| |
Rastiya "rênivîsa peyva kurdî"
Nirxên wê û rexnên lê
Dr. Memo Ebdî
Min ji mêj dixwest mîna hin kesn ku pênûsa xwe
hilgirim (ya rast ez şûrê xwe ji ber xwe
bikşînim) û çend xêzina dûrî pesn û şabaşan
derbareyî berhemeke giring nîgrbikim, xasma
xwediyê wê ew kesê Ku dilê min şakiriye hevriyê
min e û di riya zimanê Kurdî de pir çeper û
asteng dîtine, ew bi xwe cotkarekî ji dil e, bi
dehan sal zeviyê dajo û dendikan davêje nav û
bin axa wê, bi hêviya ku şînbibe û rojekê ji
rojan fêkiyên miz û şêrîn bixwe mîna wan betîxên
tenûrî ku îro em bi hesreta wan in, diyar e me
pareke mezin ji nirxên xwe yên resen ji ber
bêxwedîtî û carna jî ji çavnebarî bizirkirine û
tevlî kelepor û bermayên biyanî û dagirkeran
bûne. Berî ku em tevna xwe birêsin ez dixwazim
nimûneyekê ji kelepora me ya dewlemend bînim
bîra we. Gorbuhuştê navdar zimanasê bêhempa di
hejmara yekem a Hawarê de wisa dibêje (HAWAR-dengê
zanînê ye, zanîn xwenaskirin e, kesê xwe nasbike
dikare xwe bi dinyayê bide naskirin, hawar ziman
dide naskirin, lewra ziman şertê heyînê yê pêşîn
e) eger em guh bidin van gotinan, em ê nirxên
zêrîn tê de bibînin: Yek zanistî ji ber ku bê
wêne em naghine çi tiştekî bi sermiyan, ya din
ew e ku ziman xala bingehîn e di hebûna meriv û
neteweyekê de, lewra parastin, xwedîlêderketin û
pêşvebirina wî ya zanistiyane erk û delametên
herî pîroz in .
Bi ya min kesek ji diya xwe nebûye û zimanê
Kurdî ji devê wî neherikiye, li vir sedem,
palpişt û behane pir in, pêwîst nake ku em dîsa
dubare bikin da ku serên xwe û we pê bêşînin, ji
ber vê jî bi fermanê ku em dûrî mijara xwe
nekevin, ne ez, ne hûn jî windanebin em ê
vegerin babeta xwe ya bingehîn, ew jî pirtûka
mamostayê hêja Berzo Mehmûd a bi navê: Rênivîsa
peyva kurdî ye, ta ku ronahî dîtiye pir şevên
bêxew derbaskirine û xwe ji xewnên seyr û rind
bêparhiştiye, ne dûr e ku pirê caran diltepîna
xwe ji sînor bûrandiye, dêmek pir caran jî
malbata xwe, zar û zêçên xwe bêaram kirine. Ev
bi xwe cihê şanaz û nirxina bilind in, him li ba
min û him jî di dîroka zimanê me yê seqet û
kurmî de (biburin li min) rûpelina zêrîn in.
Baweriya min ew bû ku ev pirtûk vedengeke bihêz
bide , bi kêmanî min wisa niyazdikir, ne tenê bi
rastiya xwe ya tekûz û riyên xwe yên hişkeber.
Na, ne di vir de, yanî birêz qalik ji me re
xêznekirine lê berevajî em şit, wî bi xwe jî
serencamên ku bidestxistine di çarçiva pêşniyaz
û nerînan de birine û anîne, lê belê ta di şaşî
û nerastiyên xwe de jî be, ez bi xwe pêrgî
dilsariyekê hatim û bi tayebet ji hêla zimanas,
wêjevan, ta tagir û heyranên zimanê xwe ve, ev
tiştekî pir seyr û dûrî aqila ye, çawa merivek
dikare xwe aşkere bike wek zimanhez û di heman
dem û katî de wekhev be çi hate nivîsandin li
ser vî zimanî , ez vî tiştî beramber şeref û
namûsî didînim, çawa yek werê pê li namûs û
şerefê bike û di eynî rewşê de tu ji xwe re lê
temaşebikî bê ku muyên laşê te rabin, yan jî
hêrsa te bikele, gelo eger girêdana yekî
rewşenbîr bi vî awayî be, bêguman tiştê ku
bangêşî jê re dike wê hîç û pûç be ya na. Rast e
di pirtûka xwe de mamoste pir tişt hingiviye li
gor derfet û nerînên xwe yên taybet, li vir
piştî lêbûrînê em nabêjin zanistî ye yan
nezanistî ye, dibe rastgo be di cihna de û
nerastgo di warna dîtir de, ev cihê guman û
hûrkolînê ye, ez di baweriyeke bêsînor de me ku
danerê vê xebata bi rûmet amade ye çi xalên
nediyar û bidûman hebin, giftogobike, ew bi xwe
ne alîgirê hizr û ramanên hişk e ku nekevin bin
banê rastiyê de. ya na çi tişt dervî vê
nirxandinê be dikeve bin banê dexsîn,
çavnebarbûn û ta radeyekê dijminahiya ku
gundiyên me yên nexwenda dev jê berdane û ti
giringî û pêwêstiyê nadinê. Ji me tevan re xuya
ye ku zimanê Kurdî bi hemî babet û pêkhatiyên
xwe ve di qonaxa damezrandin û zayinê de ye, yên
ku ji bilî vê nerînê li ba wan hebe bila
fermobike û tûrikê xwe yê tijî ji me re valabike,
di vir de pirsek xwe tîne zimên: Jibo
rûniştandina zimanekî çi pêwîst e, egerên ku
romaneke mîna Romio û Cûlêt a Şekspîr çi ziman
dikare bihewêne, zimanek ku ta roja îro
ferhengsaziya wî tune ye, bê guman ya li gor
rist û rêzikên zanistî, ne ku heme çi kes rabû û
xwe li ser serê me Kire ramanwerk. Ta roja îro
rojnameyek an jî kovarek tune ku bi rêzimanekî
hevbeş gotarên nivîskarên xwe biweşîne, îca li
vir tevî ku em hê bi xwe zimanê xwe nizanin
bixwînîn û binivsînin, çawa em dixwazin kesna
fêrî wî bikin, cihê balkişandinê ye, ku zimanekî
bi hêz xuyadibe ji wergera pirtûkên zimanên din
bo wî zimanî, ka çiqas ev ziman rûniştiye û
şêwazekî xwe yê standart wergirtiye ji alfabeyê
ta zortirîn giriftarên rêzimanê. Di vir de derî
vekiriye ji çi kesên ku xwe bendewar dike di vê
hêlê de û çalakiyine bi rûmet pêşkêdike,
xwedêgiravî tiştê ne rastgo yan jî kawik bê
jiyana wî jî kurt e û qet di dîrokê cih jê re
tune ye .
Li gor vê nirxandina jornimandî ez dibînim ev
pirtûk (Rênivîsa peyva kurdî ) qe nebe, dibe ku
bibe gorepanek jibo pirsina rêziman yên bingehîn
yên ku ji mêj de asêbûne, bi vî şêweyî dergehê
danûstandinê vedibe bi armanca belûkirina
rastiyê di mifayê ziman û rêziman de. Pirtûk bi
xwe karûbarekî giştî ye di warê rênivîsê de,
gerekba ku her babetek pirtûkek bana lê dîsa jî
divê em vê gavê biçûk nebînin û keda hatiye
rijandin bê nirx nekin, dibe ku ez di hin
pirsgirêkan de ne li gel daner bim lê meydan
vekiriye ji çi kesê Ku xwe dibîne re. Ev ne
siyaseta partiyên me ya xesandî û seqetkirî ye,
daku her kes bêje ez û ne kesekî din, ev karê
pispor û hişmenda ye pêşî, pişt re dibin rêzik û
rê, bi alîkariya sazî û dezgehan tê rêkûpêkkirin.
Li gor texmînên ku têne kirin, bi kêmasî ev
çiqas piçûk û nepispor (bi xwe ne wisa ye) be jî
pirsna bi xwe re derdixe holê, Ku bikaribin
seriyan bêşînin û liveke nexweza biafirînin, ev
bê dudilî ne awira min e, tevî ku min çend caran
ji daner û ji kesna dîtir re çesipandiye, ku ev
xebateke pîroz û hêjayî rawestaneke kitekite ji
du aliyan ve: aliyek jê yek tiştê erênî
bipejrîne û rasterê piştrastbike, dudo : yek
nerastiyan bide xuyakirin û li hember wan bi
xurtî raweste. Min jî bi vê nerînê zend û bendên
xwe vemalandin û şûrê xwe yê tûj danî ser serê
danerê wê (li min negre bavê Zara), helbet eger
ev curerexne be, wê nehingivê aliyên erênî, ji
xwe divêt ew hebin û ne mijara lêkolîna me ye ,
lê bi gumana min aliyên nerênî û qels di vê
pirtûkê de naçar in bibin naveroka tekoşîna me û
destelata xwe bigire ser hizir û ramanên me. Em
ê bi ferehî li ser du babetên giring gotûbêjê
bikin, di heman wextî de em bîr û boçûnên xwe
derbareyî xalina giriftar derbirin bi şêweyekî
zelal û ne girêkoyî helwesta xwe destnîşanbidim.
Yekem, şêweyê nivîsandina pirtûkê yan jî zimanê
Ku ev rêziman pê hatiye pesinandin, duyem:
Naveroka wê, ev bi xwe jî deryayeke binkûr e û
beravdûr e, kesê Ku bixwaze avjeniyê bike divê
şareza û hostayekî di ser xwe re be. Lê li vir
bêperwa ez xwe pêşkêşdikim ji xwêneran re mîna
xwendevanekî ne zimannasekî.
Beşê Yekemîn: zimanê rêzimanê
û tiştina din
Di pir hevdîtin û sohbetên dostane de vê pirsê
serê xwe beloq kiriye. di bîr û baweriya min de
hîmenekî serekîne di nivîsandina bi kurdî de, ji
ber em şit cihekî xwe yê taybet heye. Sedem çi
ye ku nivîskarek bi duh şêweyan dinivîse, qet
naşê bi heman cureyî binûse û bi taybet ji hêla
zimannas, wêjevan, helbestvanên ku bi kurdî
dinûsin û xwe pê quredikin, ji me we ye, em ê bi
xwendina berhemek ewqas bilind hinekî xwe ji
şaşîtî û kêmkasiyan dûrbixin, ne ku, em ê heman
astengiyê bibînin, ev dîsa dubare dike ku
zimanek ne di riya perwerdeyê de be ne mimkine
ku tu pê xwe qurebikî yan ji heqê wî derbikevî,
ji ber vî tiştî ez ê hewlbidim bi şêweyekî
objectîv bê dexsîn xalên lawaz eşkerebikim bi
armanca serrastkirina ramanên çewt û zelalkirina
helwestên nediyar, tevî ku daner bi xwe jî di vî
warî de kêmkasî şopandine û hin diyarde
belûkirine.
Dûbarekirin di rûpelên pirtûkê de cihekî mezin
digire, ji min tê xuyakirin ku beşên pirtûkê ne
di demekê de hatine nivîsandin lê di demina ji
hev cuda de nivîsîne, ev jî armancê lawaz û jar
dike û ji nirxê berhemê dadixe, Pêwîst bû ku
hevahengiyek di navbera beşên wê de heba. Xala
dî ya giring ew e ku daner bi xwe xwe pê ve
girênedaye, di pir cihan de gotin yan rêzimana
ku ew propaganda jê re kiriye ne hatiya şopandin,
ev jî bi xwe xwêner dike erênayê de û bandorek
neyênî li ser wî dihêle, tiştekî din ez dixwazim
li ser rawestim ku mamostayê me xwestiye
zanebûna xwe ya piralî nîşa me bike, xwe ber
daye derya gotin û wişeyê soranî, ne dîtiye berê
xwe daye kurmancî, di kurmancî de ger nedît vêca
hostatiya xwe berdide û me bi tiştna seyr
kêfxweşdike, ji alîkî ve baş e ku xwêner fêrî
gotinên xwerû bi kurdî çi soranî çi kurmancî bin
dibe, lê ji alîkî din ve mijara bingehîn
windadibe, ji bo rêzimanek wisa bi girêk
pêdiviyek bi zimanekî zelal û hêsan heye ku di
têgihiştinê de nezehmet be, erê bedewbûn û
zêdebûna gotinan tiştekî rind e lê naverok û
raman di nav de dihelin û di dawiyê de xwêner
şaşomaşo dibe. Tiştê herî qels û jar ew bû ku
danerê pirtûkê di hêla serencam û nerînan de ne
hişkebir e û hema pirtûk di çarçiva pêşniyaz û
gengaziya de hiştiye, ev jî lawaziya berhemê
eşkere dike û dike nav gumanan, diviyabû tiştê
ku pê bawer be wek rêzikname bihata eşkerekirin,
ne ku wisa yan wisa dibe, ji ber ku ev dîtinên
wî ne û bê guman di baweriyeke mutlaq de ye, ji
xwe em vê dixwazin , bila bibe rêzimana çaremîn
mîna yên heyî (Celadet, Qenatê Kurd, Reşîdê kurd),
tiştek dî bala min kişand ku mamostayê me pir
giringî daye rêzimana Celadet û têra xwe tê de
dîtiye, min dixwest di nirxandinên wî de nerînên
Qanatê Kurdo bihatana şopandin, her çendî dûrî
nerînan be jî, pêwîst bû ku cihê xwe di nav
xêzikên berhema wî de bidîtana, da ku lêkolîn
piralî bane, ne ku heme li dora Celadet tenê xwe
bizîvirîne, lewra hûrkolîn bênirx dibe û ta
radeyekê yekla dixuyê, ez ne alîgirê wan nerîn û
helwestên çewt im ku bi carekê xalên baş û
durust nabînin û ne heme jî çavê xwe digirim û
bêjim hemî tişt rast e û dawî bû. Tiştê seyr û
dûrî aqila ye ku beşên rêzimanê yên ku Celadet
bi destxistine piştî kedeke dûvdirêj dîsa têne
giftûgokirin di heman wextî de ku pirsgirêkên
neçareserkirî di cihê xwe de mane, riswa û rizî
bûne, kêmzêde Celadet tiştina giranbuha danîne û
ji hêla bêhtirîn nûser û zimannasan ve hatiye
çesipandin. ji bilî van şîrovekirinan em rastî
gelemşeyna dîtir hatin û bi taybetî xala ku tê
de zimanê Kurdî û erebî beramber hevûdin digire
bêyî ku bêje ev her du ziman ji hev cuda ne di
pir aliyan de û çi behane be bila bibe ev
xwexapandineke û ji sedî sed tu nagihî ti
encaman, naxwe bi vî rengî taybetmendiyên
kurmancî li ku dimînin, me pir caran
dubarekiribû ku zimanê kurdî ji aliyê hin
zimannasina ve tê hevpîvandin bi zimanên din re,
mînak Celadet bi frensî Qenatê Kurdo bi rûsî re,
Reşîdî kurd di erebî de xwe çarmêrgî kiriye, ger
tiştek wisa hebe jî ne pir diyar e, ta radeyekê
ev pirs jî xwe davêje holê bo çi Celadet tîpên <
, > , ~ û | birine, nabe em kirasên biyanî li
zimanê Kurdî bikin ji lewra wê carna fereh be û
carna jî teng be, di vir de ez dixwazim bal
bikişînim ser têbîniyeke dîtir ji pir girêkên
rêzimana me, ew jî bi xwe dikeve meydana
asankirina hemî kêşên rêzimên, bêyî ku bînin
bîra xwe çi zimanê heye riyên wî yên taybet hene
û bêriyên wî jî ne kêmtir in, ji xwe ev
xweseriya wî û taybetmendiya wî eşkeredike, ji
ber vê sedemê ziman ji hev ciyawaz in ji bilî
xalên hevbeş û rêzikên giştî, xwesteka min ew bû
ku min bi xwe ev nerîn û awirên mamostê me di vê
berhemê de bişopanda yek bi yek.
