| |
Adonîs
Stranên Mehyar ê şamî
(Parçeyên hilbijartî)
Wergerandina: Besam Mistefa
Ne stêrk e
Ne istêrk e ne pêjina pêxemberekî ye
Ne dêmekî ku ji bo heyvê li çok dibe
Vaye ew têt wekû rimeke agirperest ,
Zemîna tîpan êrîş dike
Xwîndar e - xwîna xwe ji bo rojê hildide
Vaye ew tazîbûna keviran li xwe dike
Û ji şikeftan re, limêj dike
Vaye ew qada sivik, hembêz dike
Qiral e Mehyar
Qiral e Mehyar
Qiral e û xewn jê re koşk û bexçeyên êgir in
Û îro gazina wî ji gotinan kir,
Dengekî ku mir
Qiral e Mehyar
Di melekûta bayê de dijî û
Di zemîna razan de, mulikdar dibe
Dengek
Mehyar dêmeke , evîndarên wî ew xapandine
Mehyar zengilekî bê zengezeng e
Mehyar li ser rûyan hatiye nivîsandin
Straneke bi xef serdana me dike
Di riyên sipî yên sirgûnkirî de
Mehyar naqûsek ji windabûyan e
Di vê zemîna çiyayî de
Têkçûn
*Bo Unsî Hac
Ez di navbera êgir û janê de dijîm
Bi zimanê xwe re – bi evan cîhanên lal re
Ez di bexçeyê sêv û asîman de dijîm
Di kêfa pêşîn û bêhêvîtiyê de
Di nav destên Êva de
Xwediyê wê dara lan'etbûyî
Û xwedayê mêwan im
Ez di navbera ewir û pizotan de dijîm
Di kevirekî ku digirî, di pirtûkeke ku
Raz û têkçûnan eşkere dike me
Diyalog
Tu kî yî? Tu kî hildibijêrî Mehyar?"
Bi ku ve biçî yan Xweda û yan Pelîd heye
Dojehek diçe û yek tê
"Û dunya hilbijartin e
Ne Xwedê hildibijêrim û ne Pelîd "-
Herdû jî dîwar in
- Herdû min kor dikin
Gelo ez dîwar bi dîwar biguherim?
Û matmayina min ya ronîdar e
Ya ê ku zanê hertiştî ye
Zimanê gunehiyan
Mîrata xwe dişewitînim ,
'Erda min keçik e, dibêjim
Û ti gor nînin di xortaniya min de
Ez Xweda û Pelîd herduyan derbas dikim
Riya min ji ya herduyan dûrtir e
Ez di kitêba xwe de dibuherim
Di karwanê bahoza çirûskdar de
Di karwanê bahoza kesk de
Ez bang dikim – piştî min ne buhişt heye û ne jî
ketin
Zimanê gunehiyan ji holê radikim
Qiralê bayê
*Bo Munîr Beşûr
Biyan e ala min ne nêzîk e û ne tê xuyan
Biyan in stranên min
Vaye ez debdebê komî serhev dikim, daran agahdar
dikim
Asîman kenarek radixim
Di gotinên xwe de, evîn, jiyan û zayînê dibînim
Vaye ez perwaneyan didime hev
Di bin baskên beyanê de
Û mêweyan xwedî dikim
Bi baranê re radizim
Di nav ewir û zengilên wan, di deryayan de
Xewn
De xwe bi tepê şewitî bipêçe
Ey Babila raz û şewatan!
Bendemana Xwedayê ku tê
Bi êgir rapêçayî
Bi lû'lû'yê diziyan xemilandî
Ji fişikên deryayê, ji guhmasiyan
Ez li benda xwedayekî me ku mat dibe
Dienire ..digirî .. xûz dibe.. ronî dide
Riwê te ey Mehyar
Ewî Xwedayê bi rê de, destnîşan dike!
Fanûs
Ro bi nîvro, radihêje fanûsa xwe, li
Mirovekî digere
Qûm di çavên wî de tune ye
Bi pêlaveke ji tozê, dimeşe
Di bermîlekê de, radize
Herdû pencên xwe dike lihêf
Û tu / çi? –
Çavên min nîn in –
Di navbera min û birayên min de, Qabîl heye
Di navbera min û yê din de, şap heye –
Dema ku şev radize
Ez xwe ji şûrkêş vedidizim
Dimeşim û toz li pey min dimeşe
Lê ez bê fanûs dimeşim!
'Erdeke bê soz
Eger tu dagerî jî ey Odîs!
Eger ku dûrahî li te teng bibin jî
Û rêber bişewite
Di rûyê te yê têrêş de
Yaxud tîra te ya kedîbûyî
Tu dimînî mêjûyek ji koçkirinê
Tu li erdeke bê soz de dimînî
Tu li erdeke bê soz de dimînî
Eger ku tu vegerî jî ey Odîs!
Limêjek
Min limêj kir ku tu di nav xweliyê de bimînî
Min limêj kir da ku tu rojê nebînî, tu ji xew
ranebî
Me şeva te ezmûn nekiriye, me bi reşahiyê re
sefer nekiriye
Min limêj kir ey Fînîq
Da ku cadûbazî raweste
Da ku soza me di êgir de, di xweliya wê de be
Min limêj kir da ku dînbûn me biajone
Xinizî
Ax ey xêrûbêra xiniziyê!
Ey cîhana ku di gavên min de vedizîle
Dojehek tev li agirê xwe
Ey termê kevnare
Ey cîhana ku min xinizî pê re kir û dikim
Ez, ew fetisiyê ku mijankên wî ji harîna avê re
limêj dikin
Û ez ew Xwedayê ku qada tawanbariyê pîroz dike
Ez xiniz im jiyana xwe difiroşim
Bo riya kevirkirî
Bo Sîzîf
*Bo Helîm Berekat
Min sond xwar ez li ser avê binosim
Min sond xwar ku ez bi Sîzîf re rahêjim
Kevirê wî yê kerr
Min sond xwar ku ez bi Sîzîf re bimînim
Bi ta û pizotan bikevim
Di nav zoyên kor de, bigerim
Li pirtikeke dawîn
Ku ji giya û payîzê re helbesta tozê binose
Min sond xwar ku ez bi Sîzîf re bijîm
Du term
Te di hinavên xwe yên gurî de
Di ser û çav û destan de
Minareyek veşart, te du term binax kirin:
Erd û asîman!
Ey êlê,
Ey malzaroka zîzanan ey aşê bayê!!
Welat
Ji dêmên ku di bin rûyîna şînê de
Hişk dibin re, xwe ditewênim
Ji rêyên ku min rondikên xwe li ser wan
jibîrkirine
Ji bavekî ku wekû ewiran, kesk mir
Û li ser rûyê wî bavan hebû, xûz dibim
Ji zarokekî re ku tê firotin
Da ku limêj bike û pêlavan paqij bike
( Em tev li welatê min limêj dikin, em tev
pêlavan paqij dikin)
Û ji kevirekî re ku di jêr mijankên min de
dixindire
Ji xaniyekî re ku min di windabûna xwe de axa wî
jî
Bi xwe re bir, xûz dibim – Ev in welatê min,
Ne Şam ......
Xewn
Bajarê me bazda
Min da dû li rêyên wî bigerim
Min mêze kir – ji asoyê pêve min tu tişt nedît
Û min dît ku yên sibe bazdidin
Yên ku sibe vedegerin
Laşek in ku ez li ser rûpelên xwe diçirînim
Û min dît – ewir zengilorek bû
Û av dîwarên pizotê bûn
Û min tayekî zer î demûşgirtî dît
Tayek ji dîrokê bi min ve dizeliqî
Rojên min diçêre û girê dide
Û dadigire – destekî ku
Tuximê bûkên lastîkî û binceqa paçekan,
Ew dane!
Û ez ketime seqaya afirandinê de
Ketime malzaroka avê, û keçikaniya daran de
Min dît ku dar dildibijin min
Min di nav çuqliyên wan de jûre dîtin
Qul û textên ku meqeresî bi min re dikirin
Min zarok dîtin, û qûma xwe ji wan re xwend
Min ji wan re sûrên ewrian û ayeta keviran xwend
Min dît çawa bi min re koç dikin
Min dît çawa li paş wana
Kaniyên hêsiran û termê baranê
Diçirisîne
Bajarê me bazda
Çi, ez çi me?
Sumbileke ku ji reşûşekê
Li pey berf û sermayê mir
Mir û nameyên xwe eşkere nekirin
Bo min û ji tu kesî re nenivîsand
Min jê pirsî, min termê wê dît
Di dawiya demê de, dirêjbûyî
Min bankir –" Ey bêdengiya qeşayê
Ez welatek im ji biyaniya wê re
" Û ez yê xerîb im û gora wê
Welatê min e.
Bajarê me bazda
Min dît çawa lingên min dibine
Robarek ku xwînê diherikîne
Qeyikên ku dûr û fireh dibin
Min dît ku peravên min
Binavbûneke xweş in û
Pêlên min ba û bece' in
Bajarê me bazda
Û nepejirandin lû'lû'eke şikestî ye
Ku piçikên wê li ser gemiyên min dimînin
Nepejirandin darvaniyeke li ser rûwê min dijî
- Min dide hev û vêdixe
Nepejirandin dûrahiyên ku min belawela dikin e
Xwîna xwe dibînim, li paş xwîna xwe jî
Mirina xwe ya ku bi min re diaxive û li pey min
tê
Bajarê me bazda
Min dît ku çawa kefenê min, min ronî dike
Û min dît –
Xwezî mirinê, bihna xwe li min fireh bikira!
Xatirxwestin
Ji mêj ve me xatir ji te xwest
Me ji te re şînnameya tobekirî got
Ey haleya firişteyên mirî
Ey zimanê kuliha bazdayî
Gotin bi heriyê mişt bûne
-Bi cankêşê ve xemilî ne
Malzarokên me yên winda li me vegeriyan
Û ha vaye lehî û baran e
Ey zimanê kavilan
Ey haleya firişteyên mirî
Mirin
Dimirin eger ku em xwedayan çênekin
Dimirin eger ku em xwedayan nekujin
Ey melekûta kevirê xayizbûyî
Kevirê Evîndar
*Bo Yûsiv el-Xal
Koçkirin tewaw bû û rê
- Kevirekî evîndar e
Va em roja kuştî dispêrin xakê
Bayê kilametê li xwe dipêçin
Lê
Sibe dê rayên xurmeyan bihejînin
Sibe, xwedayê lawaz dişonin
Bi xwîna bahozê
Û tayên zirav
Di navbera mijankên xwe û rê de, radixînin
Birêketin
Bireketî me bê ku bilebitim
Ey rojê ji kudê gavên te gihane min?
------------------------------------------
Ji pirtûka Adonîs ( Stranên Mehyar ê Şamî) Çapa
Yekem – Bêrût/Lubnan
Weşanxaneya Kovara Şi'ir -1961 .
|
|