Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Dijenî ramûsanên sibehê

 




Xelat Ehmed

 



Sihar e
Çavên te hîn girtî ne
yekem hizra te navê min e
Şêrîn şêrîn
bi şewqa hundirê xwe şad dibî.
Sihar e
Çavên min hîn girtî ne
navê te wek pêlek mezin ü şêrîn
şewqa hundirê min radike.


Sihar e
Di bihna gulan de geşî
Dijenî ramûsanên sibehê
û nazdariya min
destên xwe li dînatiyê ragire
Bila yariyên me tije sibeh bin
ji her hêlê de xweşî biherike me.
…………………………
Dê hîn di xew de bimînim
li bendî buhişta dengê te
yan jî hema tenê ……
……….


Sihar e
Celebek nuh ji xewnan
di şiyariya te de şîn dibe
Tiliyên bêxudan
xweziyên xwe distirînin.
…………………..
Dîsa bêje „ ruha min“
da sed bejin Herin ser bejna min
û çîrok
di hêlma te de mezin bibe.


Sihar e
Çaya te gazî min dike
û firehbûna esîmanî li ser mala te .
Bajarekî segbav e
stêrikên min jê re hiştîn
bi min bayê êvarê dixwînin
û ez
li vir
Demê dinvîsim, da ji xweşya xwe nereve
………..
…………………
Her neynika tu li ber disekinî
té de me
Nazik nazik te radimûsim.
……
……..
Sihar e .
 

 

 




 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE