| |
CIWAN DERIK
Deng ji goristanê tê
Diqîrin û dinalin
Birçî bûne
Li benda tiştna ne
hê neghane wan . . . .
* * *
mêvanên goristanê pir dibin
lê yek jî gotina dilxweşiyê ,
peyka mizgîniyê
Nagihîne wan .
Goristanî civatan digerînin
Serê hev têşînin ,
Dibe xire-cira wan
Hestiyên xwe lev werdikin ,
Dibin bend û berek
Hin çep û hin rast ,
Hin hişk û hin nerm ,
Hin şerxwaz , hin aştîxwaz
Li ber hev didin bê encam
Tu dibêjî qey . . . . . . .
* * * * * *
hestiyên wan bela-wela dibin . . .
yek deryê xwe ji yê dî re venake ,
dibe êrîşa gornebaşan
civata li ser termê wan digrin
li xwe par dikin ,
hestiyê wan diqoqilînin ,
rê û kuna di nav goran de vedikin ,
lê goristanî bêdeng dimînin ,
(hayê wan ji bayê Felekê nîne) ,
kes bi hewara kesî naçe
tu dibêjî qey di goristanê de jî kurd in .
* * * * * *
wan gornebaşan rê vekirin
nûzayek ji cendekekî derkeve
ber bi ronahiyê ve
hêdî hêdî hilkişa
ta giha rûyê zemînê
destê xwe avête rojê
Qîrek da û got :
Yadê ê ê ê. . ê . . ê . . .
* * *
7-12-2005 * Dêrik
DAYÎK
Dayîk dilkul e
Xemgîn e
rûniştiye dilorîne
hêstirên xwînê dibarîne
piçûkê xwe dihejîne :
lorî lorî
destê xwe bi sera de tîne
geh hişyar dike
geh dirazîne
wî avdide bi kul û keseran
wî bi coş dike ji bo paşerojê
Wî bi hêvî dike bi xewn û nîgaşan
Dizên şevê tîne bîrê
Talankerên rojê . .
Zîroyên xwîna wî mijtîn
Wî tijî dike
Wî digirîne
Wî dikenîne . . . .
* * *
dayîk dilorîne
hêstiran dibarîne :
dêwan herder xopan kir
reşkên şevê tiştek bernedan
livîna me dizîn
kanî ziwa kirin
ketine pey rojê
Tav teriqandin
bêhn li bayê çikandin
pehîza li pey pehîzê anîn
lorî lawo
lorî lorî
* * *
lawê mino zû mezin be
gelek tişt li hêvya te ne
rabe zû bibe pêlewan
tav û bayê vegerîne
bibe birûsk
ewrên giran daweşîne
qazûqerê belav bike
carekê dil bikenîne
bese lorî bese lorî
* * *
rabe lawo da em bijîn
van qijnika ji xwe bavêje
bi xwîna te werimîne
şîrê min li bîra xwe bîne
xwe ji bencê azad bike
dakeve ava mezin
vexwe, vexwe
û hezar carî vereşe kirêtî ,
bê ojdanî . . . .
* * *
rabe lawo
tu mezin bûyî , bi firê Ketî
êdî hembêza min piçûk bûye
hêlînek mezin çêbike
ji îro pêde nêçîr bi hêvya te ve ye
bazê mino rabe
bilind bifire
diya te hew dilorîne
hew dibêjim :
lorî lorî
bese lorî .
* * *
25. 12 . 2005 * DÊRIK
----------------------------------------------------
|
|