|
Aloziya kesê siyemê kom
bi lêkerên têper re, di buhêrkê de
Hozan Robar
Em mijara xwe bê pêşgotin bi van hevokan dest pê
dikin mebesta me jê
yekser ketina mijarê ye, ev hevok wek nimûne ne
ji naveroka mijarê re:
(A)
Xwendekarên Kurd li zanîngeha Dihokê kovareke
çandî derxistin.
Şoreşgerên me li çiyayên Kurdistanê bi dijmin re
şerek kirin.
Ciwanan li başûr-rojavayê Kurdistanê hêzek
çêkirin û biryar dan ku tola
şehîdan hilînin.
Rewşenbîr û zimanzanan li bakurê welêt li Amedê
konferansek li dar xistin.
Niha jî em dipirsin:
Gelo ti[1] şaştiyên rêzimanî di van hevokên
jorîn de hene û
nemaze di veguhastina lêkeran de ?!!
Di van hevokan de, lêkerên têper (gerguhêz)[2]
ev in: derxistin, kirin,
çêkirin, dan, lidarxistin, rêpîvana[3] lêkerê
têper ev e: lêkerê têper di
dema buhêrkê de li gor bireser tê veguhastin, ta
alozî aşkere bibe em
ê lêkerekî têper veguhêzin di dema buhêrkê de :
Min kir
Me kir
Te kir
We kir
Wî/wê kir
Wan kir
Wek tê xuyan ev lêker bi kirar re nayên tewandin
(nayên guhartin) lê ew li gor
bireser tê tewandin. Nimûne :
Eger bireser tak be:
Eger bireser kom be:
Min tiştek kir
Min tiştin kirin
Te tiştek kir
Te tiştin kirin
Wî/wê tiştek kir
Wî/wê tiştin kirin
Me tiştek kir
Me tiştin kirin
We tiştek kir
We tiştin kirin
Wan tiştek kir
Wan tiştin kiri
Li gor vê rêpîvanê, her çar hevokên di destpêkê
de şaş in serastkirina
wan wiha dibe :
(B)
1. Xwendekarên Kurd li zanîngeha Dihokê kovareke
çandî derxist.
Li vir (kovareke çandî) bireser e, mêjera wê tak
e lewra divê lêker jî li gor wê
be ango (derxist) ne (derxistin).
2. Şoreşgerên me li çiyayên Kurdistanê bi dijmin
re şerek kir.
Li vir (şerek) bireser e, mêjera wê tak e lewra
divê lêkerê wê li gor bireser be.
3. Ciwanan li başûr-rojavayê Kurdistanê hêzek
çêkir û biryar da ku tola
şehîdan hilînin.
Li vir (hêzek , biryar) bireser in, mêjera wan
tak e lewra divê lêkerên wan li gor
bireseran bin.
4. Rewşenbîr û zimanzanan li bakurê welêt li
Amedê konferansek li dar xist.
Li vir (konferansek) bireser e, mêjera wê tak e
lewra divê lêker jî li gor wê be.
Ev serastkirin li gor rêpîvanê ye, lê zimanê me
ê zikmakî ew nepejrand
ango em bi vê serastkirinê bawer nebûn û di
baweriya me de şêweyê
rast hevokên girûpa (A) ne lê gumana me ma bi
rastiya devoka ku em pê
diaxivin, em vegeriyan nav pelên zimanzanên kurd
yên ku di destên me de
henî lê mixabin ti kesî hîn ev girêka venekiriye,
lewra lêkolîneke fereh
pêdivîbû.
Tenê mamoste Samî Tan di pertûka xwe de[4] di
mijara bi navê " Di mêjera
navdêrên xwerû de alozî " çêre vê aloziyê kiriye.
Em bi mamoste Samî Tan
re di piraniya xalên mijara wî de li hevhatî ne,
ji bilî vê xala ku em
tevdidin, du mînak ji mijara wî ku wî ew serast
kirine ne li gor baweriya
me ne ew jî ev in:
Apê min û bavê min dersdariya medresên dînî
dikirin.
