Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Hêma

 





Mehmûd Badilî



Dilbera min....
ti hêma ji min re nîne
ne al..
ne nîşan...
ji bilî bakeştên liba dibin
li asoyên du çavên te.
Tev keskesorên diçirisin
li her layan dipijikin
li warê dil dihêwirin
pirîsk ji şewqa navên te.
Wiha
tu dibî hêma
tu dibî bejna welat
tu dibî pêjna helbestê
Ji du lêvên te dilberê
ala rengîn,reng vedide
reng didim
deng didim
şeng dibim
ji têhna find û alavên te.




Rêya min ew jenand
bi xwîna ewran
Rêya min ew raxist
bi çirîskên sipîdê
Rêya min ew qelaşt
di navbera mijankê te de
Min navê kes
li ser bi rê keve
ji bilî min,
û
her
kesên
evîndar.


Azadî

Azadiya,
di xewna wê de
radizêm
Azadiya,
ez xewna wê dibînim
Azadiya,
ku ji bo wê
şiyariyê dijenînim
Min navê kes pê şabibe
ji bilî min,
û her kesên azadîxwaz.



Welat

Welatê ku,
di xewna xwe de
min dilorîne
li ser bêhna xwînê
li ser qîrîna birçiyan
Welatê,
min tazî dike
Welatê,
hîbhîba bayê zer
di gewriya sibeha min de
gur dike,
Min navê serlijêr
ez pê re bigernijim
yan jê re,
çepkan kedî bikim.



 

 




 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE