rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

8
17Ê GULANÊ

Li ber tîna vê rojê,
li ser bazinên avgerînkan, xizêmên babelîskan,
em bi lez û bez, dilşkestî dawiya xwe ya ji lîlan û dûman
û ji demjimêrên bendemanê dinivîsînin!
Di guldanka kesk a neviyên reşebayan de,
şopa giyanê te û şimamokên zendên te wenda dibin,
di awirên ziyankar ên deştê de, gavine zelûl,
peyvine zelûl,
çavine zelîl,
heyvine zelûl
û mirinên zelûl,
ji dûr ve,
ji nêzîk ve,
li me dinêrin
û di navbera sor û spî de hilawistî dimînin.
Te dibînin..
Himayên di êgir de
Nigaşên di êgir de
Ramanên di êgir de
Gumanên di êgir de
Bixûr û nîsanokên ku ji gernameya mirinê berbi bi mirinê ve vedigerin,
di himbêza me de ji girî lal dibin !!
Me ji xwe re digot em nagirîn Şêxê dilan!
Me ji xwe re digot em ji boyî pêxemberan şîniyê nakişînin Şêxê gulan!

Lê te dibînim...

li ber serê te çîrokan ji qederê re dibêjin,
lêbûrînan ji taca te re dineqişînin,
bîrtûjiya kevirên reş ên aramê dipesinînin
û di pêlvedanên pûnga keskê te de şîretan li xwe dikin,
xwe ji bîna çelesriyan rût dikim
û li sedemên bindestiya dîlok û xweşxanên xwe,
ji xwe dipirsin,
ji hev dipirsin,
ji niviştên te û ji
Keskahiya zeviyên dile te dipirsin!
Bêzariya te di bîra me de ye,
serîhildana te di bîra me de ye,
Kurdistana te di bîra me de ye,
serdana te ya goristanên me di bîra me de ye,
û bîra me ya ku aniha bi destê te
tê guvaştin di bîra me de ye.



Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE