|
Nêrînek derbarê tevgera Kurd li başûr
rojavayê Kurdistanê
&
Asoyên çareserkirina qeyrana heyî
Vedan Adem
Bê xwendin û têgihştina rabirdû û baweriya tund
bi paşerojê, em dê nikaribin nihoyê xwe ava
bikin
Pêşgotin
Ev vekolîna raveker a kurt ku hêvî dike sûdemend
be, diviya bû zuha û tenê bersiva hindek
pêwîstiyên taybet û giring bide:
1-Têgihiştin û famkirina tiştê ku rojane li
pêşiya çavên me di navçeyê de diqewime û
têkiliya me pê re.
2-Qels kirin û şerkirina ramanên ku hewil didin
-bi riyeke çewt da ku riswa nebin- li vir û li
başûr rojavayê kurdistanê, vegerin meydanê.
3-Rêxistinkirina koma rêxistin û girûpên siyasî
ên ko armancên xwe bicih nayênin ji bilî ku ew
li ser bingeheke neteweyiya eşkere û zelel ava
bibin.
4-ku ew xwîna pir a ku li sere çiyayên me hatiye
rêtin badîhewa neçe û hewildana dîtina wateyekê
ji wan qurbaniyên gotî re sebaretî nifşên dahatî.
Helbet, eger ku ev lêkolîn bikaribe bersiva van
pirsgirêkan bide, ev lêoklîna ku biveyên danîna
xwe yên ku di çarçoveya rêbaza xwe ya lojîk de
bi kaos in û car bi car ji cengê veqetandî
dixuyin, hildigirin.Her wesa, ev lêkolîn hewil
nade ku tiştekî li siloganên kevinare anjî
wergirtinên kawik ku dişibin rîtûalan zêde bike,
dîsan ne ji armanca vê lêkolînê ye ku awazên
ronakbîrên bêkar pirtitr bike.
Wesa, di baweriya min de, ku ev lêkolîn dê rengê
kurtiyê
werbigire(veguhastin-jêxwarin-daqurtandin),eynî
weke hertiştê ku dawî xwe di "çopê"de dibînin
piştî ku erka xwe pêktînin, gelo erka vê gotarê
çi ye?
Derxistina hemî raman û gotûbêjên girêdayî berev
eşkerebûnê û bersivdana wan û motîvkirina yên
din ko van kêşeyan ji bilî xwe bêtir dizanin
berev beşdarîkirina di bersivdana van
pirsgirêkên navhatî re û dîtina çareseriyên
babetane, angu erka wê bi kurtî û taybetî
xizmetkirina tevgera rizgarîxwaza kurdistanî û
dozên milletê me bi giştî û li parçeyê ku bi
dewleta Sûriyê ve hatiye girêdan bi taybetî ye,
lê gelo çawa ?
Di destpêkê de, pêwîst e em destnîşan bikin ku
ne hertiştê li hemberî me dikare bête guhertin
lê teqez e ko eger em tiştekî biguherin divêt em
li hemberê derbikevin, nexasime ku em ne di
cîhanekê dijîn ko piraniya wê paşketî û raketî û
bê bizaveke aktîvane ye.
Di van rûdan û bûyerên mezin yên ku navçeya me
di wan de derbas dibe rojane pirsên nuh
dadikevin holê weke: gelo sebaretî me rewş dê
wesa bidome anjî dê biguhere? Eger hat û
guhertin çêbû, gelo ev guherîn dê me berev pêş
anjî paş ve bikêşe?
Aloziya rewşa tevgera rizgarîxwaza kurdistanî ji
rewşa navçeyê ne kêmtir e, lê anceq evro mêjû
dikare vê rewşê rave û şîrove bike, û teoriya
zanistiya herî baş şopandina tembînameyên wê di
dema niho de ye angu"bikarênana hertiştê lojîk û
babetane di dîrokê de " tevî ku bi giranî jî ev
pêk were,ji xwe karê niştimanî û netewî demekê
dixwaze da ku pêk were.
Her wesa, divêt ko rastiya pêdar derheqê herêma
Kurdistana Iraqê de neyê bipaşguhxistin, angu
paşeroja ronîdar ya tevahiya deverên kurdistanê
û tevgera rizgarîxwaza kurdistanî li ser
biserkeftina ezmûna Kurdistana Iraqê radiweste.
Ji bo van xalên li jor gotî, pêwîst e ko xebata
me a berdewam bi encamên xwe yên diyar, herdemî
û bêrawestan be, ji ber ku ew xebateke man û
nemanê ye di vê dema ku mentalîteyên kevin û
sinordar ji holê radibin û konevanî li gor
xurtbûna cîhana mirovan di vê sedsalê de, tête
veguhertin .Vêce, kê dixwaze anuha rabiweste,
dema niho ji kê re ne giring e û kê heye ko guh
bi paşerojê nade?
Ji vir dixuye ko tiştê em hewil didin di vê
gotara xwe de pêkbînin: gurkirin e, gurkirina
berev pêşveçûn û bicîanîna stûbariyan û
zêdekirina pisporiya babetane bi baştirîn rengên
wê ye, gurkirina ku dê bandorê li çi kesê xwedî
wijdan û bi hemî şiyanên heyî bike.
Qehîmbûna çepgerî anjî rastgeriyê bi qasî
xizmetkirina doza ku ew semyan jê hatîne
wergirtin, tê xuya û destnîşankirin .Di doza
Kurd de, ne mumkin e ko çepgerî yan rastgeriya
micid hebin bi qasî hebûna çendîtiya
xizmetkirina doza behskirî û pirsa: Gelo ez
ximzeta wê dikim yan na? Ji ber ku semyan li gor
encama ximzeta pêşkêşî dozê kirî tên
destnîşankirin ne berî xizmetkirina wê anjî
girêdana wê bi ramanên ku em bi wan bawer dikin.
Di kûrahiya milletê Kurd de, cewherekî netewî ku
ti bûyer anjî karpêk nikare ji holê rabike heye,
ji bo tu wî cewherî berz bike tenê derfeta
axaftin angu"xebat" ê pê bide û armancên ku ew
bê dîtin dibîne û bêdeng bi wan dirame nîşa wî
bide, ku gav bi gav bi şêwazeke zanistî li gor
perensîpa lêdana yekgirtî a paşerojê xebat dê
bibe.
Başûrê Piçûk…
Navnîşan bi tena xwe dide xuyakirin ku başûrekî
mezin heye ku beşeke mezin ji pirsgirêk û
stûbariyên başûrê piçûk hildigire, nexasime ku
piraniya mezin û piçûkên wekehev di warê rastiyê
de bi taybetî regez û çanda dagîrker, ji hêlên
dîtir.
Hewildana nivîsîna van ramanan bi şêweyeke zuha
û qelp mijareke herî zehemt e ji ber giringiya
pirsa destnîşankirî û pirbûna aliyên wê, ji ber
vê çendê veguhastina rastiyê bi xurûtiya wê ve
bê kiryarên dîbacekirin anjî guhdana bi form û
rêzkirina gotinan dê mîna karekî rewa û lojîk
bixuye,ji xwe dev ji çendîtiya çax û vekolînên
pêwîst ji pêkanîna wêneyeke kûr û tevav ji
rastiya siyasî û civakî di başûr rojavayê
kurdistanê de ,dûr ji derew û
qelpîtiyê,berde.Her wesa, armanca min ne ewe ku
ez lêkolîneke dîrokî li ser başûr rojavayê
kurdistanê û tevgera wê ya siyasî û pêşveçûna wê
bicih bînim, ji ber ku ez di wê baweriyê de me
ku ew di nav destan de ye .Dîsan,ev nabe asteng
ku ez ji aliyê xwe ve hindek xalan rohn bikim û
helwesta xwe di sedemên bêçaretiya bizava
siyasiya kurdî li başûr rojavayê kurdistanê û
paşvemayîna wê sebaretî pêşveçûn û guherînên
nêvdewletî û herêmî yên girêdayî-ji dûr yan
nêzîk-bi doza kurdî li vî anjî wî parçî, bidim
xuyakirin di gel sedemên qeyrana bive ya ku
bizava behskirî ji zêdetirî sê dehsalan ve tê de
dibûre û di destpêkên dehsala dawî ji sedsala
bihurî,geştir bûye.
Pirsgirêka windakirina partiyên kurdî baweriya
xwe li nik millet li başûr rojavayê kurdistanê
ne hewceyî çi analîze anjî lêkolînan e bi qasî
ku bi hewceyî proseyeke hisabiya sade ye derbarê
karpêkên van partiyan tekane anjî bi kom ji dema
damezirandina wan û heta niho...anjî mêzandina
li xizmetên ku bizava navhatî ji desthelatên
faşîst û serdest bi rengekî yekser anjî ne
yekser li ser hisabê millet û doza wî li başûr
rojavayê kurdistanê,pêşkêş kirine .Di vî biyavî
de,diyar e ku keysperestî û berjewendiyên kesînî
û qelsiya hestbûna bi stûbariyê û mentalîteya
misawemeyê û nebûna zîrekiya siyasî ji berê û
nuke jî ji semyanên herî berz in ji
serkirdayetiyên partiyên kurdî li başûr rojavayê
kurdistanê tiştê ku bû sedemê partiyên navbirî
qels , û lawaz û tenê bi rojdayikbûna xwe
serbilind , bimînin.
Başiya damezirandina bizaveke siyasiya
sîstematîk li başûr rojavayê kurdistanê ji aliyê
teorî ve vedigere hizra Barzaniyê nemir û bi
pratîk jî xwe dispêre nêrîn û helwestên wî, ji
ber vê çendê ku wî yekem partiya siyasiya kurdî
li başûr rojavayê kurdistanê damezirand û
parçebûn û cudahiyên wê bidawîkirin û ew
yekkirin –nuke jî ew tenê dikare wê yek bike-.Di
vî biyavî de, mûbadereya Barzaniyê nemir ji berî
dor nîv sedsalekê ve ne ji valahiyê hat bi qasî
ku ji têghiştina wî ya kûr bi girêdana
çarenûssaza neçarî di navbera gelê kurd bi giştî
û di navbera başûr rojava û başûr navenda
kurdistanê bi taybetî.
Li gor vê yekê, çarenivîs û pêşveçûna realeta
kurdî û pêşeroja wê li başûr rojavayê kurdistanê
bi çarenûs û pêşveçûna realeta kurdî û pêşeroja
wê li başûr navenda kurdistanê, hate girêdan.Ev
girêdan ne bi hestiyarî û jiberxwe ve bû lê ji
ber têgihiştina rastî û pêşeroja rewşê li herdû
dewletên ku Kurdistan parve kirîne, di gel
baweriya tund bi kesayetiya serokê şoreşê û
helwesta wî ya qahîm derbarê mafên kurd û
kurdistanê li her cih û warekî.
Em di wê baweriyê de ne ku , tiştê li başûr
navenda kurdistanê ji sala(1992) ê û heta evro
jî bûye tenê encameke neçar e ji pêşveçûna
bizava kurdî û xebata wê ya berdewam û bê
rawestan û armancên wê yên qûnaxî û diyar li
parçê behskirî,bi vê têgihiştinê ew şoreşeke
herêmî û rojhilatnavînî ye û biserkeftina wê
piştgiriyeke mezin peyde diket,û serkeftina
şoreşên dî li welatên navçeyê misoger diket,lê
di çarçoveya şert û mercên karê siyasî yê
aqilmend û armancên eşkere û zelal ku ji
kûrahiya millet derdiçin,li vir mebesta min ew e
pêwendiyeke bandore ya duqolî dê tekez di
navbera rojevên liva siyasî ya partî û bizavên
netewî û niştimanî li dewletên navçeyê yên mişt
bi nakokiyên nijadî,çê bibe.
Sebaretî bizava netewî ya kurdistanî,da ku ev
kartêkirin pêkwere tevî bîrbirina cidahiyê di
asta pêşveçûna wê li her çar parçeyan de,pêwîst
e ku hemahengî û rêxistineke senteral li
kurdistanê û derveyî wê ava bibe, da ku berî her
tiştî erkeke sereke pêkbîne , ewjî belavkirina
hizra karê netewî û veguhastina salixdan û
pisporan,li gor pêtiviya pêşkeftina xebatgêrî û
çawaniya birêveçûna wê ya nûjen û mekanîzimên
avakirina hemahengiyê di navbera bizavê li
parçeyên dî de ji aliyekî ve û bizava li başûr
navenda kurdistanê ji aliyê din ve ,ji ber vê
çendê ku çiqasî ku bizav li vî anjî wî parçî
bikaribe xwe bispêre piştgiriya bizava pêşkeftî
li parçê hemxak , bizava kurdistanî dê xêzeke
rastiyane berev armancan ve bibîne , di gel
haydariya bi rewşên taybet bi bizavê li her
parçeyekî lê bê bikarênana vê xalê mîna
astnegekê ji tiştê ku em dikarin weke
buneyadgeriya karê netewî ,binav bikin.
Tevî van erk û stûbariyan hemiyan, hêjî kiryarên
parçebûnê di nava bizavê li başûr rojavayê
kurdistanê berdewam in, û hêjî serkirdayetiyên
wê heta nuke heman sedemên kevin û kufikî,
dubare dikin.
Parçebûn di tevgera siyasî li başûr rojavayê
kurdistanê ji pêşî û heta niho encama
lihevnekirina berjewendî û azwerên kesînî ne
berovajî tiştê ko serkirdayetiyên tevgerê di vî
warî de di nav millet de dibêjin, angu ew encama
parçebûna bizava siyasî li başûr navenda
kurdistanê ye-tenê ev behaneyên ne rast û durû
ne–û weke hewildanekê ye ji aliyê
serkirdayetiyên bizavê ji ber kêm pisporiya wan
a siyasî û şiyana wan ya îdarî û qelsiya
hestbûna bi berpirsiyariyê.
Ev valahiya ku ji encama nebûna berpirsiyariyê û
ne şiyana partiyên kurdî li başûr rojavayê
kurdistanê, di gel giranî û kevinbûn û paşvemana
wan ji rêveçûna pêşkeftin û guherînên herêmî û
hundirîn, hişt ku piraniya kesên xwedî viyan dûr
bikevin û koçbikin tevî mezintirîn karpêka
jihevketinê ku civaka kurdî dibîne nexasime di
nav tiwêjeya ciwanan li başûr rojavayê
kurdistanê, divê li vira hijmartina dehan hezar
ji xort û keçan yên ku tevlî Partiya Karkerên
Kurdistanê(PKK)bûn bi piştgiriyeke nîv eşkere û
riswa ji aliyê desthelatên sûriyê ve û li pêş
çavên partiyên kurdî yên ku ji axaftinê pêve
tutiştî bikar nayênin, neyê jibîrkirin!Zererên
vê tevlîbûna behskirî lidarxistina proseya
lêvegera berfireh pêwîst dike, û şîrovekirina
wateya valakirina gorepana xebatgêrî ji
elementên ciwan li başûr rojavayê kurdistanê
berev veguhastina wan bo nîv-kirêgirtî di
xizmeta dewletên herêmî, di nav de dewletên
dagîrkerên kurdistanê tanî bidestxistina pesina
teroristbûnê bi nave milletê kurd ta bighêjin
şerkirina ezmûna herêma kurdistana iraqê ya
avakirî di parçeyekî ji başûr navenda kurdistanê
û mirina hezarn j herdû aliyan tevî ziyanên
mewdanî yên mezin û kartêkirinên pêşerojê û
dûrahiyên sayikolojîk yên şerê navhatî.
Biveya herî mezin li ser bizava kurdî li başûr
rojavayê kurdistanê evro di tevlîbûna hijmareke
mezin ji ajanên desthelata faşîst di nav refên
millet û tevgerê de li başûr rojavayê kurdistanê
û hewildanên wan di warê belavkirina çanda
radestiyê û perensîp û nimûneyên maddî û
qelskirina yên netewî û niştimanî û belavkirina
bêhêvîtiyê û bangkirina bo tevlîbûna di civaka
sûrî de weke riya tenha bo xweispatkirinê-eve
proseyek erebkirinê a dûr û bi şêweyên nûjen e-,
tê xuyanîkirin.
Gelo çi di nava tevgera kurdî li başûr rojavayê
kudristanê diqewime?Serkirdayetiyên kurdî çi
dikin?Li ser çi bingehan û berev çi armancan ve
û li gor kîjan bîrdozê di karê xebatgêrî û
siyasî de dimeşin?
Ji ber vê çendê ku karê pêwîst divê li gor
encamên xwendina rastiya tevgerê li başûr
rojavayê kurdistanê û realeta millet û maweya
vala ya ku di navbera van herdû rastiyan de cida
dike pêkwere, di gel xwendina rastiya siyasî a
giştî li sûriyê, pêwîst e em balbikşînin ser
rastiya ku pêşkêşkirina çareseriyan ji realeta
niho re bi silogan û helwestên alîgiriyê yên pûç
û vala ti sûd û havilê nade di dema ku ev
rastiya heyî xwe weke pirsgirêka ku guhdan û
çarseriyê dixwaze, pêşkêş dike.
