| |
Belaxnameya kotahiyê ya kongirê damizrêner ya
Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê
Di 4-5 Hizêran a 2006
Bi navê xwedayê dilovan û dilvîn
Di rewşina niştimanî û navneteweyî zor nasik û
aloze de , Komîteya Damizrêner ya Eniya Felata
Niştimanî civînên xwe girêda di 4-5/6/2006 ji bo
vekolîn û ezmûnkirina rewş û barodoxên giştî li
welêt , û çespandina lîsteyên hundirîn yên Eniyê
, û plan û siyastên wê yên pêşerojê .
Eniya Felata Niştimanî di dema ku nêrînên
niştimanî yên bi rûmet yên tevahiya hêzên
opozisyona Sûrî yên azad û berxwedana girtiyên
azadîxwaz ku rêjîmê ew dane girtin silav dike ,
dubare dike ku ew –Enî – parçeyekî bingehîn e ji
tevna niştimanî ya giştî , û ne alternatîvek ji
çi komeleka niştimanî ya opozisyon re , di nav
de Daxuayniya Şam ê "'Ilan Dîmeşq " ya ku wê
mîna bingeheka sereke ji tevgera opozisyona
niştimanî ya avaker , dibîne .
Amadebûyan tekez kirin ku riya wan ya stratîcîk
guherandina rêjîmê ye , ev rêjîma ku li ser
kotekî û zorbetiyê hatiye avakirin , û hemû
gerekên hebûna xwe winda kirine , ji ber
berdewamkirina di warê siyaseta radestiyê de , û
çêkirina pirsgirêkan bi cînarên Ereb re di hemî
aliyan de , û pêdeçûna wê di siyasetên
sitemakartî û gendelî û bedbazî û tiwêjeyan de .
Bê guman , siyaseta canbaziyê ya ku rêjîmê
meşand , ziyanên mezin gihandine welat , û ew
xiste nav bive û metirsiyanê de . Rêjîm ,
stûbariya hemî encamên vê siyasetê hildigire ,
ji ber hindê ku ew rêjîmeka bê legaliyet e .
Herweha amadebûyan girêdana xwe bi armancên
Eniyê ve dupate kirin tev li mekanîzimên karê wê
ya ku hate eşkere kirin di ( projekta Eniya
Felata Niştimanî bo guherînê ) li Birukeslê di
16 û 17 Avdara 2006an , ya ku doza avakirina
Sûriyeka nûjen û demokrasiyane û sivîl kir , ku
li ser binegha pirrengiyê , tedawilkirina
deselatdariyê û dezgehkirinê , lêvegera wê
sindoqa hilbijartinê ya azad û rastgo ku vîna
giştî ya welatiyên wê derbibre , bê destdirêjiya
ser mafên çi tiwêjekê yan kêmneteweka ayînî yan
mezhebî yan nijadî , ji ber ku Sûriya ku em
dixwazin , û kar bo wê dikin , Sûriya hemû
welatiyên xwe ye , avakirî li ser bingeha
wekheviya niştimanî ya giştî , di çarçeweya
destûreka nûjen ku di formkirin û çespandina wê
de , hemî lay beşdar bin .
Ey xuşk û birayên hevwelatî ! Malbata deselatdar
tê ku arihandinekê di welêt de çêbike , di riya
tiştê ku belav dike derbarê çavlêbûna tayfeya 'Elewî
, û Eniya Felata Niştimanî bi heman tiştê ku 'Elewî
bi xwe pêvegirêdayî ne ji pêgirêdana niştimanî û
Islamî , girêdaye , ew parçeyek ji tevna giştî
ne , mafên hevwealtiyê û erkên wê wan dike
wekehev bi tevahiya hevwelatiyan re . Herwesa ,
Eniya Felata Niştimanî bawer e ku –Tayfeya 'Elewî
–qurbaniya malbata gendel – dê hevpişk bin di
guherîna demokrasiyane û jinûve avakirina welêt
de .
