dike, ku bi dengekî bilind nehêlin, ku propaganda kînê li hember gelê Danîmarkî dewam bibe. Hemû pirs û arîşeyên bi donzdeh karîkatûrên weşandî û sê karîkatûrên sexte ve girêdayî, divêt bi rêya gengeşe û raberzînên vekirî bêne çareserkirin.











 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE