|
|
|
Pêşeng
|
| |
Ehmedê
Xursî
şeva
sahî wênekêş e
û her tabloyek
derdekî dibêje
Tabloya -1-
xemrevîna min...
navbera min û te
berîka
Zenûbya
û lingên
wê yî kevirî
yên herî kevin
û rê hêjî dûr
e
çemê Ferat...
pira daliqandî
şopa lingên
Osman
û torinên wî
û rê hêjî dûr e
yek libên beyara
zindan û sînemên
şewitî
sikak û
kolanên raketî
mîna xewa
dilberekê
li hêviya ramîsa
şahekî hîjde salî
wisa li hêviya ramisan
ji
navbera hrrdû ebriwên te me
Tabloya -2-
şev zîz e...
wisa vingîn
ji dû kerwanê stêra
dirije
cih nenas...
lê mîna çîrokeke
gulgulî
xewna ew
ne bînabû
lê dibe ku xortin
li paş sînora
biçava dîtibin
jiber ku hechecîk
û dîlegin
telefona
bi zaravê hev
dizanin
Tabloya -3-
xewnin tenik ...
ramanê adîloşan e
ez
dibêjim
yan jî
sermeya zivistana
havîn dibêje
hinek
dildar...
pijîjkê
dilan e
yar dibêje
çima tu ne wisa yî
kevok sipî çênî
ser bask
bixine
neynû
dilop
nikil dilme
rewanên pêxemberan e
buhiştî dibêjin
çima tu ne wisa yî
şepolên xabûr ...
geriyan
dibin meywande
westiyan
meywak bitenê qurmizî
yîn din bextê jinbiya
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|
|
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
|