Beşê Duyemîn: Rêzimana zimên
Ez naxwazim xwe bixim warina dijwar û qulina
tarî de ku nikaribim pişt re jê derkevim, lê ez
ê li gor derfetên xwe yên zanistî bi kêmanî
mijarekê ji vê pirtûka zengîn hilbijêrim da ku
ez jî beşdarbim di şîrovekirina vê girêkê de, ne
merc e ku ez ji sedî sed rast bim, dibe ku ez jî
ji heqê wê dernekevim, ev jî gengaz e, lê heme
min sozdaye ku ez ê dîwarê bêdengiyê biqelêşim û
qet nabe ku ez bêriyaksion bim. mijara giftogoyê
wê ev be: lêkera(Bûn-heyîn)e, mamoste berzo
mehmûd dibêje ev lêker bi vî şêweyî diherike:
Ez kurdim em kurdin
Tu kurdî hûn kurdin
Ew kurde ewan kurdin
û navê Paşkokên cînavî li wana dike, bi vî awayî
(im,î,e,in) paşkok in tu watê nadin û naçar in
bi nav re bin, ne ku jê cihê bin. Beramber vê
nerînê em ê awira C. Bedirxan jî raxin :
Ez kurd im em kurd in
Tu kurd î hûn kurd in
Ew kurd e ewan kurdin
Ez bi xwe alîgirê C. Bedirxan im di vir de pirs
çima û çawa. em dîsa behane û balpiştên mamoste
Berzo bînin bîra xwe: Eger pirtûka mamoste Berzo
li ba we hebe baştir e ku hûn vegerin
rûpelên39-46 di bin navê {nivisîna paşkokan di
navbera likan û nelikanê de ye, di wir de bi
şêweyekî zelal argûmêntên xwe radixe ser rûpelên
berhema xwe bi vî awayî: bi kurtî ez dikarim
bihejmêrim
1. Paşkokên mîna (im,î,e,in) bi tenha xwe tu
watê nadin, ji ber vî egerî naçar in werin
zeliqandin bi peyva berî wê ve
2. Ji aliyê dengsaziyê ve tu rawestan tune di
navbera wan û navê berî wan bo nimûne(kurd) û
HWD
Bi ser vê de jî mamoste nimûne ji zimanê frensî
û inglîzî anîne bi armanca Ku nerîna xwe
piştrastbike, lê di nerîna min de qelsiyek wê jî
heye. Ger em van mînakên li jorraxistî
şîrovebikin bi awayekî ferehtir em ê rastî
tiştekî bin:
Ez kurdim bêjeyeke ji du kîta ye kurd û im e,
kurd ji xwe navdêr e û guman tê de nîne lê
pirsgirêka hestdar di im de ye ku em ê bêhtir
karûbarê xwe jê re terxanbikin. Bi ya min im ne
paşkoka û bes, lê ez dibînim ev bi xwe jî
tewanga lêkera bûnheyîn ê ye û jibo
piştrastkirina nerîna xwe em ê dîsa nimûneyên ku
mamoste bi xwe anîne dûbare bikin
Ez kurdim em kurdin
Tu kurdî hûn kurdin
Ew kurde ewan kurdin
Bi ya min ev du beş yek dikare ji hev cuda bike,
ji ber van sedeman ez wisa şîrove dikim û
dibêjim ev navdêr û lêkera bûn ê pêk ve nayên
nivîsandin yanî bi cureyekî dîtir e ve şêweyê
kurtkirî ji vê tê, eger em vegerin koka lêkerê
me em ê di baweriyê de bin ku mînaka li jor di
resen û xwezaya xwe de ev e bi vî awayî divê bê
nivîsandin:
Ez kurd heme em kurd hene
Tu kurd heyî hûn kurd hene
Ew kurd heye ewan kurd hene
Bi vê berhevdanê em digihine baweriyeke hişk ku
bi kiriyara sedemine ne diyar û di dirêjahiya
dîrokê de ev şêweguherîne encamdaye. Ez heme
kurd yan jî ez heyim kurd, yan jî ez kurd heme û
qet ne mîna paşkokên ku bi peyvan ve tê likandin
wek ez dipeyiv-im, ev tiştekî ciyawaz e di wate
û ferhengsaziyê de jî tevî ku di morfoljiya xwe
de mîna hev in, dûv re behaneya duwem ku em
dibêjin rawestan tune ye di navber herdu beşan
de ev nayê Wê wateyê Ku pevekirin pêwîst e, di
heman zimanê frensî de mînak pir in em dibêjin
bi frensî
J ai nous avons
Tu as vous avez
Il a,elle a ils ont
Di dema bilêvkirina van bêjeyên ji hev cuda de,
bi xwe tu dibe qey ne du beş in lê gotinek tenê
ji beşekî çêdibe j ai wek jê dixwîne il a mîna
îla pêkve bê rawestan bilêvdibe, ji lewra em
nikarin pişta xwe bi behaneyên wisa rastbikin,
ya dî a herî giring ku mamoste dibêje bê wate ne,
ka em berê xwe bidin wan bêjeyên çi frensî û çi
inglîzî, ez bi xwe di warê êtîmologiyê ne şareza
me û li wateyên mîna (suis,es,est,sommes,îtes)
yên frensî û ( am,are,is) yên inglîzî
temaşebikin ew jî wek bêje tu mana tune ye, bi
xwe hatiye pejirandin ku ev tewanga van lêkeran
e û bes. Jibo em nerîna xwe baş diyar bikim em ê
Katê rabirdû ji lêkera bûn-heyîn bihingivînin.
Ez kurdbûm em kurdbûn
Tu kurdbûyî hûn kurdbûn
Ew kurdbû ewana kurdbûn
Li vir xuya ye ku tiştekî seyr û nexweza çêbûye,
navdêr û lêker pêkve hatine nivîsandin, em tev
jî dizanin ku ev bûn dema rabirdiwa ji lêkera
bûnheyin e, qe ne em li vir nanivsînin bi hev re
çimkî di tu zimanan de ev şêwenivîs tune ye.
Niha bi çi awayî em ê vê meselê ji hevûdin
derxin, jibo zêde em vê kêşê zelalbikin em ê
mînakeke din ji we re pêşkêşbikin, em dixawzin
gotineke din bi ser hevokê ve zêdebikin :
dema niha
Ez kurdekî başim em kurdina başin
Tu kurdekî başî hûn kurdina başin
Ew kurdekî başe ewana kurdina başin
Yan jî Dema rabirdû
Ez kurdekî başbûm em kurdina başbûn
Tu kurdekî başbûyî hûn kurdina başbûn
Ew kurdekî başbû ewana kurdina başbûn
Li vir em dikevine aloziyeke dî de, ji ber ku
baş rengdêr e, li vir û li gor rêzimana
Bedirxanî qet nabe tiştek pê vebe çi di dema
niho an dema buhûrî de be, eger em erê bikin em
ê derîne din li xwe vekin, ne tenê wilo, em ê
her tiştê ku me bidestxistiye bikin bin gumanan
û vegerin sifrê ji nû ve, berî ku ez vê
şîrovekirinê bidawîbikim hêjayî gotinê ye, ku ev
şêwetewandin li ser awayê tewandina zimanê tirkî
tê û bi heman cureyî xwe dibîne, ev jî bi xwe
giriftariyeke din bi xwe re tîne di encamê de me
û rêzimana me ber bi taristanê ve dibe. Ji bo ku
xweşik ronî bibe ez variantê tirkî ji we re
raxim ser rûpelê:.
