Wednesday, 27 June 2007 23:37
 
 


 

 

HETA KENGÎ LOM Û GAZINC?

 

Jîr DILOVAN

“Ji dêvla ku tê gazincan ji tariyê bikî, mûmekê vêxe!”
John Hill


Ez jî di nav de, gelek nîvîskarên me yên kurdî ji lom û gazincan venabin. Pênûsên me lal in, digirîn, li xwe dixin, laveyan dikin û pirça serê xwe di werînin. Em hewl nadin ku dilê van pênûsan xweş bikin, wan ji gilî, gazinc, lom û laveyan dûr bêxin. Dema em tiliyên xwe li wan radipêçin, em wan digelviçînin, diguvêşin ku dest bi laveyan bikin. Me tenê ew fêrî gilî, gazinc û lavelavê kirine. Me carekê tiliyên xwe li wan sist nekirine ku em bêhnê li wan fireh bikin. Me careke tenê rê nedaye ku ji bilî gilî û gazincan, dilsozî, dildarî, evînî, dilgermî û azweriyên me birijînin ser rûpelên spî. Me careke tenê rê nedaye ku sihêtî, ezmûn û ezmayîşên me ragihînin xort û qîzên ciwan. Wan xort û qîzan hişyar bikin û bikişînin nava çand û jiyana kurdewarî... Gelo çendan ji me, xortek an jî qîzeke ku ber bi helandinê ve diçe vegerandiye ser binyata wan? Gelo çendan ji me malbateke kurd ku bi zarokên xwe re bi tirkiyeke nazik diaxive û wan bêesil û bintûte dike hişyar kirine? Gelo çendan ji me li kolanên Amedê û bajarên din, şêniyên kurd ku bi zimanê tirkî hatine jehrdan ji wê helwesta wan dûr xistine? Gelo çendan ji me li sazî û dezgehên ku bêxebatbar mayîn, ezmûnên xwe bi xort û qîzên kurd re parve kirine? Gelo çendan ji me pêwîstî û girîngiya kurdî bi şêniyên kurd ên derdora xwe dane zanîn? Gelo çend ji me bi zarokên xwe û malbata xwe re bi awayek rêkûpêk kurdî diaxivin? Dawiya dawî gelo çend ji me yên ku xwe li nivîskariya kurdî diqewimînin, di karê rojane de kurdî diaxivin û bi helwesteke kurdewarî tevdigerin?

Tenê me rêyek nas kiriye: Gilî û gazinc! Lê bi gilî û gazincan jî birîn derman nabin. Çareserî ji pirsgirêkan re nayê dîtin û devê şêniyên kurd ên ku ber bi helandinê ve diçin, li kurdî venabe. Ji bo çareseriyê xebat pêdiviye. Xebateke birêkûpêk û bi fedekarî... Pêwîste nivîskar û rewşenbîrên kurd, ji xwe dest pê bikin û derkevin nava gel. Wan bikişînin sazî û dezgehan. Zarok, xort û qîzan li zimanê dayîka wan bibanînin. Ji bo vê yekê jî barê herî mezin dikeve ser milê şaredariyên kurdistanê. Şaredarî di vî warî de dereng jî man. Şaredariyên kurdistanê di hêla zimanê kurdî de, dikarin roleke mezin bileyîzin. Vekirina hinek sazî û dezgehên çandî yên li Amed, Wan û Geverê, pêngavên pîroz in. Pêwîste ev sazî û dezgeh zêde bibin, ji aliyê şaredariyan ve arîkarî li wan bê kirin ku bikaribin rola xwe bi erênî bileyîzin. Di van sazî û dezgehan de ne tenê muzîk û şano, herwiha atolyeyên wêjeyê jî vebin ku zimanê kurdî, wêje û wêjandina kurdî bigihîje pîleya herî bilind.

Peywira serokên şaredariyên me jî ev e ku li derî kargehên xwe yên fermî, di nava gel de bi kurdî biaxivin. Herwiha xort, qîz, dayîk û bavên me jî wan mînak bigirin û li kurdiya xwe vegerin. Serokên şaredariyan ku di nava gel de bi tirkiya xwe ya nazik diaxivin, ji xort, qîz û zarokên xeşîm re dibin mînak. Dikin ku ev xort, qîz û zarok hijmekarî tirkiya wan dibin. Pêwîste serokên şaredariyan dev ji wê helwesta xwe berdin.

Ne tenê serokên şaredariyan, rewşenbîr û nivîskarên me jî, dev ji gazincan berdin û bibin suxrevanê vî gelî. Hinekî dema xwe bidin van sazî û dezgehan û bi wan xort û qîzan re, bi wan zarokên lalên zimanê dayîka xwe re têkildar bibin. Bawer dikim dê sûdewartir be... Lewra tiştek bi gilî û gazincan ve nayê. Pêwîste em wê kemna tarî ya li ser gelê me veçirînin. Her zarok, her xort û her qîzeke ku li zimanê xwe vegere, dê bibe mûmeke ku di tariyê de leylan bide. Bi zêdebûna mûmên vêketî jî, dê tarî û taristan veguhere ronahiyê.


 






 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE