Wednesday, 27 June 2007 23:37
 
 

 

 

101 saliya Osman Sebrî

   


Ebdulselam Darî

Di roja îna borî de 6.12.2005 li bajarê Qamişlo, ez Ebd Selamê Darî û Siyamend Brahîm me bi hev re şevbuhêrkek boyî borîna sed û yek salî ser zayîna nemirê hêja mamusteyê dibistana welatparêziyê (Apo) Osman Sebrî li darxist. Û bivî awayî min destpêkir: Mirovê hêja ,mamusteyê niştimanperweriya Kurd, (Apo) Osman Sebrî.
Em neviyê te îşev civîne, ku em sed û yek saliya jiyana te vejînin.
Û em qevdek gul diyarî giyanê te bikin,
Li gundê Narincê, di sala 1905 hatiye dinê. di şoreşa Şêx Seîd de herdû apê wî tevlî şoreşê bûn. piştî ketina şoreşê turka herdû apê wî bidarvekirin.
Û Apo jî avêtin zindanê, di zindanê de roj bi roj, welatparêzî û miletperwerî di dilê wî  de hat çandin.
Di 24.12.1929 ji Kurdistana bakur daket Sûrî. Û bû yek ji endamê Xweyîbûnê.
Di pey re dan û standin bi Celadet Bedirxan re kir û beşdarî di kovara Hawar û Ronahî de kir.
Paşê bi hêzeke xurt û bi giyanê xwe tevî tevlî tevgera kurd bû, Apo bû çirûskek ronîdar di riya xebata milet de. Apo di vê riyê de gelek işkence û azar kişandin.
Heme dinavbera salên 1926 – 1972 hijde caran ketiye zindanê.
Salên dî ji jiyana xwe di bin çavderiya polîsan de ma.
Osman Sebrî helbestvan û nivîskarê kurd jiyana xwe tev di warê xebata toreyî û siyasî  bûrand. Ez bawer im mirovekî wiha ronîdar, bi roleke gelek giring di nav millet de radibû û bû pêşengê gelê xwe.
Armanca wî di jiyanê de ew bû ku miletê xwe bigihîne daxwazê.
De ka em bibihîzin bê çi dibêje:
Xwe danînim bo sitem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet çûme goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan
-Bê guman welatparêzekî wisa hêja ye bibe lawê Kurdistan.
Û yekî mîna Cegerxwîn qedir û qîmetê wî di nasî lewma ev helbest diyarî Apo kir:
Erê Osman te agir da dilê min
Te pir kir derd û êş û hem kulê min
Te da destê me carek destê Ristem
Te zenar û kemer dane milê min
Mixabin ku tu çûyî ez tenê mam
Li ser te her dinale bilbilê min
-Hezar silav li giyanê (Apo) Osman Sebrî di bîranîna sed û yek saliya wî de.
-Berhemên wî:
1-Elfabeya Kurdî.
2-Bahoz.
3-Derdê me.
4-Elfebeya tikûz
5-Çar leheng.
6-Bersiva Hoşeng.
Û hin berhem in dî jî destnivîs in.

Selam Darî





 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE