|
Hesen silêvanî
Piyase li ber baranê
Li ber barana hûr
Li wê cihana dûr
Piyase fistevalek bû
Girnijîn li ber çipkên baranê
Xweştir bû
Ji bêhna kulîlkên adarê
Kenî
Xweşî
Vîn
Ezmanê Me bû
*** ***
Ew xanima di ber mere borî û
Serê Xwe yê qijavij hejandî
Yasayên viyanê dinasîn
Ew belgê xwe li aleka wê day
şehreza bû
Bêhnek dî li
xwe zêdekir
Lew li
bihara bêt
Çuçik dê
qestkinê U
Dê ezmanek
dî zanit
-------------------------------------
Tu
Tu û bişkurîna çavên te
Spîde û xemla belgên baxçê te
Çi awazên nazdarên evî dilî ne
Ew bo kê dikenit pirça te
Hey ez gorî gerdena te
Were bibîne kerba rojê
Ji dêmê te yê malwêran
Dar sotin
Belg sotin
Ber sotin
Xwe sot ?
dîtina te
dunyayeke
Kesê Ne
dîtîye
Wêneyên Şeva Şembîyê
-Ba- bê şerimtilên xwe li pençera
min didit
Baran bêy hizrekê bikit
Belgên purteqalê maçî dikit
Gir giyanê giyay dikuzirînit
Ji kerba dest bi seamyê dikit
Nuke hêstirê jî av vi selal
êxistîye
Yan ya bi
rêve
Eve çewa davên xewê
xir ve dibin û di
revin
Çewa ji sîmî derbaz dibin
Ez nizanim
Erê Kes ji we dizanit
Bêy min
Tilên min
Nêzîkî ser û çavên min dibin
Ezmanê Min simbêlên min di alîsit
Erê çewa min şiya şivêdî binvim
Pa ewê Li ser mêzê sor bûy
Çi lêhat
Firî
Vi
erdî ket
Yan ma li bin kursîka
Stêr jî şehrezabûn
Devê xwe li me vedikirin û
Têr xeber di gotin me
Erê çewa ez nivistim
Li bîra min e
Min xwe qulupand ser teniştê
Çavên xwe vekirin
Heparên her şev
Dîlana xwe li
ser dîwarî diirin
Ew çewa di şiyan
Hind li hewa biminin û
Ne
Kevin
Guneh e mirov mayê xwe di wan
bikit û
xweşîya wan têkbidit
Xwezî carekî bi tinê
Ez xwendibam ser ahengên xwe
Bê guman da bêjim serkêşê wan
Sipas
Baş e çewa min çavên xwe deynan
ser yek
çewa hosa zû bû spêde
Pa ka
dîkilê Xudê
Boçî
bang ne da
Dengê Kevçikên çayê jî xweş e
Da rabim
Hêj -ça- sar ne bûy
22-9-2001
-------------------------
Her sal di gel giyay dê şîn bîne
ve
Hêj ez ji te xerîbim
Çik çika şemendefira
Di ser serê me re borî
Ya di guhên min de deng vedidit
Erê ew gula lerizî
Hêj li çihê xwe maye
Yan bay zilehek lêdaye
***** ******
Ewê pisyarê dubare neke ve
Sorava lêvên te
ez di serda birim
Yan min jî
dizanî
Te bi devê Xwe
ne got bû min
Min tu
divêy
Lê çavên te dunya xirab dikirin
Hindî digotin
Min tu divêy
Min tu divêy
Vêce çewa te diviya
Min ne gotiba te
Min tu divêy
Min tu divêy
*** *** ***
Ew derîkê
Me wênê xwe têre dîtî û
Serê xwe çemandî û
buşkurî bi şahî
Çewa bi ezman kefit û gote me
Wey pa
hûn bo yek tazene
Te dît çi gir kete ronahîya banî
demê em bi dînatî
rûniştîn
*** *** ***
Hîngê min gote te
Çima hine
dikenî
Demê
Riktê Pîngpongê ji dest min firî û
ewa ji
nejadê Feyrozê
Dengê xwe
berday hindî viyay
Ketebne
ûmaketebna
Ketebna mîyet mektob
Li hela
macawebna hel mehbûb
Pirça xwe ya çadoyî
Li hewa firandî
û dilê te careka
dî arandî
******* *****
*********
Pişti malwêranîya xerîbîyê
Kaxeza te gehişte min
Çend bêhna tilên te jê difirî:
Bi
tinê Ez û Tu ne
Ez a li –babul muezem-û
niza
Tu li kîveyî
Ez a
li şûn pên te digerim li cadên mirî û bê hest
Belkî
pên min carekî bikevin ser şûn pên te
Li
kolanên pêtî û bê reng
Li
rojên dinatiya me
Hêdî
hêdî xerîbîya min bi mêjî û
ruha
min nû bikî ve û dengê te
Guharkên min bi livînit û careka
dî
Min hay ji te dibit di bêjî min:
AAAAhhh Pa ez hez ji te diki
*******
Xweş e îro ez dirêzîyê li binê
Bîra xwe bidim û
çend dîmena jê binim der û
Tehra vê tavê pê bişûm
Derya rezaze û bê dengîya me ya
bê sinor li bîra te ye
Demê darên li ser xîzîpêş meve di
axivtin
A ez jî dizanim tu dê nuke bêjî:
Pa tu
dinî ma dê çewa ji bîra min çît
Ma eve di
ferhenga vînê de dibît
Erê Ew boçî tilên min di nav
pirça te ya şil de dilerzîn
Erê Ew boçî pên min stran di
gotin û
xîz u pêlîn avê sema li dikirin
Erê eveye mestiya vînê
Vîna min
Xewn e dunya
û xewnek xweşîn ez u tu
û her sal di gel giyay dê şînbîne
ve]]]
*********
Kolkê Min
Ew kolkê Min e
Ax u dar u teqin u ber e
Durist e bê ser u ber e
Belê Pa li vê çîhanê
Beheşta min e
Cima sotin
Cima heraftin
Li vê havînê qîrîya zaroyên min e
|