Awayê rast li gor Samî Tan:
Apê min û bavê min dersdariya medresên dînî
dikir.
Berpirsyarên Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
daxwaz ji min kirin ku ez
beşdarî semînereke li ser Ehmedê Xanî bim...
Awayê rast li gor Samî Tan:
Berpirsyarên Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
daxwaz ji min kir ku ez
beşdarî semînereke li ser Ehmedê Xanî bim...
Ev awayê rast li gor mamoste di baweriya me de
şaş e, û hevokên
bingehîn rast in û ti şaştî di wan de tune.
Jixwe nelihevhatina me bi mamoste Samî Tan re
bûye despêka vê lêkolînê.
Her wiha ev şêweyê serastkirî di "encamnameya
konferansa parastin û
perwerdehiya zimanê Kurdî"[5] de jî me dît,
hinek mînak jê ev hevok:
1 - Beşdarên konferansê bal kişand ser…
2 - Beşdarên konferansê diyar kir ku …
3 - Beşdarên konferansê bang li dewletên ku kurd
hemwelatiyên wan in kir ku…
Hin kesên ku encamname xwendin destnîşankirin ku
şaştî di
van hevokan de hene û nêrîna me di derbarê wan
de xwastin. Lê me
nakokiyeke balkêş di encamnameyê de dît !?...
nakokî ew e, ku
şêweyê din jî hatiye xebitandin ango şêweyê rast
û nerast herdu
hatine xebitandin. Ev hevok ji encamnameyê ye:
4 - Beşdarên konferansê bang li saziyên sivîl û
demokratîk ên li hemû
herêmên ku kurd lê dijîn kirin ku ...
Ravekirina hevokê:
Kirar "Beşdarên konferansê" ango "wan" kesê
siyemê kom (gelejimar).
Bireser "bang" bi mêjera xwe tak e (yekjimar e).
Lêker "kirin" li gor kirar hatiye veguhastin, ew
ne li gor rêpîvanê ye.
Gelo çima di hevoka 4'an de lêker " kirin" li
gor kirar " Beşdarên konferansê
" hatiye veguhastin (4-Beşdarên konferansê bang
kirin ku… )
Û di hevoka 3'an de lêker " kir" li gor bireser
"bang" hatiye veguhastin
(3-Beşdarên konferansê bang kir ku… )?!!...
Ev nakokî dide xuyan ku zimanê zikmakî yê kesê
encamname nivîsandiye jî ne
li gor rêpîvanê ye. van nakokiyan hişt ku em
lêgerîn û lêkolîneke
fereh di nav nav gel de çêbikin.
Di encama lêgerîn û lêkolîna ku me di nav
devokên başûr-rojavayê
kurdistanê de çêkir, ev şêweyê dawî yê
serastkirî ango girûpa (B) ji
ti kesî ve nehat pejrandin û şaş hate dîtin, her
kesî û li her
derê girûpa (A) pejirand û rast dît.
Ji bo lêkolîna me hîn ferehtir be, em li radiyo
û TV yên Kurdan payîn û me
çavdêrî li wan kir, çi kurmanciya bakur çi
behdînanî û çi kurmanciya
rojhilat û çi kurmanciya kurdên Ermenistanê, ev
şêweyê serastkirî yê
li gor rêpîvanê ticarî rastî me nehat.
Di lêkolîna me ya di nav gel de ji bo hevokên
girûpa (B) bihatina
pejrandin, me hin guhartin di wan de çêkirin, me
kirar guhart, li
şûna navdêr me bernav (cînav) bikar anî. Hingê
hevokên me hatin
pejrandin û li gor rêpîvanê ango lêker li gor
bireser hate veguhastin.
Mînak:
1. Wan kovareke çandî derxist.
2. Wan şerek kir
3. Wan hêzek çêkir.
4. Wan konferansek li dar xist
Ango eger kirar bernav be, ti alozî tune ye, lê
alozî dema kirar navdêr be. Ji bo
vê yekê me dîsa guhartinek di hevokan de çêkir,
me hin movik ji hevokan jêkirin:
1. Xwendevanan kovareke çandî derxist.
2. Şoreşgeran şerek kir.
3. Ciwanan hêzek çêkir.
4. Zimanzanan konferansek li dar xist
Hevokên me dîsa hatin pejrandin û li gor
rêpîvanê ango lêker li gor bireser hate
veguhastin.
Nexwe alozî ji şêweyê kirar dertê;
eger kirar bernav be alozî tune (wan zebeşek
xwar).
eger kirar navdêr be û bierser yekser li paş
kirar be dîsa tu alozî tune
(Zarokan zebeşek xwar).
Lê eger kirar navdêr be û bierser neyekser li
paş kirar be ango di navbera
wan de bêjeyine din hebin, hingê alozî dertê. (Zarokên
Hesenê Xelo zebeşek
xwarin, Zarokan li nav bistên zebeşek xwarin).
Di navbera kirar û bireser de çi bêje tên?
1 - Vepalê[6] kirar: ew bêjeyek e yan bernavek e
li paş kirar tê û bi
veqetandeka "ên" ku digihe kirar (eger kirar kom
be) bi hev ve tên girêdan.
-Xwendekarên Kurd li zanîngeha Dihokê kovareke
çandî derxistin.
-Şoreşgerên me li çiyayên Kurdistanê bi dijmin
re şerek kirin.
-Şagirtên jêhatî xelat wergirtin.
2 - Têrkerê[7] hevokê: ew hin bêje ne, wateya
hevokê şîrove dikin û hevokê
sergihayî dikin.
- Ciwanan li başûr-rojavayê Kurdistanê hêzek
çêkirin û biryar dan ku
tola şehîdan hilînin.
- Karkeran duh bi êvarî malek ava kirin
3 - Du navdêr dibin kirar: bi gihanekekê du
navdêr bi ser hev ve dibin û her du
dibin kirar
- Rewşenbîr û zimanzanan konferansek li dar
xistin.
- Keç û xortan waneyeke zimanê kurdî birin.
Li vir em gihîştin encamê û em dikarin
awarteyekê ji rêpîvana lêkerê
têper re dînin:
Rêpîvan: lêkerê têper di dema buhêrkê de li gor
bireser tê veguhastin.
Awarte: Eger kirarê lêkerê têper, kesê siyemê
kom be û ew navdêr be û bireser ne
yekser li paş kirar be, hingê lêkerê têper li
gor kirar tê veguhastin.
---------------------------------
[1] Em "ti" berdêlî "tu" dikin, ji bo tevlehevî
çênebe bi "tu" bernavê kesane
re ( ez, tu, ew...). Herdu şêwe "ti û tu" di nav
zarave û devokên kurdî
de bikar tên, her wiha "çi" jî bi wateya "ti" li
hin herêman tê bikaranîn.
[2] Gerguhêz: navlêkirina Celadet A. Bedirxan e,
Derbaz: navlêkirina Qanatê
Kurdo ye, Derhingêv: navlêkirina Reşîdê Kurd e,
Têper: navlêkirina Sadiq
Behadînê Amîdî ye û her wiha Têper têgîna zaravê
soranî ye. Hemû têgîn rast in û
tên pejrandin. Lê boyî avêtina gavekê ber bi
zimanê yekgirtî û yekbûyî de, û
boyî zarave nêzî hev bibin me têgîna ku di
zaravê soranî de bi kar tê hilbijart.
[3] Rêpîvan: Qeyde, Rêzan.
[4] Samî Tan: Rêziman û rastnivîsa zaravayê
Kurmancî. weşanên Enistîtuya
Kurdî ya Stenbolê 2005 R91.
[5] Konferansa parastin û perwerdehiya zimanê
Kurdî di nav çalakiyên 4'emîn
rojên wêjeya Kurdî li Amedê li darket
16-19.11.2006
[6] vepal (bireserê navdêrê, ravek, îzafe):
bêjeyeke li paş navdêrê tê û
veqetandekek (ê,a,ên) wan bi hev ve girêdide.
[7] Têrker: bi alîkariya daçek û hokerên cîh û
demê çêdibe
|