|
|
|
Xewna ewarebûyî di rûtbûnê de |
| |
Silêman azer
Weke xewneke,
Ewarebûyî ji kulotbûna,
bê cihbûnê
ew dihatin
bê sîtav bûn,
derbaskirin sînorên bînayiyê,
bexşîş bû,
hêviyên bi çêl
li ser temenê qulqulikî dilîstin,
di meyxanên bêhêvîbûnê de.
Gotin:
me vekiriye
qiraxên vedengan ji rûtbûnê re.
bi tirsên windabûnê,
qamdikirin,
kûraniya,
cihan.
kê vekir,
çîroka xweziyê,
ji tuxmê berberiyê re,
naxwe,
çawa jiyana te ji binçengên
deman diweşe,
kê tu hînî,
lerzandina tenahiyê kirî,
ji vemirandina pirsa te,
di kolanên nixûzbûnê de,
çendîn tişt di gerdena awirên te de
qurbanî xwêsiya zuha dibû,
li tenişt kavilbûnan.
Ta kengî dubare dibe,
Sawîrên heyînê ji beravêtina,
kewijî ser tixûbê mêraniyê.
Ji te dikevin,
şopên tirsonek,
di badana guhên
avisbûnê de,
bibare li rûdêmê,
bêdengiyê,
Tu hingufî,
şehitbûna kenê xwe yî.
Te xwe vemitandiye,
ji bangdana hilweşandinê re,
ji bejna mêraniya te
direve sîtava katdana,
sirûd bêjiyê.
binehwirîne valabûnên,
Pêjna xwe,
ezberkiriye,
Şaxên tîjikbûyî,
Ser milên windabûnê.
* * * * *
ma ez bitehfilînim rûdêmê
xweziyên rizyayî
bi ava çemê zuhabûyî
ji pevketina sînoran
çendîn temen ji birînên
jibîrbûnên te re divin
ser laşekî razayî
li ser kavilbûnan.
Çendîn cih ji nav tiliyên
"Xwezka"
ber bi şehitbûna te ve werivîn
te pîne kirine
gavên heskirina xwe
bi tîjkên barabûnê.
xwe vemitîne
Ji bejna tirsa xwe re.
berî destên te
Xwe diyar bike
Ji barbabûna bê qudoşiya te re
di herikandina topraxên
Jibîrbûnê de.
Tu terikiyî di bi lêvbûna xwe de
Ser sîwankirina pêjna
Xwezayîna xwe
di tevnika sergêjiya
ristina navê xwe de.
Vekirîne
dîtinên stewirbûyî
Ji bûrîna kewijandina
Tiliyên avisbûnên paldayî
Ser berketinên te.
Çawa,
Tê xwe bi hestbûnên
Xwe yî xiloxavî ve
bi darve bikî
Ji pîneyên çermê te yî
Tenikbûyî ji wergirtina nependiya
Kuncikên bêhêvîbûnê.
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|
|
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
|