|

Xebat Şakir; Derwêş e di perestgeha evînê de
Hêmin Kurdaxî
Helbestvanê hêja Xebat Şakir piştî demeke dirêj,
dîwana xwe ya yekem da çapkirin, di bin navê
“Derwêş im di perestgeha evîna te de” ew li
almaniya ji weşanên “Xanî” di destpêka sala
2007-an de derçûye, Dîwan ji 29 helbestan pêk tê
û li ser sîngê 126 rûpelan hestên Xebat herikîne,
Nîgarkêşê Kemal Heraqî Tabloya bergê çêkiriye,
her weha hêja Serhan Isa derhêneriya dêzayana
bergê kirîye.
Xebat hastên xwe ji bo van kesan diyar kiriye
“Ji bo we,
we tevan
zarokên Cerihê…
yên ku we,
bi nermetilîyên xwe
toza dîrokê
ji ser
dêmên azadîyê maliştine
ji bo we,
Sebrî,
Xebat,
Nayîf,
Nezîr,
Û……
yên ku
di gulîstana merovanetîyê de
çiyayên bilind bûn
di bejna welatê rojê de
û di govenda azadîyê de
xêlvaniyên
dêmên Lalişê bûn...”
Wek ji min ve xûya dibe Xebat Şakir; di xeyala
êşên xwe wer dibe, bi lehiyên azarên xwe re
diherike, bi dîntiya xwe dişewite, bi heyva
çardeh şevî re dikene û evîna wî, di darek ji
darên Cirehê de gupik dide:
di helbesta: “Bi serê memikan” de weha dişewite,
weha dixawze li ber xwe bide, hestên xwe
derdibire:
“Li ber rêtim,
û awazên
van herdo dilên bi hisret
êzingê evîndarîyê,
emê bihev re
bavêjin
tenûra hestan...”
Lê, di helbesta “Penaberno” de helbestvanê me bi
erk û stûbariyeke din radibe û vê carê yekser
hawara xwe tîne zimên, di destnîşankirinek weha
de, hem derdora xwe rexne dike û hem jî bêtir
rihê xwe û wan haydar dike:
“Lehîyên azaran li vir pirrrrrrr in
û birînên nedirûtî,
bê hijmarin
silbûna jin û mêran ji hev
birîneke dijwara...!!!?
ka binerin
bê çawa em xwe didavêjin
sînga tunebûnê
û mejîyên xwe
bi qelend, tolhildan
û qedexeyan
dorpêç dikin!!”
Di “Bikene dilo” de û bi tabetî di van çend
rêzan de, tiştek ji min ve xûya û balkêş heye,
ew jî îmaja wê ye, di derve de pir asan xûya
dike, mirov dibêje qey gotinin gelemperî ne, lê
ne weha ye, ew dibêje:
“Bikene dilo bikene
Yar…. dîse hat…
himbêza evîndarê ji bîrbûyî”
Di vê derê de, helebestvanê me, daxwaza kên ji
dil dike û mizginiya vegera yarê li himbêza ji
bîrbûyî dide, wek çawa tiştekî merov biha û
delal hebe û wenda kiribe û ji nişka ve dîsa
bibîne nemaze ew jî yar be, weha berdewam dike:
“dengê dahola xwe bilind bike
û awazên xwe xweştir bike
û gotina şêrîntir bike”
Dil koçka evînê ye, ew gazîya dil dike, daku
jêre govend û dîlanê bigre û hestên wî, yên bi
hatina yarê şax-dayî ne virde wired li ber
awazên dil bilîlîne. Dêmek di vêderê xûya dibe,
ku helbestvan zane dengê dil bilind e, zane
awazên bi hestan de diherikin, xweş in, gotinên
dil her û her şêrîn in, lê ew hê jî bêtir ji dil
dixwaze!
ji kêf û şahiya xwe re, ew naxwaze bi tenê be,
naxwaze bejna yarê di vegera wê de, bi tena xwe
bibîne û pêşwazîyê bike, ew dixwaze hinek din jî
pêre bin, wek çawa ew her kesekî dilsoz dibîne,
her kesî hêjayî çêjên xweş û ciwan dibîne, jiber
wê jî her kesî vexwandeyî temaşekirinê dike,
holeke vekirî diafirîne û dihêle dil û yarê wek
du lehengên destaneyan nêzîkî hev bibin, çima na
pêjn wek xewnane, lê sivik in li ser dil:
“bere her kes vegera wê bibihîze
û pêjina wê bikin li ba te.“
Di helbesta „Hevpeyvînek bi dil re“ Dema bi dilê
xwe re, dikeve danûstandinek monolojyane, di wê
kêlîkê de, kêlîka helbestê, weha ji min re xûya
dibe ku, tikes di nêvbera wî û dilê wî tinebû,
bi azadiyeke derwêşan e, xûya dibe ku ew rastî „Derwêş
e di perestgeha evînê de”
„Çima tu…?
min bi dînîtîya xwe
dişewitînê
û berê min
didî golên neqam çima??
Ez..
nebarê serserîtiya te
û hilgirtina çolbeyarên te
yên bê pîvan im!!?“
Xebat Şakir di berhevoka xwe de „Derwêş im di
perestgeha evîna te de” girya ye heya ku, hêsir
bûne xwîn, di sêdara kezebê de xwe avêtiye bextê
kujeran ku ciwan û evîndaran nekujin, ji ber ku
ew guneh û sînoran nizanin û nas nakin.
Gava şev kehr û lal dibe hestên wî bilind dibin,
ew gelek pirsan dike; tevî ew baş dizane ku ji
hezarê salan e ew pirs bê bersiv man e û bi
hezar û hezaran wek wî Derwêş di perestgeha
evîna de mane.
Min danasîn û xwandinek kurt weku helbestvan li
berhema Xebat Şakir kir, ez hêlên din çi
rastnivîs rêzimanî û mûzîk... ji xwediyên wan re
dihêlim, lê dîsa jî piştrast dikim ku berhema
Xebat hêjayê xwndinê ye, hestin germ, wêneyin
xweşik, êş û azarî şahî û xemgînî... têde hene.
|