| |
Hunermendê Kurd!
Mihemed Elî
efrin2612@hotmail.com
Mîna bext û çarenûsa reş ya kurdistanê, mîna jan
û êşa her quncikekî ji quncikên
jiyana kurdewarî, mîna bilbil û şalûrên ku hezar
sal in, ji ber bêdadî û sitemkariya
dijmin dinalin... Hunermendên Kurd jî ji roja ku
hatine ser rûyê vê xaka pîroz ve
êş, azar, bêdadî, mişextî û zindan bûne parên
jiyana wan û bi qîrîna ku pê ji zikê
dayîka xwe derketine ta roja mirinê ev qîrîn û
hawar ji henase û herkîna xwîna wan tu caran
veneqetiye.
Hunermendên kurd di hinava dayîka xwe de êşa
nezanî û neheqiya ku li wê bêgunehê dibû hîs
kirine, ew bi janeke awarte û di kêlîkine awarte
de derbasî vê jiyana bêyom bûne, gelo çi li ber
palê, çi li ber berbêrê, şûştina cilan li ser
kaniyê û birajtina nanî li ber tandirê!!! Wek
hemû zarokên din jiyana kulîlkên nûpişkuvî çêj
nekirine, lîstikên xwe hembêz nekirine, cilên nû
û paqij her tim ji laşê wan bi kîn bûne, xaka
sar tew nepejirandiye ku bi pêlavine nû di ser
wê re bimeşin... Dibistan tew li rojgareke dîtir
bûn!!
Ev dilsozên bextreş jan û kesera gelê xwe ji zû
ve naskirine, tu caran ji şevbêrk û civînên ku
rêwîtiya êşbar vedigotin dereng nemane, salixên
kuştinê, nûçeyên
koçkirinê, firqata mafên daqurtandî û evîneke
têkçûyî, bi guhdarîkirine jidil û
hestine puxte li ser rewîşta xavî tomar kirine...
Hunermendên kurd xwestine tola xwe ji jiyanê
vedin û li hember neheqiya wê di têkoşîna xwe de
dasepan bin. Ew ji dibistanên fermî bêpar mane,
dibistanek taybet di dilê xwe de ava kirine, ji
welatekî azad bêpar mane, serxwebûnek di deng û
awazên xwe de afirandine, ji evîneke têkçûyî
eşiyane... destanên evînê li ser kilaveyên dilê
xwe afirandine û ji tîrika dil de vegotine.
Her ku hunermendên kurd mezin bûne, evîna welatê
wan jî di dilê wan de mezin bûye, her ku dengê
wan hatiye tepisandin, ewqas qîrîna wan deng
vedaye... Her ku ji bo azadiyê lêdan dîtine,
ewqas herikîna xwînê bi wan çêj daye. Destên wan
pûç kirine, zimanê xwe kirine çek, kasêtên wan
şikandine, dilê xwe kirine tomargeh, xistine bin
zîndaneke tarî, bihûşteke nû di nav dîwarên
zindanê de li paş qefesa hesinî rengîn kirine...
Ji welatên xwe hatine koçkirin, dilê xwe kirine
tûtî û di ser deşt û zozanên azad re firiyane,
gul û sosinên welatê wan şewitandine, gulîstanek
di têlên tembûra xwe de çandine( Ay lê gulê tu
gula min î...).
Îro heke mirov li rêwîtiya hunermendên kurd-
zindî û gorbihûştan- mêzeke, tu kesî ji wan bêyî
ku wêneyên bindestî, zor, mişextî û hêviyên
jiyaneke azad li ser bekereyên dilê xwe nîgar
nekirine nîn in. Birîna welatê wan her tim maka
mirinê di dilê wan de çandiye, û roj ji rojê
lorîna mirinê damarên xwe di sînga wan de kûr
berdane...
Hunermendê kurd welatê xwe di nav lêv û pêsîra
dengekî zîz de parastiye û pê jiyaye,
tu caran dijmin nikariye vîna wî têk bibe.
Kaxizên wî hatine şewitandin li ser
kilayeyên dilê xwe nivîsiye, tembûra wî hatiye
şikandin, awazên xwe li ser lûtkeyên Cûdî,
Xelatê sîpanê, Zagroz û Hawarê hûnandine,
xumexuma ava rûbaran bûne semfoniya ber dengên
zîz û qebe. Bêjeyên resen, newayên
nazenîn, dengê top û firokan ker û berbend
kirine. Hunermendên Kurd folklora kurdî ji ber
mirinê û wendabûnê parastine û di bêjeyên xwe
de, jiyaneke rasteqîn û gencîneya peyv, fêr, dab
û nêrîtên miletên xwe parastine... Hunermendê
Kurd jiyanek e, lê jiyanek taybet û puxte ye,
hunermendê Kurd dîrok û demeke nivar e, ku divê
em lê xwedî derkevin, em hest û hizrên li ser
rûpelên dilê xwe rêz kirine vekolin
|
|