rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

Çîrokên bajarê xemgîn (1/7)

 


Çawa 30 hezar pirtûkên kurdî hatin şewitandin
Rûpelek ji dîroka winda a xiristyanên Kurdistanê


Mehmed Nas - Sêrt
sertaazad@hotmail.com


Wê rojê me bi serbilindî û coşeke mezin hejmara 22an ya rojnameya xwe Sêrta Azad derxistibû. Li nivîsgeha me ya ku her tim tijî xewn, xeyal û gotûbêjên germ lê dihatin kirin de, me ê dest bi belavkirina rojnamê bikira. Ji nişka ve dergehê nivîsgehê vebû û mêhvanê min Ammo Caroyê ku cînarê me yê herî kevin bû, kete hûndir. Piştî bi xweş pêşwazîkirinê, em li ser rojname û navdarên sêrtî -di wê hejmarê de me li ser jiyana Mele Xelîlê Sêrtî nivîs weşan dibû- piçekî axivîn. Di destpêkê de me behsa medreseyên ku wê demê zanîngehên Kurdistanê bûn kir. Paşê peyvê peyv vekir û Ammo Caro jî behsa zanîngehên kurdan ku li dêr û manastirên hatibûn talan kirin de bûn û şewitandina wan kir.

Ammo Caro bi vexwarina çayê re peyv bi peyv dest bi axaftina xwe kir û ev çîrok û serpêhatiya ku ez ê jî heya dawiya temenê xwe ji bîr nekim got:

Min nedizanî vê kula dilê xwe a ku bi salane bûye sî û ketiye pey min û ji min re bûye wekî kabûs ji kê re bêjim. Lê madem ku te gotin vekir û te xwest, êdî wext hatiye ez ê jî ji te re bibêjim, lê ez dixwazim tu van serpêhatiyan binvîsî û biweşînî da ku hun ji vê serpêhatiyê ji xwe re hinek tiştan bizanibin û ji bîr nekin ku hûn kî ne, bi vî awayî jî hûn qîmeta nivîs û dîroka ku bi awayekî gemar hatiye veşartin derxînin holê û jê sûd wergirin.

Sêrt, bajarekî navenda sê herêman de ye, perçek wê di herêma Bohtan de cîh digre. Di wê demê de hema bêje hemû mesîhî girêdayî dêra keldanan bûn. Sêrt, navenda Metropolîtan û serpiskoposiya keldanan bû. Ji hêla îdarî ve girêdayî bajarê Amedê bû. Di wê heremê de li derdora bajêr, nêzîkî sîh gundên Keldanan hebûn. Herêm ji rojava ve girêdayî Tûr Abdînê bû, rojavayê wê jî herêma mesîhiyên sûryanî bû. Di wê demê de nêzîkî bîst û pênç hezar bawermend girêdayî vê metropolîtana keldanan bûn. Li gorî piskoposiya sereke ku min paşê bihîstibû, li Sêrtê dû hezar, li gundên derdorê jî hejdeh hezar mesihiyên keldanî dijiyan. Ji wan gundên keldanî ku tê de dijiyan û yên ez dizanim: Sedeq, Ginyanis, Hedîd, Ridwanê, Dehûk, Qutmis, Têl Mişar, Bîngûv, Hertivinê, Bêkendê, Eyndarê, Berkê, Borem û Şernex. Her wiha çend gundên din jî hebûn, li van gundan kesên misilman û hinek kesên ji olên din jî bi awayekî biratî û aştî bi hev re dijiyan.

Li nav dêr û manastiran de hin kesên xizmetên sekreteriyê jî dikirin hebûn. Ev sekreter ji alî gel ve bi her tiştî ve dihatin agahdar kirin. Wan jî agahiyên ku distandin û berhev dikirin bi awayekî kronolojîk, rêz bi rêz bi sebir dinivîsandin. Lê carna jî hinek sekreter di nivîsandina bûyerên polîtîkî ên girîng de şîroveya xwe jî lê zêde dikirin û li ser rûpelên sipî ew bûyeran ji bo paşerojê nemir û ebedî dikirin. Mixabin ew kesên
Taxa Kildana - Sêrt 1915

şîroveya xwe jî lê dikirin, dibe ku ji tirsa mirinê be an jî ji bo ku ji hinek kesan re nebin armanc, navên xwe yên rastî, li binî nedinivîsandin. Hinek kes jî şûna (ji dêvla) navê xwe, hin peyv û navên olî, erdnîgarî an jî navekî lêhvûk bikartanîn.

Ji ber zilm, zordarî û nezanên wê demê li gelek cihan ev rojname û salname gelek caran wenda dibûn. Ji bo vê yekê jî li dêr û manastiran gava êrîşek li ser van kesan bihata kirin, berî êrîşê agahî distandin û berî her tiştî ew belgename, pirtûk û salname xef dikirin. Ji bo ku van berhemên dîrokî û dewlemend biparêzin, gelek caran ji cihekî koçî cihekî din dikirin. Lê carna jî rastî êrîşan dihatin û ev berhem wenda dibûn û kesên ku berhem diparastin jî ji alî êrîşkaran ve dihatin kûştin. Bi vî awayî li cem van kesan çi berhem hebûna rastî wendabunê dibûn û dihatin şewitandin. Carna jî ev berhem li rêyan de an jî şikeftan de dihatin bin erdkirin û ew berhemên dirokî ji bo paşerojê bi wî awayî diparastin.


Li Sêrtê taxa Ayn Salîbê (Kahniya Xaç), an jî ku wê demê bi navê taxa Keldanan ve dihat nas kirin de pirtûkxaneyekî gelekî mezin û hêja ya Katedrala mezin a Keldanan hebû. Ew pirtûkxane li wê heremê de a herî mezin û navdar bû. Sêrt di wê demê de navenda metropolîtana



Qesrek ji cesê - Sêrt


herêmê bû. Ew pirtûkxane jî aîdê katedrala mezin bû. Di nava pirtûkxanê de gelek berhemên hêja wekî pirtûk, kovar, rojname, belgename, salname û destnivîsên gelek kevin jî hebûn. Beşek mezin ji wan destnivîsan hê derneketibû ser rû. Her wiha pirtûkên nivîskarên yewnanî û gelek welatên din û nivîskarên di wê demê de ku bi nav û deng bûn jî, li vê pirtûkxanê peyda dibûn. Gelek alim, zanyar û ronakbîrên wê demê li pirtûkxanê di salona mezin de diciviyan û gotûbêjên ilmî û zanînê dikirin. Her wiha pirtûkxane ji alî hemû gel û bawermendên wê demê ve jî dihat bikaranîn. Ew ji hêla misilman, îsewî, êzîdî, sûryanî û keldanên wê demê ve dihat bikaranîn û hem jî bûbû cihê lêgerîn, zanist û ilmê. Lê mixabin bûyerek wisa qewimî ku ev şahî, xweşî, biratî û hevkariya wê demê bi ser neket û têkçû. Di dawiyê de ji bo ku wê demê destpêka şerê qirêj bû û tahrîbatên çandî diqewimîn, ev pirtûkxane jî rastî vê êrîşê hat û ew destnivîs û pirtûkên bêhempa, ew berhemên dewlemend hemû hatibûn şewitandin û bûbûn xwelî.

Min pê li birînên Ammo Caro kiribû, hêrs û kerba dilê wî ji çavên wî yên ku wekî peykerên efsanan ku xwe li hemberî ba û bahozên dem û dewranên bihûrî de li berxwe da be, wisa kevnar dihat xuyakirin. Qermîçokên li ser rûyên wî dilerizîn, porê wî ê sipî û westiyayî li hemberî temenê wî niha rabûbû piya. Min bêdeng li cihê xwe şaş û matbûyî lê dinêriya û min dixwest li ser rewşa wê demê bifikirim. Ammo Caro ew sehpa ku li ber bû û li ser sehpê ku av hebû destê xwe dirêj kir û ji wê sirahiyê qedehek av vexwar. Demekî fikirî bêhna xwe veda û ji berîka xwe qutiya titûna qaçax deranî û bi awayekî hûnerî çixare pêça. Li nivîsgehê deng dernediket, tenê dengê pelê çixarê û dengên têkelên ji sûkê dihatin bihîstin bêdengî xerab dikirin. Çixara ku pêçabû xist devê xwe, min jî çixara wî pê xist. Gelekî kûr li min dinêriya, min fam kir ku dixwaze tiştekî din jî bibêje û ji bo wê yekê difikire. Min fam kir ku serpêhatiyên qirêj û gemar dîsa li dora wî digeriyan. Birîna wî cebirî bû û dîsa dest bi gotinên serpêhatiya xwe ya nepenî kir û got:



