|
|
| |
Du helbest
Hozan Badilî
GULÎ
Guliyên te
Tarîstanek hênik e
Ji hezar salî de
Hatiye rêsan
Xewa xwe
Tê de dişkîne
herdu çavên
Yezdan...!
------------------
Tillî
Tilliyên
destên te
deh şaxên gulan e
ti carî
naçilmisin
û tilliyên
lingên te
kaniyên şîr û xewnan e
zuha nabin
û ....
narewisin.
------------------
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|