Ziyanên qelsiya tund ya karê partiyên kurdî li
başûr rojavayê kurdistanê bi taybetî di van
herdû dehsalên dawî de ti fayde nekirin ji bilî
berxweve ênana axaftinhezan û dûrxistina
kadroyên çalak û xabetgêr ji jiyana siyasî û
azwer û hêviyên milletê xwe, di gel rê
xweşkirina li ber derbasbûna raman û helwestên
nêgatîv di nav refên cemaweran de tiştê ku bû
sedema ko kadroyên partiyên kurdî ji partiyên
xwe cida bibin û partiyên dîtir ava bikin ku
tenê kopiyeke piçûk bûn ji partiyên wan yên
bingehînî , ji ber lawazbûna radeya têgihiştina
netewî û niştimanî û kêmbûna pisporiyê di ezmûna
siyasî û xebatgêriyê de, ev partiyên ku paşê yan
xwe dipşêfin yan tobe dikin û hevgirtinên
tevlîbûnê pêktînin lê bê vekolînên micid derbarê
rewşên avabûn û semyanên karê wan da ku piştî
demekê dîsan cida bibin dema rasthatina wan bi
encamên pêngavên ku di demên buhurî de hatibûn
avêtin û bi têkçûna duqolî xilas bibin-weke
nimûneya partiya Yekîtî-yên ku bi piranî nimûne
û ezmûnên dilêş û nêgatîv in di encamên xwe de
ji ber gelek sedeman weke rastiya ku ew partî
nûhatî ne di buneyadgeriya xwe ya rêxistinî de û
serkêşiya realeta ku ew bi xwe-ev realeta ku
dizanin çendî millet li başûr rojavayê
kurdistanê jê bikîn e- dubare dikin.Di encamê
de, ev qelsiya tund di tevgera kurdî û pêşveçûna
wê li başûr rojavayê kurdistanê tê holê.
Nebûna teoriya xebatane ya diyar û lawaziya karê
siyasî dihêle ku doza kurdî li başûr rojavayê
kurdistanê di tariyê de bimîne di bin siha van
guherîn û pêşveçûnên bilez û rewşên babetane yên
şayiste de, her wesa tehliyê dixe dilê gelekan
de ji ber axaftina bê rawestan ji aliyê serokên
partiyan ve li başûr rojavayê kurdistanê di şûna
ku ew kar bikin ji bo avakirin û bipêşxistina
bikaranîna xebatane di riya têgihiştina rewşa
niştimanî li welêt û rewşa desthelatê û
berznirxandina karê teorîk(bikarênana xebata
siyasî)û cidakirina di navbera kar û bikarênana
siyasî teorîk û axaftina siyasî a teorîk de, ji
ber vê çendê ku tekez e wekheviyek di navbera
formên siyasî de li ser asta bikaranîn û
dubarekirinê de heye lê weke diyar e form weke
xwe dimînin lê dîrok her û her xwe diguhere,
form kedeke teorîk ku di destpêka sedsalê û tanî
salên heftêyî dirêjkir dubare dike, di gel
tekezkirina jinûve nerîna li keda gotî di bin
siha van bûyerên nû û rojane, di vird e biveya
avabûna zaravekî radest û çaksazîxwaz di şûna
zaravayê zaniyariya rastiyane derdikeve holê.
Guman têde nîn e ko, em dê armancên xwe bicih
neyênin tenê ku em behsa neyêniyên rêjîmê bikin
yan xeberan jê re bidin, ne jî em pesinê durû ji
çi gaveke piçûk ku partiyên kurdî bide ,bidin–weke
zebaniyên rêjîm û desthelatê dikin-ji ber vê
çendê ko rewşa kurdî li başûr rojavayê
kurdistanê nîvrê dimîne ji ber çendîtî û şiyana
partiyên kurdî û serkirdayetiyên wan yên ku
desthelata tepeser wan bi hûrî dipîve ,angu xêz
û maweya ku nabe were derbas kirin destnîşan
dike, ji ber zanîna desthelatê ji çendîtî û
şiyana partiyan re ew maweya yarîzan û dema
yariyê destnîşan dike, lê pêşveçûnên li başûr
navenda Kurdistan û iraqê û tirsa ji guhertina
maweya navbirî bi rengekî tevav ew e ko
desthelata sûrî û hevbendên wê yên herêmî
tevlîhev dike, ji ber wesa ew hewil dide ku ti
guherîn di maweyam de çê nebe.
Karê siyasî yê netewî yê ko xwe weke pêwîstiyekê
nîşan dide nexasime di bin siha peydebûna rewşên
babetane ta radeyeke mezin, divêt ku bi pisporî
û bi şêwazên zanistî bête kirin, di pêşî de
peydekirina lihevkirina netewî derbarê
pirsgirêkên çarenivîssaz de û destnîşankirina
xêzêzn kar û erkên wê, û pakkirina mentalîteya
kurdî ji silognên rengereng ji ber ku serdema em
têde dijîn…ti guhdanê bi rengan nade.
|