Di wan deman de ez hê zarok bûm, Sêrt bajarekî bi hizûr û aram bû. Li heremê xwediyê avahiyek cûda bû. Di navbera sê herêmên wekî bihûşt de hatibû avakirin. Li milekî herêma Bohtan û li milê din ku di sedsala nozdehan de digotin dilê Kurdistanê Xerzan û dîsa welatê şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê, herêma Serhedê, Sêrt
Sêrta kevin 1915

di nav van herêman de bi erdnîgariya xwe ve xwedî avahiyeke gelek taybet e. Bi qesr û qonaxên xwe yên sipî ku ji cesê* dihat avakirin bajar sipî dibin û paqiya xwe wekî bûkekî serbixêlî dihişt. Avahiyên ku ji gelek dûr ve jî dihatin xûyakirin dîmenên gelek xweşik li ber çavan radixistin û aramî dixistin nava dilê mirovan de. Ji xwe ew rez û bexçeyên ku li heft girên bilind ên bajêr dorpêç kirî de kesk dikirin, xweşikiyek dida dora bajêr, carna bi pelên bayê ve bîhneke xweş û cûda li ser bajar re belav dikir. Fêkiyên wan rezan bi taybetî jî tiriyê vî bajarî gelek bi navûdeng bû. Heta li gor riwayetek Qralîçeya Misrê Kileopatra bi taybetî ji bo vexwarina xwe, leşkerên xwe dişand Mezopotamya û bi taybetî jî bajarê Sêrtê, bi ficiyên mezin şaraba Sêrtê dibirin heya Misrê. Carna dengê banga melayê mizgefta mezin û dengê zengilê dêrê tevlîhev dibûn û ev deng li ser heft girên bilind ên bajêr diketin. Wekî din dîsa di wan deman de Sêrt navenda zanîn û zanîngehên gelek bi navûdeng bû.