Partiya Ba'as ya Erebî Sosiyalist yek ji
qurbaniyên rêjîmê ye , ji ber vê Eniya Felata
Niştimanî bangî Be'esiyan dike ku tevlî
cemawerên gel bibin ji bo bicih anîna felata
Sûriyê ji destê rêjîmeka gendel û zorbaz .
Sitemkariya herî mezin gihişte hevwelatiyên kurd
, hevparên me di welat û çarenûsê de , tiştê ku
pêwîst dike ji holê rakirina vê sitemakriyê û
dermankirina encamên wê di çarçeweya yekîtiya
niştimanî û mafên hevwealtîbûnê de , û bikar
anîna mafên siyasî û çandî û aborî û civakî de
wekû tavilê hêz û pêkhatiyên gelê Sûrî wek ku
destûrê nû dê wan destnîşan bike .
Ey hevwelatiyên birrêz , Eniya Felata Niştimanî
, piştî ku vekolîna acenda karûbarên xwe pêk anî
....ev biryar dan :
A - Derbarê eniyê de :
1- Teqezkirina armancên bingehîn û sereke yên
Eniya Felata Niştimanî , yên ku di Kongirê
Birûkselê de hatibûne biryardan .
2- Eniyê planên karê xwe ji bo pêvajoya pêşreojê
çesipandin .
3- Eniyê sîstema hundirîn û heykelieyta
formkirina wê û sîstema xwe ya mewdanî
çesipandin .
4- Eniyê tevlîbûna hijmarên zêde bo kongirya wê
ya damizrêner silav kir , û ew bangî tevahiya
hêzên niştimanî dike ku tevlî wê bibin ji bo
bihevre karkirinê bo bicih anîna armanca
niştimanî giştî .
5- Amadebûyan bihêzkirina rola afiretê di jiyana
siyasî de tekez kirin , tevî çesipandina
siaysetên wekheviyê di jiyana ciavkî û sivîl û
siyasî de . Herwehajî , wan doza guhdana bi
tiwêja gencan kir , û danîna pirogramên pêşerojî
bo aktîvkirina rola wan û berxweve anîna ked û
westanên wan .
6- Eniyê komîteya xwe ya navendî û emaneta xwe
ya giştî jî hilbijart .
B-Di warê hundirîn de :
Bangkirin, bi lihevhatina bi tavilê hêzên
welatparêz re , bo damizrandina hikûmeteka
intîqalî , ta maweyeka ne zêdeyî 6 mehan , dema
ku derfet şayiste be bo damizrandina wê . Ev
hikûmeta gotî wê van erkan pêkbîne :
1- Ewlebûn bi destûra sala 1950 , da ku were
bikar anîn ta danîna destûrekî nû .
2- Bikaranîna rola herdû deselatiynê teşrî' û
tenfîzî , di vê qoanax a intiqalî de .
3- Rakirina rewşa awarte û tevahiya yasa û
biryarên awarte yên ku mafên welatiyan û
azadiyên wan binpê dikin , di pêşî de : Yasa
49an ya sala 1980 , ya ku derbarê bidarevekirina
her endamekî ji endamên komela Birayên Misilman
–Ixwan Muslimîn - .
4- Vegerandina nasnameyê ji çi kesên ku jê
hatiye sitandin ji ber sedemên siyasî .
5- Derxisitna fermanekê bi dayina nasnameyê bo
Kurdên Sûrî yên- Mektûm- li gor serhijmara sala
1962 an .
6- Bidawîanîna dosiyên mirovane yên nîvçe ,
derbarê girtiyên nêrînê û windabûyan û penaberan
.
7- Ji holê rakirina hemî biryar û tedabîrên
destdanîna ser pereyên menqûl û yên ne menqûl ji
ber sedemên netewî yaxud siaysî û vegerandina
wan li xwediyên wan .
8- Danîna yasayekî bo hilbijartinên giştî , ku
wekhevî û dadperwerî û nûnertiya adîlane bo hemî
welatiyan dabîn bike .
9- Komîteya hilbijartî dê destûreka nû binûse ,
û deselatdariya teşrîî' bikar bîne , û hiukûmeta
nû jê derdiçe .
C-Li ser asta 'erebî :
1- Tekezkirina ku hevkarî û hevbendî di navbera
dewletên 'Erebî de mercek e bi dabînkirina
ewlekarî û pêşketin û rabûna wan û paraztina
deselatiya wan , ji bo xwe dûrgirtina ji verêja
rewş û baraodoxên guherandî li ser asayişa wan
dewletan .
2- Xebat û têkoşan ji bo rizgarkirina hemî
cihwarên 'Erebî yên bindest, û di pêşî de Colan
a bindest , û arîkariya gelê Filistînî di warê
paraztina yekîtiya wî ya niştimanî û vegerandina
mafên wî yên pêdar de, û di despêkê de avakirina
dewleta wî ya serbixwe , û paytexta wê Qudisa
pîroz , tev li mafê çarenûsê û vegerê , li gor
biryarên legaliyeta navneteweyî .
3- Piştgiriya yekîtiya Lubnanê , dewleta bira ,
û serxwebûn û aramiya wê , û avakirina
pêwendiyên birayane û hevser , dûr ji tevahiya
şiklên serdestî û zordariyê , û bangkirina
layngerên Lubnanî bo cudakirina di navbera rêjîm
û milletê Sûrî de .
4- Vexwendina hemî layan li Iraqê bo paraztina
yekîtiya niştimanî
, û paşdana ketina şerên tayfegerî yaxud
neteweyî , ji bo paraztina yekîtiya Iraqê û
paşeroja wê , û ji bo bicih anîna derketina
hêzên biyanî û bidawîkirina dagîrkirinê .
5- Şandina name û şandeyan bo tevahiya partî û
rêxisitnan li dewletên 'Erebî ji bo şîrovekirina
realita Sûriyê û renckêşana wê di bin saya
rêjîma zordarî û gendeliyê de .
D-Li ser asta herêmî û navneteweyî :
1- Vexwendina hêzên cîhanî bo têgihştina azara
gelê Sûrî , û dûrgirtina pêşkêşkirina tiştên ku
,dibe ku temenê rêjîmê dirêj bikin , û jibo
hilanîna çareçeva navneteweyî ji ser rêjîmê .
2- Şandina nameyan bo serokên dewletên enadam di
Konseya Ewlekariyê de , û ji bo serkirterê giştî
yê Neteweên Yekbûyî , û komisyona giştî ya
Yekîtiya Ewiropayê , û rêxistina Kongireya
Islamî , û serkirdayetiya giştî ya Komela 'Erebî
, û ji bo serokên dewletên 'Erebî û Islamî û
biyanî ...bo şîrovekirina rewş û barodoxên ku
Sûriyê ji ber wan têşe , tev li kifşkirina
tawanabariyên rêjîmê dijî gelê Sûrî .
3- Vexwendina civak û komelgeha nêvdewletî , bi
taybetî Konseya Ewlekarî û rêxistinên Netewên
Yekbûyî , û partî û kombendên mafên mirovan ..ji
bo girtina nêrînên tund bo paraztina gelê Sûrî
ji destê rêjîmeka zordar û sitemkar , ku her
cûre alavên zorbazî û tundûtîjiyê dijî gelê xwe
bikar tîne , û wisa tevahiya yasa û peymanên
navneteweyî û baweriyên ku mafên bengehînî yên
millet dabîn dikin, binpê dike .
4- Tekûzkirina ku danûsitandina bi rewşa
navneteweyî re divê ku li ser du sitûnan were
avakirin : yekem , dabînkrina berjwendiyên
milletên Sûrî , û diwem , dûrgirtina têkelbûna
rewşên hundirî yên milletên din , û ew danûsitan
nebe siyek ji siyasetên zordarî û sitemkarî û
gendeliyê re .