Ben Kurtum (ez kurdim) biz kurtuz (em kurdin)
Sen kurtsun (tu kurdî) siz kurtsunuz (hûn kurdin)
O kurt (ew kurde) onlar kurtler (ewana kurdin)
Herçendî ku berhevdûkirina kurdî û tirkî dibe ku
ne karûbarekî zanistî be lê em bêgav in vê
diyardeyê di bin çavan re derbasbikin ji ber du
sedeman : yek jê ew e ku zimanê Kurdî (koma
indoewrûpî) ye û tirkî (ûral-altay) ye ji du
komên cuda tên, ku tiştekî normal e rêzimana wan
ji hevûdin cuda be, ya din jî ew e ku pêwîst e
zimanê Kurdî xweseriya xwe windaneke bi taybet
wan gevlêxwarinên şovenên tirka bide mandelayê,
ne ku heme kopiyek ji rêzimana tirkî be, ji bo
hebûna hizir û ramanên netewî, ji gelekî re di
bin zor û sitema tirko de maye divê xwedî
taybetmendiyeke cuda be ji bo parastina
nasnameya netewî, tevî ku em dizanin mamostayê
me tu têkiliyên wî bi rêzimana tirkî re nînin û
ne dûr e ev mînakên jor di nav pir zimanên ne ji
kokekî bin jî de hebin, me pir serê xwe êşandiye
hê ji dema hilbijartina alfabeya kurdî ji hêla
Celadet Alî Bedirxan ve û çîroka tîpên î,ê,ç,ş
ta niha li dar e. Ev jî bi xwe kargîriya xwe li
ser hebûna kurdan û cudabûna wan ji van
neteweyên hevser ku şûrên xwe kişandine bi
behaneyê ku me bê alifbê jî bihêlin. Xaleke din
ez ê ji we re pêkêşbikim bi armanca nerastiya
şêweyê pevekirina paşkokên lêkeran û navdêran,
niha em ê nimûneyeke dîtir şanî we bikin û bi
hev re lê temaşebikin, li vir em ê hinekî hevoka
xwe ferehtir bikin bi zêdebûna gotineke dî li
ser ya berê bo nimûne:
Ez kurdim
Ez kurdekî Başim
Ez kurdê Kurdistanême
Di van nimûneyan de baş diyar e ku alozî û
astengî pir in û bi taybet eger vî şêweyê
rêzimanê bikarbînim, dibe ku kesin bêjin ez
kurdim tişteke û ez kurdê Kurdistanême tiştekî
dine, li vir pêkve û li wir jihevcuda ji ber hin
sedeman, lê yabo ma evê giriftariyan ji me re
çênake, xasma di fêrkirina zimên de, rêziman
dive yek be qet nabe bi pirrengan were
şîrovekirin. Eger me ku erê bi şêweyî rast e
gelo mumkun e ku du paşkok bi heve werin
zeliqandin yek ê û ya din me, û dîsa ev jî
taybetmendiyeke zimanê tirkî ye. Yanî ez
dixwazim bibêjim ku ev ziman û fêrkirina wî asan
nake, bê pêçewane aloz û dijwartir dike. Di
dawiyê De nerînên xwe eşkerebikim bi vî awayî:
Ez kurd im em kurd in
Tu kurd î hûn kurd in
Ew kurd e ewan kurd in
Wisa jî di dema rabirdû de:
Ez kurd bûm em kurd bûn
Tu kurd bûyî hûn kurd bûn
Ew kurd bû ewana kurd bûn
Di hevokeke dîtir de
Ez kurdekî baş im em kurdina baş in
Tu kurdekî baş î hûn kurdina baş in
Ew kurdekî baş e ewana kurdina baş in
Ez kurdê Kurdistanê Me
Bi hêviya ku min tiştek ji we re pêşkêşkir û
seriyên we ji vodkayê Bêhtir gêjkir.
|
|