|
Rexne( peyv û têgeh)
Rexneyek biçûk li nivîskar Heyder Omer
Jan Dost
Di malpera Tîrêj de nivîseke bi sernavê (Hunera
helbestê) ya nivîskar Heyder Omer berî demekê
hate weşandin. Min jî ew bi baleke fireh û
mejîyekî vekirî xwend û dît ku berê nivîskar li
mijareke gelekî girîng e di wêje û çanda kurdî
ya hemdem de. Nivîskar gava ku behsa lawazîya
rexneyê weke têgeheke ku nivîskar dibêje( stuyê
wê di guftugoyan de tê badan) rê li ber mejî
vedike ku ew ji hêla me hemûyan de were
xebitandin.
Ez di vir de bi her deh tilîyan mor dikim û
dengê xwe tev li dengê nivîskarê me yê rêzdar
Omer dikim û dibêjim ku ne tenê me rexne nas
nekiriye, lê rexne bi xwe jî hîn nehatiye
serdana mejiyê kurdan û civaka kurdan û cihekî
wê yê taybet li ba me nîne.
Tiştê ku bêtir bala min kişand ew bû
şirovekirina birêz Omer ji peyva rexneyê re. Wî
xwestiye bi çi awayî be wê peyvê vegerîne
têgeheke ku têkilîya wê bi pere û pûl û nirx û
qîmetê re hebe. Ev yek di lêkolînan de tiştekî
neserkeftîye û encamin çewt bi xwe re tîne holê,
ango di serê lêkolînerekî de armancek heye, ew
biryar dide di rêya lêkolînekê re xwe bigihîne
wê armanca xwe. Yanî bi gotineke din ne lêkolîn
wî digihîne encamê, lê encama hazirkirî dihêle
ew lêkolîna xwe bike. Lêkolîn diber encama
biryareke hazirkirî di mejîyê lêkolîner de.
Di vê mînaka me de nivîskarê me birêz Omer
xwestiye bi çi awayî be bide xuyakirin ku wateya
peyva rexne di kurdî de eynî wateya peyva rexne(
el Neqd النقد ) ya erebî ye.
Nivîskar dibêje: Lê mebest û wateya peyva rexne,
bi wateya ku ew li ba hemî miletan tê xebitandin,
ji wateya peyva criticism( kirîtîsîzm ), a
zimanên ewrupî, ku ji lêkera krinein ( kirîneyn
) a Girîkan hatiye wergirtin. (Wek nimûne, bi
zimanê îngilîzî (critic – kirîkîk), bi yê elmanî
(kritik), bi yê firansizî (critique - kirîtîk) û
bi yê rûsî ( krîtîka ). Ev lêker di bingeha xwe
de wateya biryar ( hukum ) an jî pûnijî dide,
pêre jî, gava di meydana wêje de tê xebitandin,
dikare bihayê (nerx) berhemeke wêjeyî diyar
bike. Rexnevanên Eُreban, li gor wateya lêkera
Girîkan, peyva Enneqd ( El-neqd ) bi kar tînin.
Ev peyva eُrebî, di zimanê wan de, wek ku di
zimanê me de jî, wateya dirav ( pere ) dide. Lê
çima rexnevanên eُreb wê bi wateya lêkera
Girîkan dixebitînin?.
Ez bi xwe nizanim bê çawa nivîskar hema zû bi zû
xwe gihande vê encamê û biryara xwe da, ku ev
peyv di zimanê wan( Ereban) de, weke ku di
zimanê me de jî, wateya dirav(pere) dide.??!
Bi rastî nivîskar hîç li vir serê xwe naêşîne û
ji me re nabêje ka çawa û çima rexne wateya pere
û dirav dide. Di kîjan ferhengên kurdî de ev yek
dîtiye û çima wan beyan nake. Bi kêmanî eger
nivîskarek çêrî têgehên peyvekê di zimanekî de
dibe, xwe diahvêje( bextê) ferhengan û ji wir
lêkolîna xwe dest pê dike. Lê nivîskarê me behsa
tu ferhengan nekiriye lê bi vî awayî nerîna xwe
ya ne di cih de şirove dike:
Dêmek gava em peyva rexne di meydana wêje de, bi
wateya lêkera Girîkan, dixebitînin,hîngê mebesta
me biryardan e, nerxandin e.Vê lomê em weha
diçin, ku peyva kurdî ( nerx )an jî ( nirx ) dê
di vê pergalê de ji peyva ( rexn ) rastir be,
çimkê, ji hêlekê de, wek diyar e, peyva (nerx )
dikare wateya lêkera Girîkan û ya peyva zimanên
ewrupî ( criticism ) di xwe de bicivîne, û ji
hêla din de, peyva ( rexn ) a kurdî, eger (e) bi
paş wê nekeve, bilêvkirina her du tîpên (x, n)
li pey hevdu gelekî giran dibe, û eger tîpa (n)
bête avêtin, (rex) dimîne, û wateya ( kêlek –
kenar ) dide, pêre jî ji wateya lêkera Girîkan
ve bi dûr dikeve.Bi baweriya me, tîpên evê peyvê
bi pêş û paş hevdu ketine, pê re jî nerx bûye
rexn.
Ev şiroveyeke pir seyr û bêmentiqe ji hêla
nivîskarê me yê rêzdar de, ku wî xwe bi xwe
kiriye jêdera vê şiroveyê, ango bê belge û
bingeheke zanistî nerx( ku rastîya wê Nirx e)
diguherîne Rexn( ku tu peyvên wisa nînin di
kurdî de, lê Rexne heye) . guhertina tîpan bi
xwe di kurdî de heye lê ew bi sîstem e ne ku
hema çawa be tîp têne guherandin. Weke mînak hin
tîpa L bi R re werdigerînin û li dewsa
wergerandin dibêjin welgerandin. Û hin jî tîpa M
bi Z re diguherin û li şûna nizim dibêjin nimiz.
Û weha bi hin tîpên din re jî. Lê di mînaka
nivîskarê me yê rêzdar de ne tenê tîp hatine
guherandin, lê gotin tev hev li gora xwesteka wî
serobinî bûye. De ka em binêrin çi bi serê peyva
Nirx hatiye heta ku bûye Rexne.
Tîpa N ji serê peyvê çûye dawîyê. Tîpa I bûye E
û di cihê xwe de maye. R weke tîpa sêyem hatiye
û bûye tîpa yekem û serkêşîya peyvê dike. X ku
tîpa çarem û dawî bû hatiye bûye ya sêyem. Li
dawî jî tîpeke E zêde bûye. Îcar kanî çawa û
kengî ev yek qewimîye!! Ne di ferhenag de
tiştekî wisa behs dibe ne jî di nîvîsên kevin de
û ne jî ev guhertina sosret xwe disipêre tu
bingehî.
Di erebî bi xwe de koka gotina el Neqd ne
pereye, lê jihevderxistina pak û pîs e di her
tiştî de, pişt re bûye jihevderxistina pereyên
qelp û yên sax û rast, û dawî nav li pereyan bi
xwe kirine Elneqd. Û ji wir têgeha gotina Elneqd
fireh bûye û wateyên xwe yên ku em niha dizanin
peyda kirine.
Malikeke erebî heye dibêje:
الموت نقاد على كفه جواهر يختار منها الجياد
Ango mirin Neqqadeke( kesê ku tiştên pak û pîs
ji hev cuda dike) di kefa destê wî de gewher
hene, ew jî yên giranbuha hildibijêre!! Her weha
ji wateyên gotina Elneqd ya erebî, eybdîtin û
kêmanîdîtina li tiştekî yan kesekî ye.
Îcar ku em vegerin ferhengên kurdî yên ku birêz
Omer di xwe re nedîtibû li wan vegere yan ew
peyda nekiribûn em rastî çi tên!! Di serî de emê
li ferhenga Elhediyye elhemîdiyye vegerin û li
peyva Rexne binêrin. Di rûpela 93 an de stûna
çepê de peyva Rexne bi wateya sistbûn û
jiberhevçûn tê, danerê ferhengê weha dibêje:
رخنه: الرخاوة و التخلل
Ango: Rexne sistî û jiberhevçûn e. di gel ku
daner nabêje me ka sistîya çi û jiberhevçûna çi
lê em tê digihin ku ew çê li pere û nirx nake!!
Di ferhenga Henbane borînê ya rehmetîyê Hejarê
Mukriyanî de jî ev wateyên peyva Rexne ne:
tanedan û lomekirin. Eyb û kêmanîdîtina li
tiştekî(an kesekî). Sistî. Qelş û derz.
Tiştê balkêş ewe ku di ferhengên zimanê farisî
de jî wateya Rexne nêzîka wateya rexne ya di
kurdî de ye. Di ferhenaga ( المعجم الذهبي) ya
Dr. Mihemmed eltûncî wateyên Rexne evin: qelş û
derza di dîwarekî yan sûrekî de. Qulik.
Jiberhevçûna erdê. Eyb û kêmanî.
Ji van zanyarîyên borî em tê digihin ku têgeha
Rexne di herdu ziamnên Hindoîranî de (Kurdî û
Farisî) yeke û di serî de kêmanîdîtin e. îcar
dema em rexneyê li deqekê yan kesekî dikin, em
kêmanî û qusûrên wî kesî/wê deqê didin berçavan
û tucarî nayê wateya ku em wî kesî/ wê deqê
dinirxînin û buhayê wê dibêjin. Ez dibînim ku
civaka me ji rexneyê hez nake û napejirîne ji
ber ku têgeha vê peyvê têgeheke neyênî ye. Loma
jî ez weke pêşniyar dibêjim ku divê em yan
fêmkirina xwe ji vê peyvê re biguherin yan jî em
wê peyvê bi xwe nema bikar bînin û li şûna wê
peyveke din bibînin. Peyva ku ez wê bêtir seza û
minasibê têgeha (Kiritik) dibînim peyva Hêjandin
yan Hêjan e, ew jî peyveke kurdî ya resen e û di
ferhenga Elhediyye el hemîdiyye de wateya wê ev
e: naskirina buha û hêjabûna tiştekî ye, mirov
dikare bibêje: filankes berhema min dihêje, ango
dinirxîne û giranîya wê dide xuyakirin.
Ev nivîsa min jî li gora daxwaza nivîskarê
rêzdar Heyder Omer hatiye, çiko wî di nivîsa xwe
de gotiye: Lê tevî vê baweriya me, em dê di vê
xebata xwe de peyva ( rexn ) bi kar bînin, û vê
boçûna xwe ya jorîn ji danustandin û gengeşeyên
wêjeyî re bihêlin.û bidine pêş zimanzanên me, da
her du peyvan vekolin, belkî karibin vêkra
bigihînin boçûneke yekta.
Hêvîya min ew e ku sînga nivîskar ji van
têbînîyên min re fireh û vekirî be û wan mîna
nêzîkbûneke birayane û dostanîye bihejmêre
|