Ey xuşk û birayên birûmet li Sûriya xoşewîst
.....!
Eniya Felata Niştimanî we vedixwîne di hemî
ciyên we yên siyasî û rewşenbîrî û aborî û
civakî de , mêr û jin û xort û kal , karker û
cotyar û oldar û ronakbîr û pîşesazvan û xwedî
kar û parêzer û bizîşk û endeziyar û mamoste û
hoste ... Enî .we vedixwîne ji bo dîtina rewşa
ku welat gihiştiyê de ji xizanî û birçîtî û
daketina asta jiyanê û bêkarî û rawestana aborî
û kesada bazaran û daketina hêza kirînê , û
zêdebûna şikestina budjetê ..tiştê ku Sûriya
bindest û kiz kiriye....rewş dê bivetir û
metersiyanetir bibe di salên nêzîkî bê de , dema
Sûriyê bibe dewleteka ku petrolê ji derve bîne
tevî hemî biveyên vî tiştî li ser bunyadgeriya
dewlet û civakê , ji ber berdewamiya rewşa
zordarî û sitemakarî û nehiştina azadiyan ,
tiştê ku hişt welat bi tirsê were çandin , di
hemn dema ku pêrgî metrsiyanên mezin tê .
Rêjîm li ber ketinê ye , bê guman , ji ber ku wê
hemû fakterên hebûn û berdewamiya xwe jidest dan
, vêce bişkînin –ey xuşk û birayên hemwelatî –
dîwarên tirsê yên ku bi salane rêjîmê ew çandine
bişkînin , eynî weke bavûkalên xwe yên ki
serxwebûna Sûriyê pêkanîn .
Eniya Felata Niştimanî bangî Hêzên Çekdar-Artêşê-
dike ku erk û stûbariyên xwe yên niştimanî û
dîrokî hilgire û bibe artêşa gel ..belê !
hilbijartina we ji welat û gel re ewa ya ku rola
we ya mêjûyî rast dike , bila stûbariyên we ew
bin ku paraztina welat û gel bin , nek
berevaniya gendelî û xirabkeran ..rola xwe di
berevaniya welat û xak û mirov de biparêzin !
Eniya Felata Niştimanî alavên ewlekariyê , bi
taybetî efserên wan yên ku rêjîm wan li dijî
hevwealtiyan û renckirin û azardana wan de bikar
tîne ... vedixwîne bo ku bi erkên xwe yên
welatperwerî û rewiştî hest bibin ji bo
beskirina destdirêjiya di pêkanîna fermanên
komeka xirabbûyî de ku heryek ji we dizane asta
gendelî û sitemkariya wan , berdewamî tê wateya
beşdariyê di tawanbariyên rêjîmê de , û ev jî dê
ziyan û ceza û sizayên wê hebin , ji ber ku
rêjîm li ber têkçûnê ye bê şik û guman , û
xirabkerên mezin dê tevlû pereyên xwe baz bidin
derve , û hun dê li hember lêpirsîna dadperwerî
û mirovane de bimînin .
Ey gelê Sûrî ..
Eniya Felata Niştimanî sozê dide ku bi we re kar
bike , ji bo felata Sûriyê û rizgarbûna wê ji
sitemakarî û zodrdarî û serdestiyê , û ji bo
rabûna wê da ku rola xwe ya dîrokî û cîgeha xwe
ya ku rêjîmê winda kir , pêkbîne .
" ( Bibêje : Hun kar bikin û Perwerdîgar dê karê
we bibîne , tev li pêxemberê xwe û bawermendan )
"
London di 5 ê Hizêrana 2006 an
Komîteya Damizrêner Ya
Eniya Felata Niştimanî ya Sûriyê
|
|