Di mehên temmûz û tebaxa sala 1915an de, êdî wext hatibû ew bihuşt wê biba dojeh. Ew bihuşta ku bi dest û keda mirovan ve hatibû avakirin wê dîsa bi destê mirovên qirêj û nezan ve dojehek li şûna wê bihata avakirin. Temelê dojehê ji alî dewleta serdest ve hatibû avêtin û tîr ji kevan derketibû. Komkujî û şerê qirêj destpêkiribû. Bêhna şerê gemar û qirêj hêdî hêdî dihat pozê mirovan. Li Sêrtê pêşî hemû mêrên keldaniyan li qadeke bajêr a fireh berhev kirin. Wê çi bikirana, ji bo çi hatibûn berhevkirin, wan dibirin kûderê, wê çi ji wan bihata kirin kesekî ne dizanî û tû kesî careke din ji wan kesan tû agahî ne stand. Paşê dest bi berhevkirina jin, mêr û zarokan kirin û em tev birin derveyî bajêr. Ez jî wekî hemû kesî gelekî ditirsiyam û mejiyê min tije pirs û pirsgirêk bûbû. Em birin li ser girê bajêr ê herî bilind, li ser Sertehtê. Li ser serê me tev leşker, eşqiyayên xwedî çek hebûn. Li serê girê Sertehtê ji me re gotin “rûnin”. Êdî hemû kesî dizanî ku dawiya jiyana wan hatiye. Her kesî texmîn dikir ku wê ji serê wî tehtî de werin avêtin, ji bo vê yekê gelek kes bi çavekî dilşewat xatir û helaliya xwe ji hev dixwestin. Zarok di pêsîra dayikên xwe de, êdî wê cara dawîn tahma himbêzê bikirana. Dayikan dest bi giriyên bêdeng dikirin. Hinek eşqiya û leşker di nav hev de axaftina xwe ya dawîn kirin û paşê yek ji wan bi alî komê ve meşiya û dest bi axaftina xwe kir û got: “Niha me biryar sitand ku em we nekujin, lê bi şertekî. Eger yek ji we cihê erzaq û zewadên ku di nava dêrê de hatine veşartin ji me re bibêje. Em ji birçîna perîşan ma ne, eger hûn cihê zewadê zivistanê nîşa me bikin, em soza namûsê didin ku em yekî ji we nekûjin.” Jineke ciwan ku ew jî di nav komê de bû rabû ser piya û got: “Ez cihê wan dizanim, ez ê ji we re bibêjim.” Du eşqiya, hinek leşker, ew jinik û hinek ji komê ku ez jî di nav wan de bûm, em bi xwe re birin ber bi avahiyên bajêr. Em hatin hewşa dêrê, jinik pêşî kete menzela li bin erdê ku me jê re “mehzen” digot û dergehê menzela ku di hûndirê wê de tije zewadê dêrê bû nîşanî wan da. Bêhna qedîm ji dêrê dihat û me di dilê xwe de duayên xwe yên dawî dikir. Hemû ketibûn hundirû û gelek kêfxweş bûn. Li wir her cûre xwarin û vexwarinên zivistanê hebûn. Ev xwarin bi taybetî ji bo zivistanên dijwar û seqem dihatin hilanîn. Ji bo ku em van zewadan hilgirin gazî me kirin. Me dest bi kişandina zewadan dikir û derdixist li hewşa dêrê datanîn. Ewan jî li nava wê menzela din tevlî hev dikirin. Me dît ku ew ficiyên ku me derxistibûn hewşê, bi taybetî ew ficiyên tijî şeraba kevnare bûn şikênandin û ew şerab rijandin erdê. Lê ficiyên dimsê ne dirijandin. Êdî bîhna dêrê a pîroz û cûda cihê xwe gûherandibû û hawîrdor ji bîhna şeraba kevanre difûriya. Yek ji eşqiyayên ku di hundirû de bû, di mehzenê de dergehekî din dît ku ew diçû menzelekî din. Qulfa dergeh bi quntara çifteya xwe vekir û kete hûndirû, li wir pirtûkxaneya dêrê a bi awayekî gelekî taybet hatibû veşartin dît. Ji hevalên xwe re got: “werin werin li vir pirtûkên filehan hene” paşê gazî me kirin û xwestin ku em wan pirtûkan bikişînin hewşa dêrê. Em bi seetan bi kişandina wan ve man, hewşa dêrê bi pirtûkên cûr bi cûr tije bûbû. Gelek ji wan pirtûkan jî bi awayekî taybetî û hûnerî hatibûn neqşkirin û hinek cild û bergên wan rengkirî bûn û hinek ji wan jî destnivîsên gelek kevnare bûn. Paşê min bihîstibû ku li wir bêtirî sîh hezar pirtûk û gelek destnivîsên kevnar û belgenameyên hemû dêrên heremê li wir bûn. Leşker û eşqiyayan agir berdan wan pirtûkan. Agir çiqas diçû bilindtir dibû. Êdî dest bi avêtina mirovan dikirin, pêşî ew jina cîh nîşanî wan dabû berdan nav êgir, paşê jî ew kesên din. Êdî nalîn û hawara jinikê feyde nedikir. Di serî de ew jinik li ber çavên me, avêtin nava êgir û paşê jî ew kesên mayîn. Bêhna şewata mirovan tevlî bêhna pirtûkan bûbû, qêrîn û hawar li ser dêrê bilind dibû. Dîmenek wisa dijwar û bi kabûs bû ku heya niha jî ev bûyer her û her tê xewna min û gelek şevan ji bo vê bûyerê min nedikarî ez bi aramî razêm, wek dînan li min hatibû, min nedikarî û nediwêrî li ser vê bûyerê qise bikim. Mirovahî mîna pirtûkan pêl bi pêl hatibû şewitandin. Kesên ku ji êgir direviyan jî leqayî gûleyên bêbext dibûn. Heta hemû pirtûk bûn xwelî wan rihê me distandin. Ji xwe êdî leşker jî û ew eşqiya jî westiyabûn, ji rûyên wan dojeh û mirin dibariya, ew rû herdem di hişê min de, lê di nav xewn û xeyalan de tên û diçin. Ez jî yek ji wan sê kesa me ku bi awayekî mûcîze ji wê bûyera reş xelas bûbûn.
Paşê min hin agahî li ser wan pirtûkan standin. Li gorî hinek çavkaniyan û gotina hin kesên wê demê li ser wê pirtûkxaneya dewlemend , ew destnivîsên ku hatibûn şewitandin, beşê herî mezin ji wan bi tîpên garşûnî û tê gotin ku bi tîpên sûryanî jî lê bi zimanê Kurdî hatibûn nivîsandin. Wisa hatibû dîtin ku bi mirovayetiyê re, ji dewlemendiya çanda kurdî bermaya herî girîng jî bûbû Xwelî...


Xalê Caro êdî westiya bû. Çavên min li ser her hevokên ku ji devê Xalê Caro derdiketin û mîna çemê Bohtan bi awayekî heybet diherikîn, her hevokeke Xalê Caro wekî tîreke mirovahiyê li dilê min diket. Ew tîr û herikîna wan peyv û gotinan dilê min tije kîn û nefret kiribûn, dilê min diqeliqiya, hindik mabû ku ez di cihê xwe de vereşiyama.

Ammo Caro rabû piya û xatir ji min xwest û got: te dixwest ji min re behsa alimê mezin Mele Xelîlê Sêrtî bikî, lê min ji te re behsa pêşeroj û paşeroja te kir.
Bi wan sîh hezar pirtûk û berheman re pêşeroja me jî şewitî. Îro êdî evqas çîrok û serpêhatî bes e. Heya çîrok û serpêhatiyek din bi xatirê te...


____________________
• Kevirek spî ye, piştî şewitandin û hûrkirinê di avahiyan de tê bikaranîn, mîna kilsê ye.



















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE