| |
Partiya Azadî berê wê bi ku de ye?
Salih Kobanî
Berî salekê du partiyên kurdên Sûryayê (Partiya
Hevgirtina Gel bi serokatiya Mustefa Cum,a û
Partiya Çep a Kurd li Sûryê bi serokatiya
Xeyreddîn Mûrad) ji raya giştî re aşkere kirin
ko ew bûne yek partî û navê wan bû partiya Azadî.
Serokê partiya Azadî bû Xeyreddîn Mûrad lê
Mustefa Cum,a û Beşar Emîn bûn endamên
serokatiyê.
Berî ko bibin yek partî, gelek guftûgo dibûn di
derbarê yekgirtina sê partiyan de (Hevgirtina
gel, Çep û Yekîtî) lê yekbûna bi Yekîtî re
hinekî li paş ket. Ev yekbûn taqeteke nû da
gengeşiya kurdî-kurdî û hêviyên ko gelek hêzên
dîtir jî bibin yek geştir bûn.
Berî çêbûna partiya Azadî, birêz Mûrad dest bi
gerekê li Europa kir û simîner ji wî re li gelek
bajarên europî hatin amadekirin û ne her car
pirsên ko ji wî dibûn dilê wî xweş dikirin, ne
di warê siyasî de ( zelalkirina wî ji şêweya
têkiliyên tevgera kurd bi Sûryê re wek dewlet ne
serkeftî bûn) û ne jî di warê malbatî de (
şandina wî ji jin û zarokên xwe bo Nerwîc wek
penaber, ne pirs bi dilê wî bû û ne bersîv bi
dilê guhdaran bû!).
Demeke kurt piştî aşkerekirina avakirina partiya
Azadî, komek ji hevalên Hevgirtina Gel
dilnexweşiya xwe diyar kirin û ew jî sîgnala (îşareta)
yekem bû ko ew xwarina ko partiya Çep û
Hevgirtina Gel bi hev re amade kiribû, kelexavî
û bi lez bû, kî ji wan bi lez bû, çima bi lez bû,
gelo wan guman nekiribû ko ziyana bi lezûbezê
pirê caran ji sûdên wê pirtir in?
Ev pirs û gelek pirsên dî bê bersiv in û wê
bimînin vekirî.
1- Piştî aşkerekirina yekbûna herdu partiyan bi
demeke kurt diyar bû ko partiya Azadî dido ji
endamên komîteya xwe ya navendî ko li Europa
dijîn (Rebhan Remedan û M.Reşîd) dane alî, ew
herdu birader jî ji Hevgirtina Gel hatibûn!
Wan herdu biraderan daxuyanî derxistin (…) berê
bi navê komîteya navendî ya partiya Azadî li
Europa û piştre bi navê xwe û dawiya dawiyê li
mala xwe rûniştin.
2- Grûpeke dî ji hevalên Hevgirtina gel li welêt
diyar kirin ko ew ne razî ne, daxuyanî derxistin
û hinek gotin hene ko ew xwe amade dikin herin
nav (Alpartî).
3- Berî çend rojan nûçeyeke flaş hate belavkirin
ko kongira partiya Azadî bi dawî bû û birêz
Xeyreddîn wek sekreterê partiyê hate hilbijartin,
ew nûçe kopiya nûçeya ko ji aliyê partiya
demokrata pêşverû ve hatibû weşandin, naveroka
wê jî ew bû ko berêz Hamîd Derwêş wek sekreter
hate hilbijartin!
Ev kultur di nav kurdan de ne kevn e,
xwedêgiravî raya giştî ya kurdistanî bi dilê xwe
girtiye û li hêviya nûçeya ka kî dibe serokê
kijan partiyê ye!
4- Dîsa jî ji medya hate xuyakirin ko gelek ji
hevalên partiya Azadî (yên ko ji Hevgirtina Gel
hatine) qet hay ji kongirê nebûn û nûçeya
lidarxistina kongira Azadî ji internêtê bihîstin!
Ji van çend xalên ko derbas bûn mirov dikare
bêje:
- Bisernekeftina çêbûna partiya Azadî dibe
asteng li pêş ew hêzên dî ko xwe ji yekbûnê re
amade dikirin.
- Berpirsiyariya wê neserkeftinê li ser
seroketiya partiya Çep û Hevgirtina Gel e, ew ên
ko nuha jî di seroketiya partiya azadî de ne.
- Dilsarbûn û rûniştina kadirên Azadî li malên
xwe (yên ko hatin qewtandin, yan cemidandin, û
yan jî bi xwe li mala xwe rûniştin li hêviya
rojên baş in) ew jî berpirsiyariya seroketiya
Azadî ye.
- Ji herkesî re aşkere ye ko dewleta Sûryê
naxwaze ko partiyên mezin û xûrt di nav kurdan
de hebin û her tecrubê divêt bête beravêtî kirin.
- Gelekî balkêş e ko endamên ne razî ji
Hevgirtina van du partiyan herdem ji aliyê
Hevgirtina Gel in.
- Partiya Azadî nexwşiyên xwe bincil dike û
herkes dizane ko bincilkirina nexweşiyan tucarî
nebuye çare û nabe çare.
- Ev yekgirtina ne gelekî serkeftî, nimûneyeke
şaş dide hêzên siyasî yên dî û gelekan ji wan
çavtirsokî dike.
- Şêweyê birêz Xeyreddîn di kar de (fermanên wî,
biryarên xav ko karibûn têkiliyên Azadî xerab
bike bi hinek hêzên tevgerê re ji bo sedemên
biçûk, pêşdana bercewendiyên şexsî û malbatî li
ser bercewendiyên partiya xwe..hwd) gelek pirsan
bê bersiv dihêle.
- Bersivên asan ji pirsên ne asan re ne
çareseriye (ko ji Azadî tê pirskirin gelo çima
gelek hevalê wan li mal rûniştine? Dibêjin: ê
yabo herkes yekbûnê naxwaze!!)
- Rast e her yekbûnek divê qurbaniyê wê hebin,
lê ma çima hemû qurbanî ji aliyekî ve ne.
- Gelo ev e nimûneya yekgirtina hêzên tevgera
me?
- Ev yekgirtin bû, lê partiyekê partiyeke dî
xwar û hevalên wê belav belav kirin?
|
|